Mesaj (*)
Ferhad CAN
Salek din giha dawî û saleke teze dest
pê dike.
Sersal di jîyana mirovan da xwedî mane
û qîmet e. Li çaralî dinyayê xelk, gor hal û rewşa xwe
bi şahî sersalê pîroz dike, bi kilam û stran, bi xwarin
û vexwarin, bi ken û kêyf...
Mirov hisêbê sala çûyî dikin, ango sala
çûyî ji bo wan çawa derbaz bû, çi bir û çi anî; her usa jî,
bo sala teze hêvî û daxwazên xwe nîşan didin. Gelek kes,
bi taybetî serokên devlet, hukumet û partîyan mesajan didin
diweşînin. Heya gelek caran kesên nivîskar jî di quncika
xwe da mesajekî didin xwendevanên xwe..
Ez jî wek Ferhad Can, nivîskarê vê quncikê,
fikirîm, gelo di vî warî da ji xwendevanên xwe ra tiştekî
bêjim, yan na? Hewce ye, yan na?..
Di salên borî da jî min di sarê salê
da carina mesajek daye, carina jî qet ne daye.
Gelo şert e meriv serê salê wek
adet mesajekî bide? Ji xwe karê nivîskar tim jî ne mesajdayîn
e?..
Belê, ger rojane be, ger heftê carê,
yan panzdeh rojî da carê be, tiştê ku em dinivîsîn, bîr
û raya me li ser karê welat û dinyayê, li ser bûyerên piçûk
û mezin, yan li ser jîyana mirovan wek mesajek e ji xwendevanan
ra.
Her usa jî, tiştên ku bi dehan caran
hatine gotin, ma şert e careke din bêne gotin? Feyde
heye?..
Belê, carina gotin dubare dibe û meriv
bi xwe jî ji gotina xwe bêzar dibe...
Lê heya ku pirs û problemên mirovan û
yê civakê heye, heya ku jîyan berdewam e, divê mirov ji eşkerekirina
bîr û raya xwe, ango ji mesajdanê bêzar nebe. Berxwedan her
usa jî şerê mesajan e..
Di vî warî da jî îmkan û firsend ji bo
herkesekî ne yek e. Hin hene xudan hukim in, xudan pere û
dezge ne. Bi rojname, bi radyo, bi têlevîzyon... Dikarin her
roj, her saet dengê xwe bigihînin gelekan.
Hin jî bê mecal in, wek me. Çiqas rastîyê
bibêjin, çiqas rîya rast ji xelkê ra nîşandin jî, nikarin
dengê xwe bigihînin her kesî.
Derew gelek caran bê gotin di serê xelkê
da cî digre. Rastîya ku neyê bihîstin wek zêrê bin axê ye,
hayê kesî jê nabe.
Lê dîsa jî, ger tu ji rîya xwe û raya
xwe bawer î, divê bê hêvî nebî, sist nebî. Ji ber ku, dahatûya
derewan tune. Bedêla şaşîyê heye û ew rojekî derdikeve
pêşîya xwedîyan.
Derew rîya şaş pêşberî
mirovan dike û ew rê bibê nebê diçe li cîyekî dixetime. Yê
ku di rîya şaş da biçe tenê zeman winda dike.
Ger xelk bi derewan bixape û bide dûyê
derewînan jî, divê tu ji karê xwe dilsar nebî. Xelk bibê nebê
rojekî bihese.
Û divê yek ala rastîyê tim hilde dest
û bilind bike. Ev al wek ronahî ye ji bindestan ra rê nîşan
dide. Piçûk be jî divê mûmek, yan fanosek tim hebe..
Ronahîyeke piçûk dikare mirovan ji şevên
tarî, ji rêyên xeterbar derbaz bike.
Ehmedê Xanî sê sed sal berê ji bo Kurdan
çireyeke usa vêxist, rewşa milletê me pê ronî kir û rê
nîşan da. Mamosteyê mezin usa digot:
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc-î di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm!
Bifkir, ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmancî ye bûye şibhê bircan
Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
Kurmanc-î hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlê kurmanc
Bo tîrê qeza kirine amanc
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem’yan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl-î dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-î dikir me îlm û hîkmet
Di zemanê Ehmedê Xanî da gelek Kurdan
jî gor adetê wî zemanî berhemên xwe bi Erebî û Farisî dinivîsandin.
Lê Xanî usa ne kir, Mem û Zîna xwe bi Kurdî nivîsand û got,
”ez wek her kesî nakim, cefa dikişînim ji bo gel, zmanê
Kurdî dikim nîzam û întîzamê. Da kes nebêjin Kurd bê esl û
binyad in, bê marifet û bê kitêb in..."
Belê, divê hin kes ji bo gel cefa bikişînin
û çireyekî vêxinin…
Tiştê herî xirab ev e ku milletek
bi tevayî di tarîyê da bimîne, bêzarî, sistî di ser wî milletî
da bigire û berxwedana wî bikuje.
Milletê Kurd bi sedan sal bi mêranî ber
xwe da. Ala azadîyê di sala 1806 da bi destê Evdirehman Paşa
bilind bû û heya îro daneket. Şik nebe ku ji nuha şunda
jî danakeve.
Milletê Kurd gor hal û rewşa dinyayê
tevgera azadîyê wê bi rê va bibe.
Helbet di dîroka milletan da wek mêrxwasan,
wek rêberên bi şeref, mirovên tirsonek û bêbext jî derdikevin.
Lê dîrok di rîya xwe da dimeşe û ev rê ber bi pêş
e.
Bes em ala rastîyê û ala azadîyê daneynin.
Sersala we pîroz be hemû Kurdên dilsoz
û dilpak!
Sersala we pîroz be hemû hevalno!
Em hêvî û daxwaz dikin ku sala teze ji bo Kurdan û ji bo
hemû bindest û mirovên baş, xelkên aşitîxwaz û heqnas
bi bûyerên baş tijî be, bi dilxweşî derbaz be.
(*) Ji Rojnama Dema Nû, hejmar 20 hatîye stendin.
|