N ê ç î r v a n
Ferhad Can
Merivekî
dewlemend hebû ji nêçîrê gelek hez dikir. Derket çû welatekî
Efrîqa. Pereyekî mezin da hukumeta vî welatî û îzna nêçîrê
girt. Çend reşikê pêxwas jî wek rêber û alîkar da dora
xwe û derkete çolê.
Li
vî welatê bi dar û ber û têr gîya nêçîr pir bû. Nêçîrvane
me berê li dora avan dafik danî û nêçîra xezalan û gakûvîyan
kir. Demekê şunda heywan tirsîn ji wê derê dûrketin,
cî û warê xwe guhartin.
Vêcar bi dû şêr û şepalan ket. Nêçîra şêr
û şepalan gelek zehmet e. Lê nêçîrvanê me jî him di karê
xwe da hoste bû, him jî xwedîyê tifingên baş, cure cure
bû.
Goştê
heywanên kuştî bi kêfa diqeland û dixwar, post û serê
heywanan li ser bend û dîwaran rêz dikirin...
Li
himber vê bê însafîyê reşikê cem jî aciz bûn. Gotin “Efendî,
tu çima ewqas heywan telef dikî? Hêyf e, gune ye! Te li daristanê
heywan nehişt.”
Nêçîrvanê
bê însaf got:
“Ji
we ra çi? Min têr pere daye û kêfa min çawa bixwaze usa dikim!”
Middetekî
şunda li çol û daristanê şêr û şepal jî neman.
Rovî û keftar jî ji ber çavan windabûn..
Îcar
nêçîrvanê me belemek kirê kir û berê xwe da ser av û hezazan.
Li wan deran cure cure çivîkên delal û rengîn hebûn. Reşikê
rêber ew hişyar kir, got:
“Ev
avên han gelek xeter in, bi krokodîl tijî ne.”
Nêçîrvanê
bi xwe bawer got:
“Tiştek
nabe, ezê nêçîra wan jî bikim!.”
Lê
rojekî belem li qiraxê hezazekê da welgerîya, nêçîrvan ket
nav aveke genî û herîyê. Heya navkêlê tê da çû xarê û ne dikarî
jê derkeve. Krokodîlekî dev avêtîyê û milekî wî bir.
Nêçîrvan
kire qîre qîr, bangî reşikê dor avê kir û got:
“Hawaar!..
Zû bendekî bavêje min, yan darekî dirêjke!”
Reşik
got: “Min ji te ra gotibû, ev hezaz gelek bi xeter in..”
Nêçîrvan
bi tirs û qehr lê vegerand:
“Nuha
dev ji şîretan berde, ne dema wê ye, bendekî bavêje min!..”
Reşik
cardin got: “Min ji te ra gotibû heyran, heywan gune ne..”
Nêçîrvan
got:
“Gelo
tu li ba min î, yan li ba krokodîl?!.”
* * *
Belê,
xwendevanên delal, çîrok li vir xilas dibe. Nuha hûnê mereq
bikin, dawî çi bû?
Belê,
dawî çi bû? Reşik çi bersîv da? Krokodîl çi kir?..
Hûn
jî li ser bifikirin. Dikarin çîrokê bi xwe temam bikin.
Hûn
di cîyê reşik da bin çi dikin, darekî dirêj dikin, yan
na?.
Hûn
di cîyê heywanê daristanê da bin çi dikin? Di cîyê xezalan
da, gakûvîyan da, şêr û şepalan da, di cîyê çivîkan
da?.. Ewên ku gava diçine ser avê krokodîl dev davêje wan
û nêçîrvan wan dikuje? Di rewşa han da pişta kê
digrin?
Hûnê
di cîyê krokodîl da bin çi dikin?
Lê
ku hûn di cîyê nêçîrvan da bin?..
* * *
Dibêjin,
mûsîbetek ji hezar nesîhetî baştir e. Dibe ku ev mûsîbet
aqlê nêçîrvan bîne serî. Lê carina aqil bê serî jî êdî pir
dereng e, bê feyde ye...
Çîroka
Temelê Laz e: Temel curmeke giran kiribû, ceza dardakirine
danê. Dema birin ber sêpîyan û jê pirsîn: “Daxwaza te ya dawî
çi ye?” Temel got:
“Bila
ew ji min ra bibe dersek!”
Gelo,
piştî wê saetê, dersa han bi çi ra dibe?..
*... * *
Gotineke
Cemalî hebû: “Masîvan di avê da çû, merivên wî masîyan gunekar
dikin!”
* * *
Silêman
Demirel, serokkomarê berê yê Tirkîyê, waxtekî digot, “me û
Îranîyan, ji peymana Qesrê Þîrîn vir da, nêzî çarsed sal e
ku şer nekirîye.”
Lê
tu rastîya vê gotinê tune. Piştî Qesrê Þîrîn jî Osmanî
û Îranîyan gelek şerê mezin û piçûk kirin. Xuya ye hayê
Silo ji dîroka xwe tune!
Çend
roj berê jî, Serokwezîrê Tirk Ecevît di têlewîzyonê da li
ber çavê mîlyonan pesna NATO´yê dida û digot:
“Ger
di Þerê Duwem ê Mezin da em endamê NATO´yê ne bana, halê me
xirab dibû!”
Ecêba
giran! NATO piştî Þerê Duwem ê Mezin çêbû û Tirkîye jî
di sala 1952 da bû endamê NATO´yê.
Ev
çi mesele ye gelo, çi bi serokên dewleta Tirk hatîye?
Dema
îmam usa bin, cimeeta wan çawa ne?..
* * *
Wezîrekî
Tirk ji MHP wê rojê digot:
“Em
nahêlin li Bakûrê ¢raqê dewleta Kurd çêbe. Em vê firsendê
nadine bermayîyên çeteyan wek Barzanî û Talabanî. Emê şer
bikin...”
Bila
bêje.. Bavê wî Enwer jî usa digot û bi van gotinên mezin kete
Cengê Mezin ê Pêşîn; dawî jî çi bû, me dît..
Bila
ew jî keremke, şansê xwe bicêribîne...
Ehmeqî
derd e. Lê dema ehmeqî û pozbilîndî bi hevra bin, ne tenê
derd e, her usa jî bela ye.
Pozbilind
li pêşîya xwe nanihêrin, tîk diçin û carina dikevin çalan,
ne tenê pozê xwe, stûyê xwe jî dişkînin.
De
here here! Belkî di vê mij û dûmanê da hûn jî bi vê quretî
û pozbilindîya xwe bikevin çalekê, ku ji bo me xêrek derbê..
Lê
ehmeqîya dijmin her tim têrê nake û bi kêr nayê. Divê tu jî
wî ehmeqtir nebî..
Di
Þerê Mezin ê Pêşîn da halê me Kurdan usa bû. Dijminê
me şaşî kir, kete herî hezazê, lê me ew jê derxist.
Xelkê dinê, ev firsend baş bi kar anîn, dijî dewleta
Osmanî rabûn, rizgarbûn û dewleta xwe çêkirin. Lê em bi dû
Mistefa Kemal ketin û bi alîkarîya me Tirkan dewleteke teze
çêkir, ku çawa çêbû jî bend kire stûyê me..
Nuha
jî hin Kurd dîsa vê rolê dilîzin. Yek ji wan Kamranê Bitlîsî
ye. Dîsa solê hesin kirîyê pê, bi rêyan ketîye, berdevikîya
vê dewleta zordest dike.
Eyb
e Kamran eyb e! Qe nebe ji bav û bapîrên xwe fedî bike lao,
tu nebîyê Þêx Selahaddîn î!
Bo
pûl û pere, post û miqam, nebe xizmekarê xelkê, bi milletê
xwe van xirabîyan neke..
Sibe
di dîroka Tirkan da navê te nayê bîra kesî, yên wek te pir
in; lê di dîroka Kurdan da çawa behsa te û yên wek te bê kirin,
qet difikirî?.
Hesp
diçe meydan dimîne, meriv diçe nav û nîşan dimîne.
|