Kongra PKK ya 8'an û avabûna
KADEK'ê (*)
Ferhad CAN
PKK di destpêka meha Nîsanê da Kongra xwe ya 8'an çêkir û
di vê Kongrê da wek nav û rêxistin hebûna xwe gihande dawî,
Kongreya Azadî û Demokrasîya Kurdistan (KADEK) avakir.
Gor beyanên wan, KADEK ne partî ye, lê "kongre" ye û tê da
partîyên sîyasî û rêxistinên dinê dikarin cî bigrin. Ev Kongre
bi xwe doza hukim nake, lê wê hewl bide ku li çar welatan
(Tirkîye Îraq, Ýran û Sûrî) sazûmanên demokratîk avabin..
Dibêjin KADEK dewleteke Kurd naxwaze. Behsa federasyon û otonomîyê
jî tune.
Gor malûmatên dinê, PKK biryar daye ku li çar pêrçên Kurdistanê
partîyan ava bike.
Dibêjin, PKK karê xwe kirîye, rola xwe lîstîye û êdî emrê
xwe temam kirîye. Dibêjin PKK "þoreþa jîndarîyê" kirîye, "milletê
Kurd ji tunebûnê cardin çêkirîye, efirandîye…" Nuha jî qonexeke
teze ye û jê ra stratejîyeke teze divê. Ev qonaxa çareserîya
pirsa Kurd bi rîya aþitî û demokratîyê ye û bi rîya KADEK'ê
bibe..
Gelo ev gotin çiqas li cî ne?
Berî hertiþtî, ma milletê Kurd ketibû rewþa tunebûnê û PKK
ew ji nu va jîndar kir, rakir ser pîyan? PKK ta ji roja pêþî
heya nuha gotinên usa mezin kir, wekî dîroka Kurd bi PKK dest
pê dike.. Berî hertiþtî eva ne gotineke rast e, çîrok e. PKK
tevgerên, rêxistinên û serokên berî xwe, tarîxa hezar salan
û berxwedan û serhildanên du sed salên dawî dixwaze veþêre
û her tiþtê baþ bike malê "serok Apo" û PKK..
Evana gotinên mezin in, pûç in û mirovên bi hiþ û aqil û
rêxistinên ciddî gotinên usa nakin.
Ya dinê, kirinên Apo û PKK çiqasî xizmeta doza Kurd kirîye
û berhem çi ne, qezenca milletê Kurd jê çi ye?
Tiþtên ku di van 20 salê dawî da bi destê PKK hatin kirin,
berhemên wê li meydanê ne. PKK digot ezê bi rîya þer Kurdistanê
xilas bikim, dewleteke Kurdî çêkim, lê Kurdistan ser û bin
bû, 4 hezar gund hilweþîn û þewitîn, 30-40 hezar însanê me
di vî þerî da jîyana xwe windakir, 4-5 mîlyon Kurd koçber
bû, lê tu qezenc li medanê tune. Bostek erd ne hatîye rizgar
kirin. Dewleta Tirk tu heqekî piçûk jî ne daye Kurdan. Bi
kurdan ra rûneniþtîye, bo aþitîyê tu gav ne avêtîye.
Hingê, "qonaxa teze" çi ye, ji bo guhartina stratejîyê sebep
çi ye?
Ger PKK giha wê qeneetê ku, bi rîya þer nikare bi serkeve,
bila wê bêje. Bila bêje em bi ser neketin û nikarin bi rîya
þer bi serkevin. Bona vê yekê em sîyaseta xwe diguhurin, kar
û xebatên aþtîxwazane didin pêþîya xwe…
Ev tiþt dibe û çima nebe? Lê çawa dibe ku PKK vê netîcê wek
serketineke mezin, heya wek "mûcîze" nîþan dide?.
Xuya ye serkar û serokên PKK hevalbendên xwe û hemû Kurdan
dikin cîyê nezanan..
Em ne dijî sekinandina þerê PKK'ê ne. Ji xwe ta ji destpêkê
raya me ew bû ku, rewþa welat û heremê ji bo þerekî çekdarî
ne misaît e. Dora Kurdistanê girtî ye; ango rîya çûn hatinê
li ber Kurdan tune. Welatên ku Kurdistan dabeþ kirine û dor
lê girtine ne dost in. Tirkîye di NATO'yê da ye û welatên
sosyalîst jî, ji bo xatirê cîranîyê pêwendîyên xwe bi Tirkîyê
ra xirab nakin û piþtgirîya Kurdan nakin. Kurd li Bakûr bi
rîya þerê çekdarî bi ser nakevin, lê bedêla wê girantir be.
Ev texmîn îro derketîye. Serda jî, PKK ta ji destpêkê rêxistineke
þaþ bû, destê dijmin tê da bû, û dijmin xwest bi destê wan
tevgera Kurd bike rîya þaþ, bike þerekî bê waxt û bipelixîne.
Bi rastî jî usa bû. Dewleta Tirk ji gelek þaþîyên PKK, wek
kuþtina kesên sîwîl, jin û zarokan, mamosteyan, kuþtina kesên
welatparêz û terora li welatên Ewrûpa, îstîfade kir, ew wek
rêxistineke terorîst nîþan da û got: "Li welatê min pirsa
Kurd tune, pirsa terorê heye…"
Bona vê yekê nuha Dewleta Tirk naxwaze ku PKK sîyasetên teze
bide pêþîya xwe, wek rêxistineke sîvîl û sîyasî bi rîya aþitîyê
kar bike. Dewleta Tirk ji xwe tu rêxistineke Kurd naxwaze
çi veþartî çi eþkere, çi eskerî çi sîyasî.. Lê zêdetir ji
karê sîyasî ditirse, naxwaze di vî warî da rê li ber Kurdan
veke..
Lê guhartina stratejîya PKK gelo ev e? Ango dev ji þerê çekdarî
berdide û kar û xebata xwe nuha þunda bi metodên dinê bi rêva
dibe?
Mixabin ne usa ye. Ev stratejîya teze tiþtekî din e. PKK
ne ku tenê dev ji þerê çekdarî berdaye, lê dev ji hemû daxwazên
bingehîn yê milletê Kurd berdaye. Ne dewleta Kurd dixwaze,
ne federasyon û otonomî; van tiþtan hemû wek kevneperestî
nîþan dide. PKK îdeolojîya xwe jî guhart, êdî ji bo Tirkîyê
"dewlata unîter" diparêze, pesna Kemalîzmê dide..
Tiþtê ku PKK îro ji bo Kurdan dixwaze hin heqên çandî ne.
Ew jî di derecekî gelek kêm da.
Ango di pirsa Kurd da ferqê dîtin û daxwazên dewleta Tirk
û PKK'ê da ferqekî mezin ne maye..
Hingê eva ne stratejî guhartine, eva dev ji armancê xwe,
dev ji doz û dewayê berdan e.
KADEK'ê daye pêþîya xwe ku Tirkîyê, Îraq, Ýran û Sûrîyê bike
demokratîk.. Me Tirkîye fêm kir, lê gelo, guhartina Îraq,
Ýran û Sûrîyê ma karê KADEK'ê ye? KADEK çima li parçên dinê
rêxistin çê dike?
Xuya ye, çawa duh PKK li parçên dinê rêxistin çêdikir, têkilî
karê wan parçeyan dibû, heya gelek caran þerê partîyên wan
parçeyan dikir, îro jî dev ji vê sîyasetê bernadeye.
Eva sîyasetekî xeter e. Her parçekî Kurdistanê partî û rêxistinên
xwe hene û tevger bi de destê wan dimeþe. Heqê kesî tune ku
di parçên dinê da rêxistinan çê bike û bi rîya wan têkilî
karê wan parçeyan be, ji parçeyan ra serêþî derîne û heya
þerê wan bike..
Guhartinên di sîyaseta PKK da, û mesela avabûna KADEK'ê bi
xulasa ev e. PKK ne þaþîyên xwe dibîne û êtiraf dike, ne jî
sîyaseteke teze û baþ dide pêþîya xwe. Ew ji þaþîyekê ber
bi þaþîyeke din dibeze..
(*) Dema Nû hejmar 28
|