Tiþtê ku jê fedî dikî, meke!
Ferhad CAN
Mirov bi du þiklî xuya dike. Yek eþkere ye, li ber çavan
e. Diçî ber neynikê li xwe dinêrî: Tu ev î. Ev dev û rû, çav,
poz, bijeng û birû, por, ev bejn û bal...
Herkes jî te bi vî þiklî dibîne. Yên ku te nas dikin û nasnakin.
Merivê malê, dost û heval, bîyanî...
Ev dîtina bi derva ye.. Mirov bi dîtina derva wek resmekî
ye.
Lê tu ne tenê ev î. Di vê resmê da çîroka te tune. Kar û
kirinên te, xûy û xesletên te, bîr-bawerî û hunerên te tune.
Tu kî yî, çi kes î, çîroka te çi ye? Çi ji serê te derbaz
bûn?
Tu mirovekî pak î, xêrxwaz î, yan zikreþ û xirab î?
Tu dirist î, dilpak î, yan yekî durû, fêsat û derewen î?
Tu mirovekî makûl î, dûrbîn î, zana yî, yan yekî nezan û
serhiþk î?
Tu aþtîxwaz î yan þerxwaz î?
Çi ne berhemên te? Tu yekî fama, jîr û berhemdar î, yan yekî
famkor û teral î?
Ev tiþtê ku ez dibêjim hin baþ in, hin xirab in. Hin mirovan
mezin dikin, hin piçûk dikin. Hin ji bo mirovan serbilindî
ne, dewlemendî ne, hin kêmasî û rûreþî ne.
Evana reng didine karektera mirovan, kesayetîya (þexsîyeta)
mirovan pêk tînin.
Lê kesayetîya piranîya mirovan ne bi yek rengî ye. Piranîya
mirovan ne wek aveke zelal, pîr û pak in. Mirovên usa kêm
in.. Her usa jî piranîya mirovan ne wek aveke qirêj, serbiser
þêlî, reþ û wek zîftê ne. Mirovên usa jî kêm in..
Di jîyana mirovan da tiþt hene wan serbilind dikin, tiþt
hene þermezar.. Ew di hin waran da zana, di hin waran da nezan
in.. Tiþtên wan ên baþ û þaþ hene..
Huner cuda cuda ye. Tu qasî masîvanekî ji cins û nêçîra masîyan
fêm nakî, ew jî dibe ku qasî te ji þiêran fêm neke..
Þivanê serê çîyan di warê fîzîk û kîmyayê da nezan e, lê
alimên fîzîk û kîmyayê jî ji pez û dêwêr fêm nake..
Kesayetîya mirovan rûyê hundur e. Ew li ber neynikê xuya
nake, li ber bîyanîyan jî.. Ew ne wek resmek e.
Rûyê hundur di kar û xebata te da, di pêvendîyên te da xwe
nîþan dide. Bona vê yekê jî heval û hogirên te, kesên nas
û dost dizanin, tu yekî çawa yî?
Lê mirov xwe ji herkesî baþtir nasdike. Ew kêmasîyên xwe,
baþî û þaþîyên xwe, xirabî û rindîyên ku kirine ji herkesî
baþtir dizane.
Mirov pirî caran ji nîþandana kirin û berhemên xwe yên baþ
gelek hezdikin. Digel wê, kar û kirinên xirab jî vediþêrin..
Dema yek, þaþî û kêmasîyên wan bide rûyê wan gelek aciz dibin,
diqehirin, kêfa wan û xewa wan direve.
Mirov hene, xwe wek xwe nîþan nadin, bi þiklekî din, bi rengekî
din nîþan didin. Xuya ye ew ji xwe û ji kar û kirinên xwe
ne razî ne.
Gelo usa ye, çima wan tiþtan dikin? Ger ji xwe ne razîne
çima xwe naguhurin?.
Mirov hene derewîn in. Lê dema yek ji wan ra bêje "derewîn",
gelek bi hêrs dikevin, þerê wan kesan dikin.
Mirov hene diz in. Heya ne ji neçarîyê, feqîrîyê û birçitîyê.
Mirov dîsa halê kesên han fêm dike; yek ku ji birçitîyê nan
bidize, heya derecekî heqê xwe heye.. Lê hin kes xweþhal bin
jî, dema firsend bikeve wan, malê xelkê, yan yê millet, yan
ya rêxistina xwe didizin. Vî karî wek baqilî û hiþyarî dibînin
û dixwazin, ne bi saya kar û xebata xwe, lê bi rîya dizîyê
di demeke kurt da dewlemend bin...
Lê dema tu ji wan ra bêjî "diz" gelek bi hêrs dikevin...
Di huner û sîyasetê da jî usa ye. Mirov hene bi xwedî hêrs
û heweseke mezin in. Çavê wan li jor e. Dixwazin nav û dengekî
baþ bidin, di sîyasetê da bi pêþkevin, postekî baþ bi destxin,
bibin rêber û serok.. Lê ne di saya kar û xebat û berhemên
xwe da, ne di saya jîrî û zanîna xwe da, di saya fen û fûtan
da...
Ji bo kesên han, ji bo gihîþtina armanca xwe her texlît rê
û olax meþrû ye. Dikarin derewan bikin, dikarin berhemên xelkê
bidizin. Di vê rê da îlawe, îftîra, komplo, zor û zulm, hertiþt
dibe..
"Bi serkeve, bi çi þiklî dibe bila bibe!" Felsefa wan ev
e..
Lê dema yek derkeve marifetên wan eþkere bike, vêcar jî dikin
þemate û qîre qîr. Wekî neheqî li wan hatîye kirin.. Wekî
li wan heqeret bûye..
Çima aciz dibin heyran? Tiþtê ku dikin, divê jê ra xwedî
derkevin. Tiþtê ku jê fedî dikin, mekin!
Tu xwe ji herkesî baþtir nasdikî. Ger ji xwe ne razî yî,
xwe biguhure!
Ger naxwazî ji te ra bêjin "derewîn", derewan neke.
Ger naxwazî ji te ra bêjin "diz", dizîyê neke.
Ger naxwazî ji te ra bêjin "sextekar, fêsad û komplocî" van
tiþtan neke, dilpak û dirist be.
Ger ewtiþt li borîyê bûn, tu nikarî ji borîya xwe birevî.
Veþartin jî ne çare ye. Xwe rexne bike. Tenê xwerexnekirin
e ku, dikare mirovan ji gunehên berê, bi temamî nebe jî, piçek
pak bike..
Gotineke delal heye:
"Çawa yî, xwe usa nîþande; yan jî, xwe çawa nîþan didî, usa
be!"
|