Sazûmaneke
hov û êrîşger..
Sazûmana Tirkîyê
a mîlîtarîst di van rojana da him li hundur, him jî li der
welat di êrişê da ye. Li hundur êrîşî ser zindanîyan
dike, kîn û dijminahîya xwe dijî girtîyên sîyasî, dijî tevgera
çep vedirişe. Her usa jî di eynî rojan da, bi hêzeke
mezin êrîş dibe ser Kurdistana Başûr, wekî heremê
seranser dadigire.
Sazûmana zordest
berekîva efeke ecêb derdixe û pê diz û keleşan, qetilkaran
berdide, berekî va jî şerê girtîyên sîyasî dike, ji bo
wan zîndanan li nav zîndanan ava
dike, dixwaze bi rîya zindanên "Tîpa F" wan bipelixîne.
Zindanên bi Tîpa
F bi mehan e di rojewê da bû. Bona vê yekê zindan dikelîyan
û tesîra xwe li derva jî nîşan dida. Berpirsîyarên dewleta
Tirk dibêjin hukma dewletê ji zû va li mapisxaneyan ne maye
û rêxistin û çete li wir ya xwe dikin, sebep jî sîstema heyî
ye, ya “qoxişan” e. Lê derewan dikin. Armanca wan tenêhiştina
girtîyên sîyasî ye. Dixwazin bi vî awayî pêvendîyên wan ji
hev qut bikin û di hucreyan da him bi alîyê rûhî him jî bedenî
wan bêzar û sist bikin û
bikujin.
Di dinyaya medenî
da tu zindanê wek vê Tîpa F tune ye. Beşek ji odeyên
wan ji bo yek kesî ne, beşek jî bo du yan jî sê kesan
in. Dema rojê jî ewê di van odeyan da wê bi tenê bimînin û
cî û warên komekî (yên ji bo jîyana miştêrek)
tê da tune ne. Ango evana hucre ne û bi vî awayî cezaya hucreyê
ji bo van girtîyan dibe cezayeke bêdawî.. Ji xwe benda 16
ya Qanûna Dijî Terorê jî dibêje ku, "kesên ku gor vê
qanûnê ceza digrin, divê pêvendîyên wan ji hev bê qutkirin.."
Dema meriv rewşa
Tirkîyê bide ber çavê xwe, baş tê digihîje ev zindanên
han ji bo çi ne û çawa ji bo xirabîyê bi kar bên. Li vî welatî
mirovên ku bîr û bawerîyên wan li dewletê xweş neyên
û zarokên ku li dîwaran tiştekî binivîsin û hukumetê
rexne bikin, wek “terorîst”
muamele dibînin û ceza digrin. Eza û teda li vî welati bûye
wek adet. Li zindanan xelk bi hêsanî têne kuştin.
Dewleta Tirk girtîyên
sîyasî wek himwelatîyê xwe nabîne, wek dijmin dibîne. Nabêje
ew jî mirov in. Bona vê yekê jî dema ev zindan çêkiriye raya
mirovên pispor –yê huquqzanan, toxtor û psîkologan, ya mîmar
û mihendîzan ne girtîye.
Piştî ku girtîyan
dijî van zîndanan dest bi rocîya birçitîyê û ya mirinê kirin
û deng bilind bû, vêcar jî hukumetê dîsa ne xwast şaşîya
xwe qebûl bike û li çareserîyekê bigere, lê çend rojan hewl
da girtîyan bi rîya fen û fûtan bixapîne û berxwedana wan
bişkîne, pişt ra jî dest bi êrîşên har û hovane
kir.
Esker û polêz sibeha
roja 19’ê Çileyê Pêşîn bi şiklekî har û hovane êrîş
birin ser bîst mapisxaneyan li çarkoşeyê Tirkîyê. Di
dema van êrîşan da ji bîstî zêdetir girtî hatin kuştin
û bi sedan jî birîndar bûn. Ew girtin û birin zindana tîpa
F, kirin hucreyan.
Serda jî berpirsîyarên
hukumeta Tirk, ji dinya alemê fedî ne kirin û navê vê operasyonê
danîn "vegera jîyanê!.."
Di despêka sedsala
21’ê da ev har û hovî û barbarîya han careke din gelek baş
nîşan dide rûyê sazûmana Tirk bi rastî çi ye.
Berpirsîyarên vê
sazûmanê dibêjin armanca me kar anîna hukma devletê ye li
mapisxaneyan û ev şerê dijî terorîstan e. Lê divê meriv
bipirse, çawa dibe ku di zindanên vî welatî da bi deh hezaran
“terorîst” hene? Ev çi welat e ku li erda wê terorîst dikele?
Ewqas derbên eskerî, ewqas kuştin, eza û teda, ewqas
zindan jî nikarin pêşî li vê yekê bigrin, çima?.
Lê bi rastî ev
rewşa heyî berhemê sîyasetên şaş û xirab yê
salan in. Vê sazûmana xirab xelk birçî û tazî kir, zulim lê
kir, yê ku dengê xwe derxistin jî avêt zindanan. Terorîstê
rastî ev sazûman bi xwe ye.
Ev kiryarên har
û hovane jî nikarin aşitî û bêdengîyê bînin welat. Bi
rîya zindanên teze û bi rîya hucreyan ne pirsa mapisxaneyan
çareser dibe, ne jî pirseke din; lê rewş ji berê girantir
û xirabtir dibe.
Di rûbarî sîyasetên
şaş yê salan Tirkîye bû warê şer û şewatê.
Nanê gel bû gule, top û tifing.
Aborîya welat
ket bandûra perê reş û ticareta esrar û eroyînê. Dewleta
Tirk bû dewleta esker û polêzan û heya dewleta çete û haydûtan..
|