Nexweşîya Eco
û Cemalî..
Ferhad CAN
Van rojên dawî xelkê Tirkîyê bi nexweşîya Serokwezîr Ecevît radibe û rûdine.
Nexweşîya wî ne teze ye, ew du-sê sal e ku di rojewê da ye. Serda jî nexweşî
ne yek e, çend heb bi hevra ne. Dibêjin masûlkên (kasên) wî
dihelin. Bona vê yekê jî nikare rehet bimeşe, bê û biçe.
Her usa jî pê ra nexweşîya şîrpençe heye. Vê dawîyê
jî bûmbarên wî nexweş ketine..
Lê nexweşîya Eco ne tenê fîzîkî ye, her usa jî rûhî ye, di mêjoyê wî da
problem hene. Êdî nikare rehet qise bike. Gelek tiştan
ji bîr dike, xwe şaş dike, tiştan tevî hev
dike..
Dema çûbû Amêrîka gotibû: “Bi hatina İsraîlê ez gelek kêyfxweş im!..”
Dema bi sarokwezîrê Afganîstanê Karzaî ra rûniştîbû, gotibû: “Birêz Karzaî,
Midûrê giştî yê Afganîstanê!..”
Û bi sedan tiştên hanê…
Eco êdî kal bûye. Bona vê yekê jî ew nexweşîyên bedenî û rûhî bi alîyekê
tiştekî adî ye, dikare bê serê her mirovekî. Lê tiştê
ku ne normal e, mirovekî usa çawa serokwezîrîya welatekî dike?
Eco jî wek Silo, va ye ji çil salî zêdetir e di sîyasetê da ye. Çend caran bû
serokwezîr, çû û hat, lê jê têr nebû. Nuha ketîye nexweşxanê,
bûye babetê henek û laqirdîyan, lê dîsa jî dev ji post bernade.
Çavsorî û çavbirçitîyeke han ne hatîye dîtin.
Gelo çima? Ma li vî welatî, di partîya wî da û di partîyên dinê da wekî din
kes tune ku serokwezîrî bike?
Ne ku tune, lê li vî welatî ne bûye adet.
Berî hertiştî, yê ku hukum di dest da ye xwe wek qumaşê Hîndê bê emsal
dibîne. Silo dibêje bê min nabe, Eco dibêje bê min nabe… Van
herduyan çil sal e ev welat bi dorê îdare kirin û anîn xistin
vî halî. Ango welat di destê wan da nebû avadan, lê bû warê
derd û kulan. Dîsa jî ev herdu ji xwe gelek razî ne. Wekî
ew nebin halê welat û millet xirab e! Wekî ew nebin kes rê
dernaxe, hertişt ser û bin dibe!
Ewqas ji xwe razî ne, ewqas destê wan ji post nabe…
Lê hûn rastîyê dipirsin, welat di destê wan da ji nuha va ser û bin bûye, xelk
jî ketîye halê şerpeze û parsekan..
Her usa jî, xelkê vî welatî usa hîn bûye. Herçî kesê li ser hukim di çavê xwe
da usa mezin, usa pîroz dike ku destê xwe jê nabe..
Li vî welatî hukim wek padîşahî ye a xelk jî wek teba.. Destê hukimdar
ji hukim nabe û destê xelkê ji hukimdar… Ev adet û usûl ji
dema şah û padîşahan dest pê dike û tê. Bona vê
yekê, herçî serokpartî, serokwezîr û serokdewlet, pirî caran
heya mirinê li ser hukim dimînin. Ango tenê ezraîl dikare
post ji binê wan bikêşe..
Tiştekî ecêb e, tu dibê çavê welatî û hevalbendan bi perdekî hatîye girtin
ku nikarin rastîyê bibînin; yan jî berçavikeke sêhrî li ber
çavê wan danîne ku gîyayên hişk wek çîmanên teze û dinyaya
reş wek bihûşteke geş û pembe dibînin…
Hevalbendên Eco jî dema wî dibînin û du gotinên wî dibîhisin jê sermest dibin,
hêsir ji çavê wan dibare, jê ra çepikan lêdixin û dikin hella
hella ku meriv ecêb dimîne. Eco û jina xwe Rahşan Xatûn
jî li himber vê dîmenê ewqas kêyfxweş dibin ku ji wan
ra destê xwe dihejînin û dibêjin: “Va ye em li vira ne, partîyê
û welat îdare dikin, qet xem nekin!..”
Van rojên dawî nexweşîya Eco giran bû û birin nexweşxanê. Gotin di
mal da ketîye û parsûyekî wî şikîye. Hinek ji bo vê ketinê
jina wî Rahşan Xanimê gunekar dikin. Dibêjin Rahşan
nîne, Wahşan e!
Êdî di mal da çi bûye çi ne bûye, xwedê dizane..
Lê hinek jî dibêjin sedemê giranbûna nexweşîya wî Cemalî ye. Belê, we şaş
ne bihîst, Cemalîyê me!..
Ji ber ku Cemalî middetekî berê bi navê “têlefon” lîstikeke tîyatroyê nivîsandi
bû û ew di malpera PSK da (www.kurdîstan.nu) hatibû
weşandin û qeremanê mezin ê vê lîstikê jî Eco bû. Hin
kesên fêsad dibêjin ku, goya Eco ew lîstik xwendîye û jê gelek
aciz bûye, ewqas bi hêrs ketîye ku hişê wî ji serê wî
çûye, ketîye û parsûyekî xwe şikandîye…
Gelo rastî çi ye çi nine, em nizanin. Dibe ku hin kes dixwazin vê curmê jî bikin
stûyê me “cudaxwaz”an…
Heya hin kes dibêjin dewleta Tirk ji bona vê yekê Cemalî bi teşebbusa kuştina
Eco gunekar kirîye û navê wî daye înterpolê û bi bultena sor
lê digerin…
Heya hinek dibêjin dewleta Tirk bona vê yekê di derheqa Cemalî da li Mehkema
Navnetewî ya Mafên Mirovî da dewayek vekirîye, dozê lê dike
û wek bedêl jê pereyekî mezin dixwaze…
Me ji Heval Cemalî ra got, va ye qirok dîsa bi hêrs ketine û li te digerin,
van rojana ji ber çavan piçek windabe, here li cîyekî bêdeng
çend roj wêsa xwe bistîne, heya ku ev mesele zelal bû…
Cemalî got: “Rast e, heps û îşkence dîsa ne tiştek
e, lê ewqas pere ez ji ku bînim bidim wan? Xuya ye dixwazin
butça xwe yê vala bi kîsî min tijî bikin!..”
Belê, xwendevanên ezîz, xeberên mihîm ên van rojên dawî ev in…
Ez dibêm dîsa jî xwedê emrekî dirêjtir bide Eco, walleh bo me Kurdan ya baştir
ev e! Ger ew du-sê salê din li ser hukim bimîne, êdî ne hewce
ye ku em tiştekî bikin, ew dewleta zordest ji xwe bi
destê wî bela xwe dibîne…
|