Mirinên Bêwaxt.. (*)
Ferhad CAN
Heval wek xwîşk û bira ne û carina ji xwîşk
û birayan jî ezîztir in..
Di xebata rêxistinî û karê ji bo doz û dewayan da, di
nava hevalan da pirên xurt çêdibin li ser hîmê bîr û bawerîyê.
Heval ji bo armanceke miştêrek bi salan bi hevra
dimeşin, di serketinan da bi hevra şa dibin, di
têkçanan da bi hevra diêşin.
Heval gelek caran sirên dil ji hevdu ra parva dikin.
Di berxwedanê da li kêleka hev in, di tengasîyan da
piştê didine hevdu.
Di şeran da, di tengasîyê da carina ji bo hev canê
xwe didin.
Heval hene ji bo sazîyan wek stûn in, barê giran digrin
ser milê xwe.
Dil ji windakirina hevalan gelek diêşe.
Heval wek şaxên darekî ne, dema şaqek ji darê
qut be, şaxê din diêşin..
* * *
Belê xwendevanên ezîz, heval û hogirên delal, Nûrettîn
hevalekî usa bû.
Ew sal û nîvê dawî qezayên trafîkê wek bahozekê li me
xist, şaxên me şikandin, pelên me weşandin.
Sal û nîv berê Yavuz Koçoxlu di navbera Enqerê û İstembolê
da, di qezaya otobosekê da jîyana xwe winda kir. Havîna çûyî
Enîs Eren û Wedat Sevîn li ser rîya Bruksel û Londonê çûn
û du heval jî brîndar bûn. Piştî wan Doktor Bozan tevî
xanima xwe Emîne û keça xwe Berîvan, di qezayeke nêzî bajarê
Edenê jîyana xwe winda kirin. Nuha jî Nurettîn Basût, li ser
rîya İstembol û Gebzeyê..
Evana hevalê salan, dilsoz, jîr, emegdar û berhemdar
bûn, ku cîyê wan bi hêsanî tijî nabe.
Di rojên usa reş da, li ser hevalê çûyî nivîsandin
ne hêsan e. Di demên han da dil naxwaze li tûşên daktîloyê
yan datayê xe. Lê mixabin me gelek caran li ser mirina hevalan
nivîsand. Hevalên ku bi emir ciwan bûn, hevalên ku bêwaxt
çûn.. Hevalên ku dikaribûn hîn gelek karên delal bikin ji
bo gel û welatê xwe..
* * *
Helbet mirin yek ji rengê jîyanê ye, kes berê dinyayê
nagre û zû an dereng koç dike diçe. Aqil dibêje, divê meriv
li himber mirinê nekeve tirs û xofê. Li şer, bi kalî,
bi nexweşî, bi qezaya trafîkê, yan bi şiklekî dinê..
Di şiêrekê da usa tê gotin:
Ger bizanim
îro ye
Yan saetek
şunda ye mirin
Bê xem û qisawet
e dilê min..
Min zevîya
xwe ajot, kilama xwe got
Bi hestekî
xurt jîm
Berhemên emrekî
têr û tijî ne
Ev şer,
berxwedan û şiêrên min..
Wekî bayê ku
bi pelan dilîze
Rîya ku lê
diçim têm
Ha bîhna çamê
ha mirin..
Heval û hogirno
Bi govendê,
bi kilam û stranan
Min bi erdê
din..
* * *
Denîz gezmîş, dema birin ber sêpîyan 25 salî bû,
lê di çavê wî da nîşana tirsê tune bû. Di nameya xwe
da ku li ber dara sêpîyê ji bavê xwe ra nivîsand, usa got:
“Bavo, jîyaneke dirêj yan kurt ne mihîm e, tiştê
mihîm ew e ku meriv di jîyana xwe da çi dike û çi pêk tîne..”
Belê, jîyana baş ev e ku, kurt be jî, bi serbilindi
û bi karên baş derbaz be.
Di çarînekê da jî usa tê gotin:
Roj wek çivîkên
payîzê çûn, lê venagerin
Darên emr xezal
dibin, çi bi ber, çi bê ber in
Yên ku barê
xwe kişandin, kilama xwe gotin
Bi gîrî hatin
dinyayê, bila dilşad herin
Heval Nûrettîn jî helbet, emrê xwe vala derbaz nekir,
wî jî zevîya xwe ajot, barê xwe kişand û kilama xwe got.
Emrê xwe yê pêncî salî têr û tijî derbaz kir.
Di hejmara berê da sernavê nivîsa min ev bû: “Carina
jîyan zivistaneke dirêj e..” Di dawîya nivîsê da ji bo xortan
usa dihate gotin:
“Ew kar û xebata ku berî me û ji bo dinyayeke delal
hat kirin di avê da neçû. Ew kar û xebata ku ji bo dinyayeke
delal me tevlê kir, em bawer in, ew jî di avê da naçe.
Hûn jî para xwe tevlê kin. Mana û delalîya jîyanê ev
e.”
Belê, Heval Nûrettîn û hevalên dinê ji bo azadîya gel
û welat, ji bo dinyayeke delal xebitîn, para xwe tevlê kirin
û bi serbilindî jîn.
Digel van rastîyan jî, dil li himber mirina ciwanan,
mirovên xwe yên hezkirî, li himber mirina nas û dostan, heval
hogiran gelek diêşe. Hêvî û daxwaza me ev e ku em cardin
mirinên usa bêwaxt nebînin.
-----------------------------------------------
(*) Ji Dema
Nu, hejmar 25 hatîye stendin.
|