PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Saleke Dema Nû û Newroz (*)

Ferhad CAN

Dema Nû bi vê hejmara teze saleke xwe temam dike.

Helbet, çawa xwendevanên delal jî dizanin, ew sal bi hêsanî derbaz nebû. Zor û zulma sazûmana zordest li ser weşanên Kurdî berdewam e.

Ez dibêm hejmarê ku ne hate komkirin tune. Ango polêzê Tirk bi biryar û bê biryar dest danî ser  û ne hişt belav be, bi serbestî bigihîje destê xwendevanan. Ger hejmarên ku dest ne dane ser hebin, herhal ji bîra wan çûye, yan firsend ne dîtine!.

Ji xwe çûna wê û belavbûna wê li Kurdistanê, bi biryara walîyê taybetî qedexe ye.

Her usa jî, rê nadin biçe der welat; di postê da dest datînin ser. Bona vê yekê li der welat careke din çap dibe û mesref dibe du qat..

 

Di derheqa xwedî, berpirsîyar û nivîskarên wê da çiqas dawe vebûn, di nav salekê da çend xwedî û çend berpirsîyar hatin guhartin, ez pê nizanim!

Li vî welatî ev zulm û zordestî li ser weşanên Kurdî êdî bûye tiştekî adetî..

Serda jî me berpirsîyarê giştî, hevalê delal Nurettîn Basut di qezayê trafîkê da winda kir, ku yek ji nivîskarên rojnamê bû û bi navê “Metîn Zîlan” di rûpela 2. da dinivîsand.

Berê Heval Yavuz, birpirsîyarê giştî yê Roja Teze, piştra jî Heval Nurettîn..

Zîyana me mezin e û êşa hevalan teze ye. Lê dîsa jî kar ne sekinî û divê nesekine..

                     

Ji ber ku ev karekî pîroz e em dikin. Dema Nû, weşaneke 15 rojî be û ji ber zulm û zordestîya li ser, astengên li pêş, tîraja xwe zêde nebe jî, dengê wê dengekî taybetî ye. Nîv-nîvê bi Kurdî derdikeve û bi vî şiklî yek ji ala zmanê me ye. Her usa jî rastîyên ku medyaya mezin ji gel vedişêre, ew bi cesaret dibêje.

Rastî wek ronahî ye, çiqas pêşî lê bê girtin jî, dîsa ji xwe ra rê û dirban, qul û qelîştokan dibîne û di nav gel da belav dibe..

Di bêdengîyê da dengekî piçûk jî mirovan hişyar dike.

Di tarîyê da ronahîyeke piçûk jî dikare rê nîşan de..

Ji tovekî piçûk darên mezin çêdibin… 

Ji ber vê ye ku sazûmana zalim û zordest ji Dema Nû ditirse, dest datîne ser, nahêle bi serbestî belav be, bigihîje destê xwendevanan.

Em jî divê bi karê xwe û rola xwe bawer bin, ber xwe bidin. Ev kar û xebat, bê guman berhemê xwe wê bide û ji nuha va dide.

Ji Dema Nû ra emrekî dirêj dixwazim. Xebatkar, nivîskar û xwendevanên wê pîroz dikim.

                      *   *   *

Newroz îsal jî li çar parçên Kurdistanê û li çar koşeyên dinyayê ku Kurd lê belav bûne, bi şahîyeke mezin hat pîrozkirın. Kurdan, piçûk-mezin, jin û mêr, gundî û bajarî, careke din daxwaza azadî û serbestîyê bi xurtî nîşan dan, bala dostan kişandin û tirs û xof kirin dilê dijminan.

Sazûmana dagirker a Tirkîyê îsal jî li gelek cîyan rê neda ku Newroz bi serbestî pîroz be. Walîyên wê îzna civînan ne dan. Esker û polêz êrîş bire ser xelkê, lê dan, belav kirin, girtin, ku bi cilên rengîn daketibûn kolan û kûçeyan, ağir dadabûn, kilam û stran digotin, govend dikişandin. Di dema van êrîşan da li Mêrsîne Kurdan bi keviran berê polêz dan, bû wek şerê nava bajêr, ji sibê heya êvarê ajot. Gelek kes birîndar bûn û du Kurd hatin kuştin. Du polêz jî, ji ber ku panzera wan welgerîya, tê da mirin.

Xuya ye durutîya dewleta Tirk di warê Newrozê da jî ne guharîye û zehmet e biguhure. Bi gotina wan, heya can dernekeve, xûy jî dernakeve..

Lê çi bikin êdî bê feyde ye. Kurd êdî ji cejna xwe ra xwedî derketine. Ew bûye roja hewldanê, roja berxwedanê.

Li dinyayê cejna ku bi vî rengî, bi ewqas germî û kelekel, bi ewqas cemahîrî bê pîrozkirin, herhal kêm e, dibe ku bi vê derecê tune.

Ji ber ku Newroz, ji bo Kurdan ne tenê cejneke adetî ye, lê nîşana berxwedanê ye dijî zor û zulmê, dijî bindestîyê.

Newroz ew roj e ku Milletê Kurd bi rîya wê daxwaza azadî û serbestîyê dide bihîstin.

Ev yek jî nîşan dide ku, zor û zulma dagirkeran bê feyde ye, Milletê Kurd winda nabe, tevgera Kurd venamire. Kurd tucar dev ji doza azadî û serbestîyê bernadin.

Ev hêvî, ev daxwaz û berxwedan sal bi sal her diçe xurt dibe. Newroz nîşana vê yekê ye. Kurd di newrozê da bi yek dengî dibêjin Milletê Kurd va ye li vir e, li ser pîyan e. Dibêjin:

“Kes nebê Kurd mirî ye, Kurd zindî ye!”

Newroza we pîroz be hemû xwendevanên delal!

-------------------------------------

(*) Jı Dema Nû, hejmar 26 hatiye stendın.

 

 
PSK Bulten © 2002