Kurd vê rûreþîyê qebûl
nakin! (*) Ferhad CAN Parlamena Tirk di 2'yê Tebaxê
da bi navê "Pakêta hemahengî jî bo Yekitîya Ewrûpa" di qanûnên heyî da hin guhartin
çêkirin. Piþtî wê sîyasetmedar û çapemenîya Tirk gele þemate derxistin ku wan
êdî, YE ji wan çi xwastîye kirine, Þertên Kopenhagê bi cî anîne, êdî ji bo endametîyê
tu kêmasîyên Tirkîyê ne maye û divê YE ji bo endametîyê pê ra rûne, jê ra waxt
veqetîne û hwd… Lê tu eleqeyê van gotinan bi rastîyê tune. Berpirsîyarên
dewleta Tirk û çapemenîya Tirk careke din bi vê þematê dixwaze raya giþtî ya hundur
û der welat bixapîne. Tirkîyê bi van guhartinên dawî jî daxwazên YE û Þertên
Kopenhagê bi cî ne anîne. Tiþtê ku bû li ber çavan e: Yek ev e ku, wan ceza
dardakirinê "ji dervayî þer û þerê nêzîk" rakirin. Lê Tirkîye welatekî bê aramî
ye, tim yan di þer da ye, yan jî nêzî þer.. Ango kîngê bixwaze ji bo dardakirina
xelkê mane dibîne.. Her usa jî, ji xwe Tirkîyê, ji sala 1984 heya nuha tu
cezayê dardakirinê bi cî ne anîye. Lê xelk bi awayekî din kuþtîye. Di van bîst
salên dawî da bi hezaran kes bi destê "faîlî meçhûlan" (curmkarên ne xuyayî) hatin
kuþtin û curmkar veþartî man. Ji ber ku ew meriv û çeteyên dewletê bûn û bi dil
û daxwaza dewletê mirovên demokrat, aþtîxwaz û welatparêz dikuþtin. Dîsa bi hezaran
kesê bê gune li bajar û gundan, li qiþle û qereqolan, li ser rêyan, li zindanan,
heya di malên xwe da bi destê polêz û cendirmeyên dewletê û bi destê qoricîyan
hatin kuþtin û hesabê van kuþtinan ne hate pirsîn. Ango ev guhartin bê qîmet
e. Ya mihîm ev e ku ew kuþtinên "faîlî meçhul" û ewên bi destê polêz, cendirme
û çeteyan wê êdî bisekine yan na? Qasî ku em vê dewletê nas dikin, texmîn nakin
ku bisekine. Di Þertên Kopehnagê da hatîye gotin ku heqên çandî û sîyasî
yên xelk û milletên dinê (yên ne Tirk) divê bê naskirin. Ango heqê xwendinê û
ya weþana televîzyon û radyoyê bi zmanê dayîk û heq û azadîyên rêxistinî.. Di
guhartinên dawî da di vî warî da çi hene? Guhartinek ji bo xwendinê bû.
Lê dîsa mektebê Kurdan venabin, ango wek berê qedexe ne. Tenê bi zmanê Kurdî qurs
dikarin bêne vekirin, ew jî dîsa bi îzna dewletê.. (Ew jî hîn bi cî ne hatîye
û xwedê zane bi cî bê yan na..) Ew çawa heqê xwendinê ye ku bi zmanê Kurdî
ji dibistana pêþîn bigir heya zanîngehê tu mekteb venabin û dewleta Tirk ji bo
20 mîlyon Kurd tenê qursên taybetî minasiw dibîne?. Eva ji xapandinê bêtir
ne tiþtek e. Lê heqê weþanê bi rîya radyo û têlevîzyonê? Dibêjin bi guhartina
dawî, astengê li pêþ weþana radyo û têlevîzyonê bi zmanê Kurdî hatîye rakirin,
ango Kurdî di vî warî da êdî serbest bûye. Ew jî ne rast e. Serbestî dîsa bi îzin
û destûra dewleta Tirk e û bi sînor e. Nîyeta wan ew e ku rojê 15-20 deqqe îzna
weþanê bidin bi zmanên dinê û naverokê jî ew bi xwe tayîn bikin. Kurdî yek ji
wan e. Ango ji bo 20 mîlyon Kurd dîsa kanalekî radyo û têlevîzyonê venakin
ku seranserî rojê weþanê bike û vekirina yên taybetî jî dîsa qedexe ye. Avakirina
komel û partîyên Kurdî wek berê dîsa qedexe ne. Zmanê resmî dîsa Tirkî ye. Kurdî
di warê fermî da dîsa qedexe ye. Di vî warî da di Qanûna Esasî da tu guhartin
çênebûye. Gelo, bi vî awayî çawa meriv dikare bêje ku Þertên Kopenhagê bi
cî hatine, heqên çandî û sîyasî ji Kurdan ra hatine naskirin? Ma ji bo milletekî
wek Kurd ew tiþtên hanê, "qursên zman" û weþana nîv saet bi têlevîzyonê ne þerm
û rûreþî ye? Xuya ye ku di sazûmana Tirkîyê da tu guhartineke esasî tune.
Vêcar jî dewleta Tirk wek hercarî dike, dîsa dixwaze bi van guhartinên derewîn
him Kurdan, him jî Yekitîya Ewrûpê bixapîne. Gelo li kîderê dinyayê hatîye
dîtin ku milletekî 20 mîlyon (ew jî tenê di beþekî welatê xwe da Kurdistana Bakûr
da) ji ewqasî ra razî bibe û bona van tiþtan ji neyarê xwe ra bêje "bijî!.." Lê
tiþtê xerîb, di nav me Kurdan da jî hin kes û rêxistinên ku heya duh doza Kurdistaneke
serbixwe dikirin û ji wê hindiktir tu statû qebûl ne dikirin, nuha bi vê lîstikê
razî dibin, meth û senaya dewleta Tirk dikin û dibêjin "Bijî Tirkîye!" Duh
tenê Kurdistana mezin û serxwebûn.. Nuha jî ne federasyon, ne otonomî, heya ne
mekteb.. Çend qursên zman û weþaneke bi nîv saet Kurdî (ew jî hîn ne malûm e bibe
yan nebe) têra van kesan dike û ji bo van tiþtan ji dewleta Tirk ra çepikan lêdixin… Meriv
halê wan fêm dike. Derdê wan Ocalan bû. Ocalan roja hat girtin, got "ez di xizmeta
dewleta Tirk da me, bes min nekujin, çi dixwazin ezê bikim. Tenê ez dikarim PKK
bêdeng bikim.." Usa jî kir. Wî û Tirkan li hev kirin û PKK jî bi dû Apo û Genelkurmayê
çû.. Ev tiþtên ku îro dibin plana Genelkurmayê ne. Li dawîya dawî Genelkurmay
ji qursên Kurdî û nîv saet weþana Kurdî ra razî bû. Apo jî serê xwe xilaskir û
ji bo PKK mesele nema! Lê ji bo milletê Kurd? Þikê me tune û em sedî
sed bawer in ku, milletê me vê rûreþîyê tucar qebûl nake. Ev milletê ku bi sedan
sal li himber neyarê xwe serê xwe danenîye, tim ji bo azadî û serbestîyê berxwe
daye, eza û cefayeke mezin kiþandîye. Ev millet ji vê saetê þunda jî serê xwe
danayne. Dibe ku ji nav me Kurdan bêbext derkevin û derdikevin. Dibe ku
hin kes, bi zaneyî yan bi nezanî bidin dû rê û kesên þaþ.. Dibe ku hin kes ji
bêzarî û sistî vekiþin mala xwe, bêdeng bin. Lê hêzên berxwedanê di nav milletekî
mezin û têkoþer wek milletê Kurd da xilas nabe. Tirkîye bi van lîstik û
derewan nikare dinyayê bixapîne û bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Ev yek her usa
jî girêdayî me Kurdan e. Divê em guh nedine bêbextan û bêdeng nemînin. Li welat
û li der welat dest bidin hev, hêza xwe yek bikin û daxwazên xwe bilind bikin. Kurd
bê alternatîf nînin. Li welat, hêzên welatparêz, gor rewþa welat tên ba hev. HAK-PAR
adrêsa teze ye. Yên ku ji vê rûreþî û neheqîyê ra dibêjin na, yên ku qîmetê didine
azadî û serbestîyê û li himber neyar serê xwe danaynin, keremkin, berê xwe bidine
HAK-PAR'ê tê da cî bigrin. Li der welat jî Platforma Kurdên Ewrûpa çêbû.
Partî û komeleyên welatparêz, demokrat, rewþenbîr tê da ne. Mirovên welatparêz
divê berê xwe bidin vê yekitîyê û kar bikin. Em çalakîyan li hundur û der
geþ bikin. Heyetan ava bikin û dengê Kurdan bigihînin berpirsîyarên hemû welatan
û YE. Aha meydan, aha kar… Bêhêvî nebin! * Dema Nû, hêjmar
36 |