Gelo meydan vala ye?.
Tirk berî şerê Iraqê -çend kesên Amerîkanperest wek
Mehmet Alî Bîrand ji nav derîne- piçûk mezin, çep û rast,
esker û sîwîl dijî şer bûn, ne dixwastin Amêrîka bikeve
Iraqê, sazûmana zalim û zordest biruxe.
Ew piştgirê Saddam bûn..
Ne ku Tirk aşitîxwaz bûn, na, tiştê usa ji vî
milletî gelek dûr e. Lê ji guhartinê ditirsîyan li heremê.
Derdê wan statuko xirab nebe, kevir ji cîyê xwe nelivin..
Lê dema ku dîtin şer bivê nevê dest pê bike, vêcar
xwestin bi xwe jî bikevin şer, leşkerekî mezin
bikin Iraqê, Kurdistana Başûr dagrin.. Da ku pêşî
li Kurdan bigrin, piştê bidine Tirkmenan, dest daynin
ser Mûsil û Kerkûkê.. Qe nebe parekî ji niftê bigrin..
Çîrok malûm e, ev tişt nebû û me Kurdan jî bo demekê
bîhna xwe stend.. Hevpeyman ji Başûr ketin Iraqê û
di 21 rojan da leşkerê Saddam belavkirin û Bexda stendin.
Di nav çend rojan da jî temamîya Kurdistanê azad bû, Kerkûk
û Mûsil jî ket bin destê Kurdan.
Tirk ji vê yekê gelek aciz bûn. Herçiqas ne karîn pêşî
lê bigrin, lê dev ji sewdaya xwe ya berê jî bernedan.
Piştî ku leşkerê hevpeymanan li Iraqê, bi taybetî
li dora Bexdayê ket tengasîyê, hêvîya Tirkan cardin teze
bû. Ji Amêrîkîyan ra gotin „emê esker bişînin bo alîkarîyê.“
Lê helbet, Tirk eskerê xwe bê şert û şûrt naşînin.
Wek bedêl him pere, him jî gelek tiştê dinê dixwazin.
Ji nuha va 8,5 mîlyar dolar krêdîya teze stendin. Lê ew
têrê nake.
· Divê daxwazên
Kurdan bi cî neyên; ango ne dewleteke serbixwe, ne federasyon,
heya ne jî otonomî. Iraq di alîyê sîyasî û netewî da ûnîter,
ango yekpare be..
· Otonomî
hebe jî, divê Kerkûk û Mûsil li dervayî Kurdistanê be..
· Tirkmen
jî Qasî Kurdan xwedî heq bin..
· Amerîka
û Kurdên Başûr êrîş bibin ser KADEK´ê, wan belav
bikin, bigrin û teslîmî Tirkan bikin..
· Çekê
Kurdên Başûr jî ji wan bê stendin..
· Tirk
ji nifta Kerkûk-Mûsilê para xwe bistînin..
Bona vê yekê Tirk dixwazin leşkerê xwe berî her derê
li Kurdistanê bi cî bikin. Ger ew nebû, li dora Kerkûk-Mûsilê
be..
Divê leşkerê wan ji ser Kurdistana Başûr biçe
û li wir pênc heb padîgan çêke. Sîleh, cebirxane, xarin
û hemû lazimîyên dinê jî bi vê rê bibe û konwoyên xwe bi
destê eskerê xwe biparêze. Ango li Kurdistanê jî eskerê
xwe bi cî bike.
Di destpêkê da 10 hezar esker dişînin. Lê gor plana
wan piştra gav bi gav zêde bikin û bigihînin 50-60
hezarî.. Ji nuha va nîyeta xwe eşkere dibêjin.
Gor biryara Meclîsa Tirkan şandina esker ji bo salekî
ye, lê dikarin piştra dirêj bikin. Ji nuha va hin rojnamevanên
wan behsa 20 salî dikin!
Ango nîyeta Tÿrkan ketin e, lê ne derketin e. Ango nîyeta
wan dest danîna ser Kurdistana Başûr e.
Dixwazin ji bilî Xabûrê, derîyeke teze jî vekin ji bo
xwe.
Carna jî dibêjin, emê eskerê xwe bi ser Sûrîyê ra û bi
trênê bişînin. Gelo ji Sûrîyê pirsîne, yan Sûrîyê bi
tiştekî saynakin? Çawa di malpera “Kerkûk Kurdistane”
da hatibû nivîsandin, “Sûrîye ne dewlet e?.”
Nîyeta Tirkan ev e. Lê ji bo ku xelkê bixapînin, vê nîyeta
xirab vedişêrin. Hukumeta wan dibêje „emê ji bo avakirina
aşitîyê li heremê û ji bo alîkarîya gelê Iraqê biçin!“
Berê digotin „Xelkê Iraqê me dixwaze, ger ew nexwazin,
em naçin; bila Konseya Miweqet ya Iraqê me dawet bike..”
Lê dema ku dîtin ne tenê serokên Kurd, serokên dinê yên
Şîa û Sunnîyên Ereb, heya Tirkmen bi xwe jî, ango Konseya
Miweqet û Hukumet eskerê Tirk naxwaze, vêcar gotin:
„Konsey û hukumet ne mihîme, ew gelê Iraqê temsîl nakin,
emê biçin!“
Lê dema ku dinya alemê dît, xelkê Iraqê jî sedî da 94
wan naxwaze, vêcar gotin:
„Amêrîka bixwaze têrê dike, emê biçin!.“
Ango, ne guh didin xelkê Tirkîyê (ku piranîya xelkê Tirkîyê
jî dijî şandina esker e) ne guh didin hukumeta Iraqê,
ne jî gelê Iraqê; Amêrîka bixwaze têrê dike!
Lê xuya ye ew jî nabe. Amêrîkê jî dît ku li Iraqê kes
Tirkan naxwaze, hatina eskerê Tirk serêşîyên dinê derîne,
li Kurdistanê û Başûrê Iraqê jî tevlihevîyê pêk bîne.
Him jî fêm dikin ku nîyeta Tirkan ne alîkarî ye, ne avakirina
aramîyê ye li Iraqê; Tirk ji bo armancên xwe yên qirêj tên...
Hingê Amêrîka dudilî bû. Nuha bazarîya wan sekinîye û
Tirk gelek aciz in. Vêcar jî hin nivîskarên wan dibêjin:
„Ger Amêrîka jî nexwaze, divê em biçin!..“
De kerem kin, vana dîn bûne, yan har bûne, diçin kîderê?
Gelo meydan vala ye?
Ka çûna we ji bo alîkarîyê bû, ji bo aşitî û aramîyê
bû?
Wek çîroka gur û „Keçika bi Şewqê Sor“ e. Gur şara
dapîra keçikê da serê xwe û çû ber dêrî, got:
„Keça minê, dêrî veke!“
Keçikê li pişt derî pirsî: „Tu kî yî?“
Gur got: „Ez dapîra te me!“
Keçikê pirsî: „Çima dengê te ewqas qebe ye?“
„Min serma girtîye..“
Keçikê ji kuna kilîtê nihêrî, dît ku guhê gur ji bin şarê
derketine, xuya dikin.. Pirsî:
„Dapîrê, çima guhê te usa bûne?.“
..............................
Belê, ne hewce ye em dirêj bikin. Nîyeta dewleta Tirk
û karbidestên wê malûm e. Lê xelkê Iraqê jî, çi Kurd çi
Ereb, ne zarok in ku bi derewên gur bêne xapandin.
Lê divê Kurd dîsa jî hişyar bin, derewên vê sazûmana
zordest li ber çavê dinya alemê eşkere bikin û tevdîrên
xwe bistînin.