PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Generalê Tirk Ewrûpayê Tehdît Dike!

Serokê Duduyan ya Fermandarîya Giştî ya Leşkerê Tirk, Org. Yaşar Buyukanit, di 28’ê Gulanê da di civînekê da qise kir. Orgeneral Buyukanit Yekitîya ewrûpa rexnekir, welatên Yekitîya Ewrûpa bi piştgirîya terorê gunekar kir û laf û gef lı wan xwar.

Civîn li ser “bûyerên 11 İlonê û guhartinên piştî wê” bû. Buyukanit di axaftina xwe da usa got:

“Yekitîya Ewrûpa, piştî ku PKK navê xwe guhart, ew xıste nav lîsteya rêxistinên terorîst. Eva tiştekî gelek balkêş e. Tiştekî din ê balkêş jî ew ku, gelek dibêjin, qanûnên me ne misaîd in em şerê dijî terorê bikin. Ev welat piştgirîya rêxistinên terorîst dikin, ango vê mîkrobê di hembêza xwe da xwedî dikin. Ji bona vê yekê, zû an dereng ewê ji vê nexweşîyê nesîbê xwe bistînin..”

Gelek eşkere ye ku, Generalê Tirk bi van gotinan Ewrûpîyan tehdît dike. Dibêje zû an dereng, hûnê ji mîkroba terorîzmê nesîbê xwe bistînin..

Êhtimaleke mezin e ku dewleta Tirk dîsa hazirîya hin komployan dike.

Piştî derba 12 Îlonê ya sala 1980 jî, serokê Cuntayê General Evren dîsa welatên Ewrûpa bi piştgirîya rêxistinên terorîst gunekar kiribû û gotibû "pir nabore hûnê jî ji terorê zirarê bibînin!..”

Bi rastî jî usa bû. Lê teror bi destê Cuntayê û bi navê hin kesan û rêxistinan hat kirin. Cunta faşîst ajanên xwe, “tîmên taybetî” di bin gelek kirasan da derbazî Ewrûpa kir û bi destê wan gelek xirabî kirin, meriv kuştin, teror derxistin.

Wê wextê jî me di derheqa van planên Cunta faşîst da raya giştî ya Ewrûpa hişyar kir. Û piştî gelek sal şunda ev kiryarên cunta faşîst hemû eşkere bûn. Yên wek Abdullah Çatlî, Ağca, Alaattîn Çakicî û çeteyên dinê çawa bi destê Cuntayê hatine karanîn li çarkoşeyê Ewrûpa û welatên dinê..

Dewleta Tirk kîngê bikeve tengasîyê dest davêje xirabî û komployên hanê.

Vêcar jî dewleta Tirk di tengasîyê da ye. Bi taybetî hêzên kevneperest û şovîn, yên zordest ku dewlet di destê wan da ye û naxwazin tu guhartinek ber bi pêş bibe, azadî û demokrasî bê welat. Evana her usa jî naxwazin Tirkîye bikeve Yekitîya Ewrûpa. Ew endametîya Yekitîya Ewrûpa ji bo xwe wek xeterek mezin dibînin. “Teror” ji wan ra mane ye bo parastina vê sazûmana heyî ya zordest. Eğer teror tunebe ewê bi destê xwe çêkin û çêkirine jî..  Bona vê yekê jî dikarin dîsa li welat û li der welat  komplo û xirabîyan bikin û bavêjin ser hinên dinê, bêjin:

“Ka binêrin xetera terorê berdewam e û em nikarin bibin demokrat! Ew kirasê Yekitîya Ewrûpa li me nabe..”

Bona vê yekê em xelkê welat û Ewrûpîyan hişyar dikin. Ew gotinên Serfermandarê Tirk ya Duduyan bê sebep nîne, ev îşaretek e.. Ger sube li Tirkîyê û li Ewrûpa, bi navê hin “terorîstan” hin bûyerên terorê çêbin, qet şaş nebin.. dewleta Tirk di vî karî da gelek hoste ye û em jî di naskirina wê û di derheqa marifetên wê da êdî bûne pispor..

 
PSK Bulten © 2002