PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

QETLÎAMÊN LI GIRTÎXAN HATIN PROTESTOKIRIN

Roja 23ê Kanûna pêşin li bajarê Kolnê bi hezaran kes civîyan û li dijî kuştina girtîyên sîyasî li girtixanên Tirkîyê protesto kirin. Wekî tê zanîn di meha çûyî da bi dehan kesên ku di grêva birçîtîyê da bûn hatibûn kuştin û bi sedan jî hatibûn birîndarkirin. Li dijî vê hovîtîya rejima Tirk li gelek deran meþ û mitingên protestokirinê çêbûn. Li bajarê Kolnê ji meþ û mîtîngeke mezin ji alî Komîta Piþtgirîya Girtîyên Sîyasî hate organîzekirin. Di vê meþ û mîtîngê da nêzîkî sê hezar kes beþdar bûn ku ji wan bi qasî 300 terefdarên Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) jî hebûn. Wan di bin alayên Kurdistanê û flama "Em Qetlîamên Girtîxanan protesto dikin"meþîyan.

Li gor biryara Komita Amadekar, divîyabû tu rêxistin yan jî partîyên sîyasî flama û sembolên xwe yê taybetî venekirina. Û hemû alîyên beþdarbûyî li ser vê biryarê man û heta dawî bi awakî rêk û pêk û bi dîsîplîn çalakîya xwe birin serî. Di wexta vê çalakîyê da polêsên Alman tedbîrên mezin girtibûn. Beþdaran bi hevra ev sloganên han avêtin:

- Bê deng nemîne, wê rojekê dora te jî bê!

- Na ji girtîxanên tîpa F ra!

- Azadî ji bo girtîyên sîyasî!

-Bimre koletî, bijî azadî!

- Bijî Azadîya Kurdistanê!

- Bimre faþîzm!Bijî biratîya gelan!

-Hoch die Internationale Solidaritet!

Di dema meþ û mîtîngê da belavokên PSK û yên KOMKARê bi zimanê Almanî, Kurdî û Tirkî bi awkî fireh hatin belavkirin. Herweha Rojnama Roja Teze, kovara DENG û Bultena PSKê ji dest hatin firotin. Meþ û mitingê li meydana Ebertplatz destpêkir û li ber Dêra Dom gihîþte dawîyê.

 
PSK Bulten © 2001