PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gotin û Kar

Ferhad CAN

Gotin carina neynika mirovan e.

Mirov pirî caran bi rabûn û rûniþtina xwe û bi çend gotinan xwe didin dest: Mirovên gihîþtî, xwedî tecrube li wan dinêrin û digihîjin qeneetekê. Dibêjin, ev kesekî kamil e, yan yekî xam e, xwenezan e...

Dibêjin, ew mirovekî zana ye, yan jî nezan e...

Ew ji xwe razî ye, qure ye, yan nefspiçûk e...

Lê gelek caran jî gotin têrê nake. Carina xwedîyê gotinê di demeke kurt da xwe nade dest. Carina gotin nerm e, makûl e, xweþ e; lê dikare eslê xwedîyê xwe veþêre..

Bi xulase, gotin çiqas xweþ be jî dikare mirovan bixapîne, pîvana esasî ji bo mirovan kar û kirinên wan e.

Bê sebep nabêjin ku hevalê xwe di dema rêvingîtîyê da, di zindanê da, di nav kar da nasbike.. Ew rewþên han xûy û xesletên mirovan derdixin meydanê, rûyê veþartî eþkere dikin.

Carina kiryareke þaþ tesîra hezar gotinên xweþ diþo û dibe..

Di karê komelayetî da, di sîyasetê da jî usa ye.

Hin kes di warê gotinê da jêhatî ne, ji gelekan xweþtir qise dikin. Zmanê wan dirêj e. Bi karê kesekî qayîl nabin. Gotinên mezin dikin. Lê dema dor tê kar tu wan li meydanê nabînî. Ji bo kar waxtê wan tune. Destê xwe navêjin tiþtekî, heya barekî piçûk jî nadin ser milê xwe..

Ev kar çawa têne kirin, ew aþ çawa digere nayê bîra wan. Xelkê ku wan tiþtan bike tim heye, ne hewce ye ew xwe biêþînin, xwe biwestînin..

Dema bûne endamê rêxistinê yan jî partîyê soz dane, heya sond xwarine ku bi fidakarî û berpirsîyarî kar û xebat bikin, mafê partîyê li pêþ yê xwe daynin.. Lê ne soz tê bîra wan ne sond! Ew tiþt hemû li ser kaxizan, di dosyayên kufikî da man..

Ew li rehetîya xwe ne. Ji bo ken û kêfê, dîlanê, dawetê, ger û geyþtê waxta wan heye. Dikarin bi mehan tatîlê bikin. Ji bo sêyra têlevîzyonê, ji bo laqirdî û galegala vala her roj bi saetan waxta wan heye. Lê ji bo meþ û civîneke sîyasî ku di çend mehan da carê, yan salê carê çêbe waxta wan tune..

Ji bo malkirînê, otoyeke lukus, ji bo xalîçe, þemdan û kursîyên giranbuha perê wan heye; lê ji bo rojname yan kovareke Kurdî, ji bo kitêban, ji bo çend quriþ alîkarî ji komele û partîyan ra perê wan tune..

Hin kes hemû emrê xwe, heya canê xwe didin di vê rê da; lê gelek kes rojeke xwe û pênc quriþê xwe jî nadin..

Gelo bi vî awayî welat çawa rizgar be, gel çawa azad be?.

Hin kes jî tiþtekî piçûk dikin û pê dilê xwe rehet dikin. Dikarin deh qatî wê jî bikin, lê xwe nawestînin, naêþînin..

Hinekan di komelekê da, di partîyekê da salekî-du salan bi dil û can kar kirin, çûn hatin, bi heyecan, pirî caran bi lez bûn, dixwastin hertiþt di mehkî da, di salekî da xilas be, xebat bi serkeve.. Ku waxt dirêj bû ew jî bêzar bûn, hezar mane dîtin û dest ji kar berdan, vekiþîn mala xwe.

Mirovên han çiqas pirin!.

Hin jî bi salan bi dû mirovên þaþ, di rêyeke þaþ da, lê bi nîyeteke pak meþîn. Ji canê xwe, ji malê xwe dan. Roj hat rê li ber wan hat girtin, þaþî derket meydanê, pê hesîyan. Lê vêcar jî dilþikestî bûn, hêvîya xwe winda kirin, vekiþîn mala xwe..

Hinek jî qet pê nehîsîn! Rê hat girtin, rêber revî, yan jî li himber neyarê xwe serçokî bû; lê ew dîsa jî wek tiþtek ne bûye bi dû mirovê þaþ in, kilama berê dibêjin. Wekî gêj û xewgerok in.. Tu dema bidî rûyê wan, diqehirin..

Mirovên han çiqas pir in!.

Gelo bi vî þiklî welat çawa rizgar be, gel çawa azad be?

Ji bo mirovê nezan û bêhiþ tiþtekî nabêjim. Yê ku dilê wî ji ber bindestîya gel û welat naêþe, ji van tiþtan bêhay e, serê xwe li ber kolidaran xar dike û ji halê xwe ra þikir dike... Ma ferqê mirovên han û pez û dewarên çolê çi ye?

Mirovên bêhiþ û bêhay jî wek pez û dewarên çolê bê gune ne..

Lê gotina min ji kesên gufire ra ye. Ewên ku bi rewþa welat û gel hiþyar in, qîmeta azadî û serbestîyê dizanin, demekî ketine nav kar û xebatê, lê yan sist pê digrin, yan xwe naêþînin, yan jî vekiþîne mala xwe û li þerê yar û neyaran sêyr dikin..

Gelekê wan xwe rewþenbîr dihesibînin, gelekê wan sîyasetmedarên kevn in.. Hinan waxtekî doza rêbertîyê dikirin..

Hevalên delal, ma heqê we heye ku hûn di mala xwe da rûnin, li þerê yar û neyaran sêyr bikin?.

Heqê we heye ku sist pê bigrin?. Hevalê we di bin barê giran da xar û xûz bûne. Lê hûn bê bar, bê kar fîtikê lê dixin û dimeþ in, çiqas rehet in!..

Mirov çima dikeve þerekî? Mirov di þer da dikare gor kêfa xwe rûne, dirêj be, qelûnê bikþîne, kêfê bike, dema welatê wan dagirtî be, milletê wan bindest be, di bin cizmên dijmin da nalenal be û hevalê wan dijî neyarê bê dîn û îman di þerekî bê eman da bin?.

Ýro halê me Kurdan ne usa ye?

Herçî kesên ku behsa azadîyê dikin, dibêjin “Kurd çima bindest in?” û gilî gazinên xwe ji partî û sîyasetmedarên Kurd dikin, lê bi xwe ji bo azadîyê, tiþtê ku dikeve para wan bi cî tînin?

Divê mirov azadîyê heq bike.

Xwendevanên delal, ev tiþtên ku ez dibêjim wek gilî û gazin in ji Kurdên gufire û sist, ku di nav wan da gelek hevalê min bi xwe jî hene.. “Heval” hene ku li vê Ewrûpayê xwe ra nabînin heya tomareke belavok hilgirin bibin cîyê ku diçin..

Her usa jî, ne cara pêþîn e ku gilî û gazinên xwe ji Kurdên usa gufire û sist dikim û li ser vê babetê dinivîsim. Lê çi feyde?!.

Pirî caran gotinên me nagihîjin guhê kesên han. Dema bigihîje jî, kesên han yan jê aciz dibin yan jî dikenin û davêjin piþt guhê xwe..

Wek ku di çarînê da dihate gotin:

Zanîn bo nezanan ne tiþtek e, hozan hîç e
Gotina ji serhiþkan ra gotî avê da diçe
Hêfa bilbilê ku bixwîne ji dar û beran ra
Wek rêça zivistanê, bi berfê tê, baran diçe

 
PSK Bulten © 2002