“Dadigehên bilind û karên
wan ên nizm..”
Di bultena me ya meha çûyî da (Heziran) bi
navê “Edalet yan Rezalet?” nivîsek hebû ku tê da behsa hal
û helwesta sîstema edaletê ya Tirkîyê dihate kirin û ji tiştên
sosret nimûne dihatin nîşandan. Çawa zarokên ku li dîwaran
çend gotin nivîsandine cezayên giran didinê û çawa polêzên
ku bi wan îşkence kirine beraat dikin. Çawa polêzên Tirk
di qereqolan da namûsa jinan paymal dikin, lê di derheqa wan
ta tu tişt nayê kirin, lê jinên ku li wan gilî dikin,
têne cezakirin..
Di vî warî da her roj nimûneyên teze çêdibin
û xezîna “edaleta” Tirk dewlemendtir dikin.
Li Silopîyê ku heft meh berê du berpirsîyarên
HADEP’ê, Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz
çûn qereqolê cendirme û cardin jê derneketin, ji wan heya
îro tu xeber tune. Cendirme şeş rojan hatina wan
veşart, got hayê me jê nîne; lê piştî şeş
rojan vêcar got “roja pêşîn hatine û çûne..”
Hertişt li ber çavan e. Middetekî berî
wê, Fermandarê Alaya Silopîyê ku albayek e, Serdar
bi kuştinê tehdît kiribû. Bi rastî jî gotina xwe bi cî
anî. Vî zordestî li ber çavê dinya alemê du kes kuşt
û windakir. Lê kes pirsa vê curmê jê nake.
Ne leşker, ne dozger..
Ne hukumet, ne serokê wê Ecoyê Qirok, ku xwe
wek mirovekî dirist nîşan dide..
Ne partîyên li hukumetê, ne yên li mixalefetê..
Hemû kesên “eleqeder” û “berpirsîyar” bêdeng
in, bo vî tiştî tilîya xwe nalivînin..
Ji ber ku yên windakirî (herhal kuştî)
Kurd in, û kujdar jî mensûbê ordîya Tirk in.. ango qurban
“bê qimet” in, heya “dijmin” in, lê kujdar mirovên “pîroz
û qehreman”in û kes nikare ji wan ra tiştekî bêje.
Bi salan e evtişt bi vî awayî dibin, dimeşin..
Tiştê xerîb –li vî welatî ne xerîb e-
çapemenîya Tirk jî bêdeng e. Ger hin kesên demokrat û xwedî
vîcdan li ser vê meselê sekinîn jî, xulam û peyayê dewletê
ew dane ber tîran. Yek ji wan nivîskarê rojnama Sabahê Gulay
Gokturk e. Ji ber ku di nivîseke xwe da aqibeta Serdar
û Ebûbekir pirsîbû, ew gunekar kirin, di derheqa wê da dawe
vekirin û jê ra cezayekî giran dixwazin!
Gulay Xanim nuha ji vê yekê gelek aciz e. Di
nivîseke xwe ya dawî da dibêje: “Gelo edaleteke han caran
dibe? Ji curmkaran ra tiştekî nabêjin, min sûcdar dikin!”
Belê, edaleteke han tucar nabe. Lê li vî welatî
tim jî sosretên usa dibin, ku yekî beyanî li himber şaşo
maşo dibe.
Ev rezaletên han, pirî caran jî bi destê “mehkemên
bilind” têne kirin, bi destê “Yargitay” (Mehkema Temyîzê),
Daniştay (mehkema îdarî ya bilind, yan jî Şurayî
Dewlet) û Mehkema Qanûna Esasî”.
Ewê ku bi dilxweşî cezayê nivîskar û sîyasîyan
û ya zarokên masûm testîq dike, lê polêzên curmkar ku li zarokan
eza û cefa kirine ji cezayê xilas dike, mehkema Temyîzê ye!
Ewê ku bi navê “yekitîya welat û millet” navên
dîrokî, heya navên çemên welat, wek Ferat û Munzûr bi xeter
dibîne û wek navê kûçe û kolanan qedexe dike Şûrayî dewlet
e!
Ewê ku Partîya Fazîletê wek navenda şerîetperestî
dibîne û digre, guneh jî dike ser stûyê nazlî İlicakê
(jineke medenî û bi cesaret) ew jî Mehkema qanûna esasî ye!
Biryara dawî ya Mehkema Qanûna Esasî ku li
ser efê ye, ew jî sosreteke teze ye. Mehkemê hin curmên ku
li der efê mabûn, bi navê wekhevîyê xiste nava efê. Lê hin
jî bi derva hiştin bi navê “vîcdana giştî..”
Gelo, ew vîcdana giştî tiştekî çawa
ye? Ma ew vîcdan çawa razî dibe ku kujdar û haydûtên wek Halûk
Kircî û Mehmet Alî Ağca bên bardan û mirovên nivîskar,
rewşenbîr û zarokên masûm, xortên bê gune di zindanan
da birizin?.
Belê, vê “Mehkema Bilind” jî cezayên sîyasî
li der efê hişt. Dewletê curmên dijî xelkê, kuştin,
dizî, talan ef kir; lê yê ku dijî xwe bû, wek rexne, wek daxwaza
azadî û edaletê ef nekir.
Gelo, ev dewlet bi xwe çi ye? Ma ew ne ji wan
diz û zordestan pêk tê ku hukim xistine destê xwe?.
Bê guman ev e. Ew diz û zalimên ku bûne dewlet,
yê ku dijî dizî û xirabîya wan derketîye ef ne kirin û nakin!
Eva tiştekî adî ye.
Lê hal û ehwalê vê “Mehkema Bilind” jî ev e.
Dadgerên (hakim) wê jî qerewîlên vê sazûmana jengarî ne. Asoyê
wan teng e û ji dinyayê bêhay in. Mêjîyê wan jî di navbera
wan kitêbên reş û dosyayên qirêj da genî bûye.
|