Persengê dev û Şerafettîn
Elçî (*)
H. Azad
Mirovê ciddî persengê devê xwe dizane. Dema tiştekî
dibêje yan dinivîsîne, pîvanên xwe hene. Da ku li gel xelkê,
li gel guhdar û xwendevanan rûreş nebe.
Mirovê mezin mutewazî ye, pesna xwe nade. Ger ew hêja ye,
kirinên wî baş in, divê xelk bibîne û bêje.
Şerafettîn Elçî Kurdekî bi emr e, ta ji xortanîya
xwe wek mirovekî welatparêz hatîye naskirin. Mebûstî û wezîrtî,
demekî kurt jî serokatîya partîyeke piçûk (DKP) kirîye. Her
çiqas di sîyasetê da bi hin zaafên xwe, bi ezitî û egosantrîzm
hatibe naskirin jî, dîsa jî dema yekî wek wî tiştekî
dibêje, mirov jê hêvî dike ku bi pîvan be û persengê devê
xwe bizane.
Lê mixabin Elçî, van rojên dawî beyanek
daye rojnameyeke hefteyî û tiştên gelek bê pîvan û bê
pergal gotine.
Di derheqa avakirina partîyeke legal da ji Elçî dipirsin
û dibêjin: “Me bihîstîye tu partîyekê çêdikî, lê çend cêribandinên
heta niha bi ser neketin, ku serokatîya yekê ji wan (DKP)
we dikir; DBP û HAK-PAR jî du numûneyên mayîn in..”
Elçî dibêje: “DKP partîyeke cuda ye.
Divê DKP têkilî wan nebe. DBP û HAK-PAR nebûne tercumanê hîsên
netewî. Çimkî îdeolojîyên biyanî hakimî van partîyan e. Ne
ku destê wan û gel bi hevdu re girêdayî bûn; hinek, çendek
rewşenbîr çawa xwe bi leystokekê mijûl dikin, wiha kir;
ew nebûn partîya gel. DKP ji rihê milet derket. DKP temsîlcîyê
rihê milet bû….”
Elçî bi wê jî namîne, pê da diçe û dibêje: “Ji serokê
PKK pirs kirine: ‘Partîya Kemal Burkay û yên legal ku hene,
hûn ji wan ne aciz in, lê hûn ji DKPê, ji Partîya Şerefedîn
aciz in.’ Wî gotîye: “Partîya Kemal Burkay û yên di rîya wî
de hatine danîn, ew tu car ji me re ne problêm in. Ew pir
pir dikarin salona sînemayekî dagirin. Lê eva hanê dikare
milet bi xwe re bibe…”
De kerem kin, ji van gotinên bê pîvan û bê endaze em li ser
kîjanê bîsekinin?
Çima Şerafettîn û partîya xwe “tercumanê hîsên netewî”
ne û DBP û HAK-PAR ne usa ne? Pîvana hîsên netewî çi ye? Gelo
ev qenter li cem Şerafettîn Efendî ye?
İdeolojîyên bîyanî çi ne û çima hakimî DBP û HAK-PAR’ê
ne?
Her kesek jî zane ku DBP partîyeke demokratîk bû û ji bo
Kurdan azadî û demokrasî dixwast û HAK-PAR jî vî tiştî
dixwaze. Gelo ferqê “Partîya Şerafettîn” çi ye?
Şerafettîn xwe û “Partîya xwe” pir mezin, DBP û HAK-PAR’ê
jî pîr piçûk dibîne û ji bo wan dibêje: “Çendek rewşenbîr
leystok dilîzin…”
Gelo ev gotin ne şerm e? Mirovekî
ku leystok nalîze, mirovekî kamil ku xwe wek serok dibîne,
van gotinan dike? Ma xelk jê napirse: “Ew milletê ku bi te
ra ye, Şerafettîn, li ku ye? Ma te kîjan welat zeft kirîye?
Ka kirinên te û berhemên te?..”
Em bên gotinên wî di derheqa Kemal Burkay da.. Rojnaman
kîngê jê pirsîne û Apo ev gotin kîngê kirîye, -kirîye
yan ne kirîye- bi rastî em pê nizanin. Bike jî, ji bo însanekî
wek Apo, ku çi hat bîra xwe û ser zmanê xwe dibêje, ne zêde
ye. Lê Şerafettîn çima van gotinan bi kar tîne? Berî
her tiştî, babet ne Bûrkay û PSK ye. Babet partîyên legal
in li welat. Burkay ne mesûlekî, heya endamekî DBP, yan jî
HAK-PAR’ê ye.
Li alî din, madem Şerafettîn ewqas qîmet dide gotinên
Apo û wan wek referans bi kar tîne, Apo di derheqa wî da jî
heya îro, ji “xeterbûnê” wê da gelek tiştê xirab gotîye,
gelek caran ew wek ajan, wek merivê dewleta Tirk bi nav kirîye…
Şerafettîn wan gotinan jî tîne bîra xwe?
Ne şerm e ku mirov xwe bispêre gotinên Apo?..
Dibe ku Şerafettîn ji Burkay aciz e û firsend dît, jehra
dilê xwe rijand. Waxtekî rojnamevanan jê pirsîbûn, gotibûn:
“Tu bi hevalên Kemal Burkay ra partî çênakî?”
Şerafettîn gotibû: “Na, ew sosyalîst e, ez bi sosyalîstan
ra çênakim!”
Ji Burkay jî pirsîn, lê wî got: “Ger firsend hebe ez bi
Şerafettîn ra, di partîyeke legal û demokrat da bi hevra
kar dikim. Helbet ez sosyalîst im û ew jî ne sosyalîst e;
lê ne şert e ku li ser her tiştî em wek hev bifikirin;
em dikarin li ser bernameyeke miştêrek, ji bo azadîya
Kurdan û demokratîyê bi hevra kar bikin.”
Yek ji ferqên Burkay û Şerafettîn ev e…
Xuya ye Şerafettîn dijminê sosyalîzmê ye û sosyalîstên
Kurd jî wek dijmin dibîne. Lê em sosyalîstên Kurd, welatparêzên
dinê wek dijmin nabînin, ew lîberal bin, îslamî bin, ferq
nake; ji bo armancên miştêrek em dikarin bi wan ra, di
yek cephekî da, heya di yek partîyekê da kar bikin û dikin
jî. Yek ji ferqa me sosyalîstan û kesên wek Şerafettîn
jî ev e…
Şerafettîn bi sosyalîstên Kurd ra kar nake, lê dijminên
milletê Kurd ra dike. Waxtekî di partîya Demirel da (AP) mebûs
bû. Piştra ji bo wezîrîyekê transfer bû, çû cem Ecevit.
(Ecevît di sala 1978 da, 11 mebûsên ji partîyên dinê û yên
serbixwe, piranî axa û şêxên Kurdan, her yekî vek rişwet
wezîrîyek dayê û girt cem xwe, hukumeta Demirel êxist û bi
xwe hukumet çêkir. Ji wan 11 kesan yek jî Şerafettîn
bû…)
Şerafettîn piştî 12 îlonê jî, ji bo mebûsî li derîyê
Baykal xist, li derîyê Erbakan xist, derî ne hişt lêxist…
Ango Şerafettîn bi hemû partîyên Tirk yên sazîperest
ra, çi çep çi rast, çi Tirkên muhafazakar, çi sosyal demokrat,
kemalîst, çi olperest dikare kar bike, lê tenê bi sosyalîstên
Kurd ra kar nake!..
Bila be, ji bo me ne xem e! Em ne aşiqê
rûyê Şerafettîn in. Lê ev zîhnîyet xizmeta welatparêzîyê,
bi taybetî xizmeta yekitîya hêzên welatparêz nake. Divê mirov
ji bîr neke ku sosyalîstên dilsoz her usa jî welatparêzên
herî baş in û pêşengîya şoreşa rizgarîyê
kirine li gelek welatan. Li welatê me jî xizmeta wan li ber
çavan e.
Em bêjin di vî warî da allerjîyeke Şerafettîn heye dijî
me sosyalîstan. Bila keremke welatparêzên dinê ra kar bike…
Lê Şerafettîn wê jî nake. HAK-PAR nimûne ye. Partîyeke
sosyalîst, ango yeke “gunekar” nine, bi bernama û armanc partîyeke
demokrat e, ji bo gel û welat azadî û demokratî dixwaze û
bo wê kar dike. Gellek însanên welatparêz yên Kurd, çi sosyalîst,
çi sosyal demokrat, çi lîberal, çi dîndar, di refên wê da
yek bûne. Serokê xwe ji malbateke bi rûmet, nebîyê Şêx
Saîdê Pîran, Abdulmelîk Firat e, bi welatparêzîya
xwe nas e. Bila Şerafettîn keremke tevî wî kar bike.
Lê wê jî nake…
Ji ber ku Şerafettîn partîyekê dixwaze tenê ji bo xwe!
Ew bibe serok û tim serok bimîne! Dikanek pîçûk be, yê wî
be, yan mîxtarê gundekî be û gundê wî be, têrê dike…
Di salên borî da jî, dema DEP, DDP û DBP çêbûn, dema HAK-PAR
çêbû, dîsa însanên welatparêz ji Şerafettîn ra pêşnîyar
birin, gotin “were em bi hevra kar bikin.” Şerafettîn
şert danî, got: “Divê ez bibim serok!” Heya xwest ku
“meclîsa partîyê” jî bi xwe hilbijêre!..
Eger ferqek di navbera DKP û yên dinê da (DDP, DBP û HAK-PAR)
heye ev e: DKP “Partîya Şerafettîn” e, ango yê mirovekî
ye û di partîyeke han da tu car demokratî nabe; lê partîyên
dinê ne malê kesekî û çend kesan in, ew partîyên temamîya
kesên rêvebir û endaman in û ji bo xizmeta gel in, rêxistinên
demokrat in.
Şerafettîn xwe wek mirovekî lîberal nîşan dide;
lê bi vî şiklî mirov nikare bibe lîberal jî.
Em bên mesela hêz û giranîyê… Gelo Şerafettîn Elçî ewqas
bi xwe qaîl e, heya îro çi kirîye? Di dema wezîrtîya xwe da
gotineke baş kir, got “Ez Kurd im û li Tirkîyê Kurd
hene…” Wê demê ev gotineke bi cesaret bû, bi taybetî ji
devê wezîrekî hukumeta Tirk derkeve. Em jî bi vê gotinê kêfxweş
bûn û me sosyalîstên Kurd di Roja Welat da resmê Şerafettîn
danî û pesna wî da.
Xuya ye ku em mirovê xêrxwaz û qedirnas in, yek tiştê
baş bike, em li pişt in.
Lê piştî wê Şerafettîn heya îro çi kir? Kar û xebata
wî çi ye? Çend sal berê partîyek bi navê “Demokratîk Kîtle
Partîsî” çêkir û middetekî şunda hat girtin. Şerafettîn
ku ewqas pesna xwe û partîya xwe ya heyî û neyî dide, gelo
wê partîyê çi kar kir, çi marifet nîşan da, şerafettîn
çi kir? Gelo çalakîyek, mîtîngek, meşek, daxwazek tê
bîra kesî?
Na, em heqê wî nexwin, carê çûbû Stokholmê ku konferansekê
bide, Apocîyan êrîş kirin, civîna wî belav kirin. Gelo
ew “kîtle”ya mezin û ew milletê “lî dû wî” li ku bû, çima
ew ne parast?..
Xuya ye Şerafettîn, wek mêras, di bazarê da hîn wê gotinê
xerc dike: “Ez Kurd im û li Tirkîyê Kurd hene…”
Lê divê ji bîr neke ku, berî wî jî gelek kesan, ne ku tenê
Kurdbûna xwe, hebûna gelê Kurd û Kurdistanê jî gotin û ji
bo vê ketin zindanên Tirkan.
Va ye emrê Şerafettîn hema hema dighê heftê salî; gelo,
ji wezîrîyeke Tirkan û pere qezenckirinê pê ve, berhemên wî
çi ne?
Û piştî vê saetê Şerefettîn ji bo Kurdan çi dikare
bike? Ger bike jî, ma şert e ew serî bikişîne?
Kemal Burkay, hîn di hal û rewşeke berhemder da ji serokîya
partîya xwe vekişî, rê ji xortan ra vekir û dîsa jî xizmet
dike, ma Şerafettîn jî nikare usa bike? Li meydanê hazir
“partîyeke wî” jî tune ku, ez bêjim destê xwe jê nabe…
Her usa jî, kar û xebata Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK),
ku xebateke bê westan û berhemdar e û 30 sal e dajo û tê,
di sîyaseta Kurdan da, di karê rêxistinî, weşanî û çandî
da, di warê dîplomasî da, bi sedan, bi hezaran çalakî û berhem,
li ber çavan e. Yê ku dibîne dibîne, yê ku nabîne jî kêfa
xwe ye…
Em fedî dikin ku rola xwe û kirinên xwe bi yên Şerafettîn
ra qiyas bikin…
Ji gotinên Şerafettîn wek “çendek rewşenbîr” xuya
dibe ku, ew rewşenbîrîyê tiştekî piçûk dibîne. Ev
gotina “çendek rewşenbîr” ji bo me, ne gotineke teze
ye û berî Şerafettîn jî gelekan ev benîşt cûtin
û dilê xwe pê sar kirin. Lê benîşteke pûç e, gotineke
ne rast e. Ji xwe di civata me Kurdan da, mixabin rastî gelekan
aciz dike û derew kêfa wan tîne…
Hevalên me ne axa ne, ne patron in, lê piranî karker in,
gundîyên feqîr in, mamoste ne, însanê xebatkar in.
Tenê nimûnekê bidim: Sekriterê PSK ya teze, Mesûd Tek,
heya salek berê li firinekê karkerî dikir. Sibehan di saet
şeşan da radibû diçû, êvaran û rojên tatîlê jî karê
partîyê dikir.
Ger qet tiştekî me yê din nebe jî, hebûna Federasyona
Komelên Karkerên Kurdistan (KOMKAR) li Elmanya û li gelek
welatên Ewrûpa, xwedîyê van gotinan derewîn derdixe..
Hevalên me him karker û însanê xebatkar in, him jî, rewşenbîr
nebin jî, bîra wan rewşen e; ji bo gel û welat û dinyayê
gelek tiştên baş difikirin û dikin.
Xuya ye, wek wan kesan, Elçî jî, bi vê gotinê rewşenbîran
piçûk dibîne. Xwezî ewqas rewşenbîrê me hebana, salonek
tijî bikirana… Hingê sîyaseta Kurd gelek xurt dibû, hişyarkirin
û rêzkirina gel gelek hêsan dibû.
Kêmasîya mezin ya tevgera Kurd, mixabin kêmasîya rewşenbîran
e. Rewşenbîrên wek rewşenbîr; zana, asofireh, dilpak,
dirist û fidakar… Ger ev kêmasî ne bana tevgera Kurd di warê
sîyasî da ewqas şaşî û xeletî ne dikir, xwe ji planên
dijmin û har û hovîyên şaş û nezanan diparast û
dikaribû ji ser astengên egoîstan bi rehetî derbaz be, di
rêyeke rast da yekitîya xwe pêk bîne…
Şerm e Şerafettîn, şerm e, tu êdî di emrekî
kamil da yî û divê dilê te jî kamil be û persengê devê xwe
bizanî…
-------------------------------------------------
(*) Piştî nivîsa delal ya Kek Yilmaz (Çamlibel)
ya bi navê “Acayip Tipler” (Mirovên Ecêb), dibe ku
ne hewce bû li ser gotinên Şerafettin cara duwem bê nivîsandin.
Lê dema nivîsa wî derket ya min jî hazir bû. Him jî ya Kek
Yilmaz bi Tirkî ye, ya min bi Kurdî ye. Ango xwendevanên ku
bi Tirkî nizanin dikarin bixwînin û ji meselê haydar bin...
|