Hal
û Helwesta Mîlosevîç
Serokdewletê berê
yê Yugoslavya, Mîlosevîç, bi destê hukumeta îro hat girtin
û hat şandin Hollandayê û li wir, li bajarê Laheyê derkete
pêşîya Dadîgeha Curmkarên Şer ya Navnetewî. Eva
ji bo huqûqa navnetewî serketinek bû, lê ji bo Mîlosevîç û
welatê wî rewşeke trajîkomîk..
Mîlosevîç heya
duh goya serokê partîyeke sosyalîst û dewleteke sosyalîst
bû. Bi xwe, partîya wî û Yugoslavya bi rastî çiqas sosyalîst
e, eva pirseke din e. Lê ew dijayetîya welatên NATO’yê himberî
wî û Yugoslavyayê, bê guman ji vê nasnama sosyalîstî bû. Wan
wek Yekitîya Sovyêt, Yugoslavya jî bona vê yekê perçe kirin
û ji sinc yan sitrîyeke dinê li Rojhilata Ewrûpê xilas bûn.
Lê Mîlosevîç û ew hukma ku wî temsîl dikir, ew jî ne tiştekî
pak bû. Hukumeta wî, bi navê ”parastina yekitîya welat” gelek
xirabî kir û dawîya xwe bi destê xwe anî.
Yugoslavya
dewleteke federal bû ku bi yekitîya çend gelan pêk dihat,
li ser esasê wekhevîyê ava bûbû û bi raya me nimûneyeke baş
bû di warê federalîyê da. Bi taybetî di dema Tîto da di navbera
van gelan da ahengek baş hebû. Helbet wê demê jî daxwazên
cudabûnê, ewqas xurt nebe jî carina xwe nîşan dida. Lê
piştî ku di destpêka salên 1990 da sazûmana sosyalîstî
li Rojhilata Ewrûpa têk çû, hingê di nav gel û netewên Yugoslavî
da jî daxwaza serxwebûnê xurt bû. Di nav Hirwat, Slowen, Boşnak,
Alban (Arnawût) û Makedonan da mêyla cûdabûnê xurt bû û xwe
nîşan da.
Di
rewşeke hanê da, du tiştên makûl hebû ku divîya
bû bê kirin: Yek ew bû ku, ger li hinan neheqî hebû, divîyabû
bê rast kirin, ango ew bêne razîkirin, da ku federasyon bikarebe
bi dilxweşî li ser pîyan bimîne. Yan jî, ger daxwaza
cudabûne xurt e, hingê ji vê daxwazê ra hurmet bê kirin, ango
bi usûlê Çek û Slowakan çareyek bê dîtin, da ku ew bê şer
û pevçûn ji hev cudabin.
Lê
di federasyonê da hêza mezin, bi gotineke din birayê mezin,
Sirb bûn û ew ji vê yekê ra razî ne bûn. Hukumeta Sirban di
bin serokatîya Mîlosevîç da dijî cudabûnê derket û bi milletperestîyeke
xurttir bersîva wan da. Xwast bi darê zorê vê yekitîyê bimeşîne.
Ev sîyaseta şaş bû sedemê şer û pevçûnan, NATO
jî têkilî karê vî welatî bû û li dawîya dawî Yuğoslavya
dîsa parçe bû; lê bîlesewe ewqas xwîn rijîya, ewqas xirabî
çêbû û rik û dijayetî kete navbera wan gel û milletan. Sirbîstan
bi xwe jî di van şeran da ser û bin bû, zirarek mezin
dît. Mîlosevîç û hevalên xwe di vî şerî da gelek curmkarî
kirin, xelkê bê gune û bê sîleh kuştin û di erdê da bi
komekî çal kirin. Evana curmên dijî mirovetîyê ne.
Bona
vê yekê, heqê civaka navnetewî ye ku Mîlosevîç û berpirsîyarên
dinê mihekeme bike, pirsa van curman ji wan bike û wan ceza
bike. Li himber xirabîyên usa heqê kesî nîne ku bêje ”ev karê
welatê me yê hundur in û hûn nikarin têkilbin.” Mehkemekirina
Mîlosevîç di warê huqûqa navnetewî da gaveke gelek baş
e û divê bibe nimûne û îbret ji bo kesên dinê jî ku xirabîyên
bi vî cureyî dikin. Divê kirinên hanê ji xwedîyan ra nemîne.
Li
alî dinê, di vî warî da li dinyayê curmkar ne tenê Mîlosevîç
û hevalên xwe ne. Ew tiştên ku li Tirkîyê, İran
û Îraqê bi Kurdan hatine kirin û hîn jî têne kirin, ji kirinên
Mîlosevîç ne kêmtir in, lê qat bi qat zêdetir in. Serda jî,
dema meriv rewşa Kurdan û rewşa wan gelên li Federasyona
Yugoslavya bide ber hev, di navberê da ferqekî mezin heye.
Ew di nav federasyonê da jî xwedî nav û nasname, xwedî sînor,
al, hukumet û parlamen bûn. Zman û çanda wan serbest bû, fermî
bû. Lê halê Kurdan ne hewce ye ku em bêjin, li ber çavan e
û dinya alem pê dizane.
Kurd
dema heqê xwe dixwazin, eza û cefa dibînin, tên girtin, tên
kuştin û tên nefîkirin. Saddam dijî Kurdan heya çekên
kîmyewî bi kar anî. Sazûmana Îranê bi salan e, ne ku bi tenê
Kurdistana Rojhilat ser û bin dike, lê heya çend car destê
xwe dirêjî Ewrûpa kir û serokên Kurdan li wir jî teror kir,
kuşt. Tirkîyê jî, kirinên berê bila li wir bimîne, lê
di van 20 salên dawî da dîsa welatê me ser û bin kir, 30-40
hezar însanê me kuşt û 4-5 mîlyon jî ji welatê bav û
kalan derxist, nefî kir. Evana curmên windakirina gel û milletekî,
ango curmên jenosîdê bûn û ne tenê dijî kurdan, lê her usa
jî dijî mirovetîyê bûn. Lê pirsê van kiryaran ji Saddam, ji
berpirsîyarên dewleta Îranê ya terorîst, ji berpirsîyarên
dewleta Tirk; ji Demîrel, Ecevît, Çîller û yên dinê çima ne
hate kirin? Ew çima nayêne bîra kesî? Çima welatên Rojava,
bi taybetê endamên NATO’yê, himber ewqas xirabî û curmên mezin
jî dîsa alîkarîya aborî û eskerî didin Tirkîyê?
Gelo
eva ne durûtîye? Heya eva ne şirîkatîya curm e?
Lê
mixabin karên dinyayê usa nin. Dostî û dijminahî, curmkarî
û mazlûmî gor maf û gor rewş e!.
Di
bûyera Mîlosevîç da hin tiştên din ên balkêş hene.
Yek ji wan ev e ku hukumeta Yugoslavya, heya qanûnên welatê
xwe da bin pîyan, bê xeberê serokdewletê îro û bê rizaya Dadîgeha
Bilind ya Qanûna Esasî, Mîlosevîç girt, kir teyarê û şande
Laheyê. Ji bo dolarên ku welatên rojava bidine vî welatî.
Ango Mîlosevîç bi destê hukumeta Zoran Cîncîç hat firotin.
Eva
ji bo welat û hukumetekê rûreşîyeke çiqas mezin e! Ger
hukumeta Yugoslavyê di wê rayê da bû ku Mîlosevîç curmkar
e –bi raya me curmkar e- dikaribû bê şandina Laheyê,
vî karî bi xwe bike. Ango Mîlosevîç mehkeme û ceza bike. Eva
bo vê hukumetê û bo vî welatî dibû serbilindîyek.
Tiştê
din ê balkêş jî helwesta Mîlosevîç bû li himber mehkema
Laheyê. Mîlosevîç li himber mehkemê serê xwe nizm nekir, li
raweran ne gerî, lê got: ”Ez vê mehkemê nasnakim. Ev ne qanûnî
ye. Ew ji bo rûsipîkirina NATO ye ku bi êrîş welatê min
ser û bin kir. Bona vê jî hewce nabînim ku bi rîya awûqatan
xwe biparêzim.”
Helbet,
nîyet û kirinên NATO çi bibe jî, Mîlosevîç ji berpirsîyarîya
kirinên xwe xilas nabe. Wî bi kirinên xwe yên xirab ev mehkeme
heq kiribû. Lê, her usa jî, curmê Mîlosevîç çi dibe bila bibe,
wî li himber mehkemê serê xwe nizm ne kir, xar û xûz nebû.
Ew jî tiştek e. Lê hin kes nikarin ewqasî jî bikin. Hin
kes li himber gelê xwe, li himber hevrêyên xwe gelek hişk
in, zulimkar in; lê dema derdikevin himber mehkema dijmin
xar û xûz dibin, poşmanî nîşan didin, dibêjin ”canê
min bibexşînin, ezê xizmeta we bikim!..” Û dikin jî.
Ev
nimûneyên han ê sosret jî me dîtin. Him jî ne li dûr, li welatê me.. Rastî
tûj û tahl e, lê ev e!..
|