PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Sîyasetvan û rewşenbîrê Kurd
Hemreş Reşo çû heqîya xwe

Serokê Partîya Demokrata Kurdistan-BAKÛR Hemreş Reşo, du roj berê (27’ê Çileyê Pêşîn) li Elmanya çû heqîya xwe. Bi vî awayî tevgera Kurd sîyasetvan û rewşenbîrekî xwe winda kir.

Navê Hemreş yê eslî Hamdî Turanli ye. Di sala 1939 da li Kahta ya Semsûrê hatîye dinyayê. Piştî xilaskirina lîse middetekî li Zanîngeha Enqerê, beşa huquqê da xwendîye û di sala 1963 da derketîye dervayî welat, li Elmanya cîwar bûye. Ji wê demê vir da, va ye 40 sal e ku li Elmanya dijî.

Hemreş hîn di xortanîya xwe da Kurdekî welatparêz bû. Li der welat jî di warê sîyaset û çanda kurdî da kar û xebata xwe ajot. Li vir piştgirîya tevgera Kurdistana İraqê kir , bû endame KSSE (Komela Xwendekaran Kurd li Ewrûpa). Tevî hin hevalên xwe rêxistina Bahoz avakir û kovara Çîya derxist. Kovara Hawar, beşa latînî ji nû va çapkir.

Di salên 80’yî da (1987-88) di kar û xebata ji bo avikirina Yekitîya Hêzên Kurd (Tevgera Rizgarîya Kurdistan-TEVGER) da Hemreş jî wek nûnerê PDK-Bakûr hebû.

Di sala 1992’yan da tevî hin rêxistinên dinê PDK-Hevgirtin avakirin û Hemreş bû serokê vê yekitîyê.

Di sala 1993 da ji bo avakirina cepheyekê li Kurdistana Bakûr 12 rêxistin hatin ba hev. Hemreş, wek barpirsîyarê PDK-Hevgirtinê di vê kar û xebatê da cî girt. Lê mixabin ev kar û xebat bi ser neket.

Demekê çû Tirkîyê û hat girtin, middetekî kurt di hepsê da ma.

Hemreş zewicî bû û pênc zarokên wî hebûn. Heya roja mirinê kar û xebata xwe ajot. Van salên dawî bi nexweşîya kansarê ketibû. Li dawîyê nexweşîyê zora wî bir û hîn di emrekî ne ewqas mezin da (64 salî) çû heqîya xwe. Hemreş mirovekî rûken û di pêvendîyên xwe da însanekî nerm bû. Bi çûna wî tevgera Kurd emekdarekî xwe yê xwedî tecrube di warê sîyaset û rewşenbîrî da winda kir.

Bila serê hevalên wî û malbata wî sax be.

Piştî xebera mirina Hemreş, Sekriterê Partîya Sosyalîst Kemal Burkay ji PDK Bakûr ra ev nameya jêrê şand:

Ji bo PDK Bakûr

Hevalên delal,

Min bihîst ku serokê partîya we, hevalê hêja Hemreş Reşo çûye heqîya xwe. Gelek xemgîn bûm. Heval Hemreş jîyana xwe ji bo rizgarîya gel û welatê xwe  derbaz kir. Di tevgera welatparêzî da di warê sîyasî û çandî da pareke wî ya hêja heye.

Bi navê xwe û bi navê hemû endamên Partîya Sosyalîst a Kurdistan êşa we parva dikim, ji we ra û ji malbata wî ra sersaxî dixwazim.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

28 Çileyê Pêşîn, 2002

 
PSK Bulten © 2002