Hazirî ji
bo Partîyeke Teze
Rojên 14-15 Tîrmehê li Enqerê komcivînek (kongre)
çêbû bi navê “Komcivîna ji bo Demokrasî û Çareserkirina
Pirsa Kurd.” Ew civîn bi destê însîyatîfeke Kurd çêbû,
ku sala çûyî hatibû çêkirin û avakirina partîyeke teze, legal
û fireh dabû pêşîya xwe. İnsîyatîfê di vê navberê
da li welat û li der welat civîn çêkirin raya xelkê girt û
bi vê komcivînê gaveke teze avêt.
Civîn li Otêl Ador civîya û 750 kes ku hatibûn
dawetkirin, tê da beşdar bûn. Civînê du rojan ajot. Abdulmelîk
Firat civîn vekir û axaftina pêşî kir, M. Celal
baykara wek serokê dîwanê hat hilbijartin.
Abdulmelîk Firat di axaftina xwe da behsa pêvajoya
İmralîyê, planên dewletê kir û got: “Divê Kurd rê û çareyekî
bibînin da ku ji vê neqeba teng derbaz bin. İro li pêş
Tirkan pirsa demokrasîyê, mafên mirovî, betalî, krîza aborî
heye. Bo Kurdan jî, him ev pirs hene, him jî pirsa azadîyê.
Xuya bû ku ev partîyên heyî nikarin van pirsan çareser bikin.
Bona vê yekê ye ku em hatin ba hev, me avakirina partîyeke
teze da pêşîya xwe ku bikaribe van pirsan ji bingeh va
çareser bike. Ewê partîyeke demokrat be, pirrengî be û him
Kurd him jî Tirk tê da cî bigrin. Hemû kesên ku di vê civînê
da beşdar in partîyeke teze dixwazin.”
Di civînê da Serokê DBP Yilmaz Çamlibel jî axaftinek
kir û di axaftina xwe da behsa pêvajoya teze kir, got li dinyayê
û heremê guhartinên mezin dibin û divê sîyaseta Kurdan jî
gor vê xwe teze bike. Çamlibel got: “Dinya jî êdî ji Tirkîyê
dixwaze ku biguhure, di warê demokratîyê û mafên mirovî da
gavên pêş bavêje.” Çamlibel, behsa rewşa salên berê
kir û got: “Dema şer hebû, firsend ne dida ku pirs di
nav welat da bi rehetî bên qisekirin. Kê behsa pirsa Kurd
bikira û ji bo çareserîya pirsa Kurd û pirsên dinê rê olaxên
aşîtîxwaz pêşnîyar bikira, wek xaîn bi nav dikirin
û dengê wî dibirîn. İro ev metod û helwestên zordestîyê
piçek sist bûne. Sîyasetên hanê ku hertiştî dixwazin
bi rîya tirs û zorê çareser bikin êdî roj bi roj paşva
diçin. Rê olaxên aşitîxwaz hêdî hêdî xurt dibin.”
Li ser pirsa yekitîyê û avakirina partîyeke
teze danustendin çêbû û li dawîyê biryar hate girtin ku partîyeke
teze avabe û çar meh mihlet da pêşîya xwe. Bo hazirîya
vî karî komikeke xebatê bi 31 kesî hat hilbijartin. Ev komik
ji bo avakirina partîyê wê kar bike, bi kes û dorhêlên dinê
ra jî bida bistîne, destûr û bernamê hazir bike.
Komîsyon ji van kesan pök hatîye: Abdulmelîk
Firat, Yilmaz Çamlibel, İbrahîm Güçlü, Fehmî
Demîr, M. Celal Baykara, Nurettîn Basut, Fevzî Bîlgîn,
Bayram Bozyel, Mehmet Özkök, Reşît delî,
İlhan Günerî, Necla Morsümbül, Behram bîlgîn,
Seher Erol, Hasan Dağtekîn, Haci Goya,
Arîf Sevînç, Newzat Teker, Ferda Cemîloğlu, Alî
Beyköylü, Kurbanî Demîr, Ümît Tektaş, Selahattîn
Oral, Abdulvahap Meşe, Şeyh Mîsbah, Hayrî
Çalağan, Haci Mehmet Demîr, Adem Özcaner,
Hamîyet Çelebî, Hüseyîn Saral, Songül Yildiz.
Ev gavê teze him li welat, him jî li der welat
di nav Kurdên welatparêz da, her usa jî di nav dostên Kurdan
da bû sedemê dilşahîyê. Hewcedarîyeke mezin ya gelê Kurd
di vê qonaxê da ev e. Partîyeke legal, demokrat û pirrengî.
Her usa jî li ser xeteke welatparêz. Da ku hemû demokrat û
welatparêzên Kurd, li ser hin tiştan rayê wan cudabe
jî bikaribin bi dilekî rehet bi hevra karbikin.
Helbet yên ku aciz bûn jî hene. Wek nimûne
rojnama “Ortadoğu” (Rojhilata Navîn), ku organa faşîstên
Tirk e, di manşeta sereke da êrîşî civînê kir, xwest
xirab nîşande. Ji bo van kesan helbet normal e. Ew dijminê
milletê Kurd in. Dema Kurd bêne ba hev, bidine ser rêyeke
rast ew aciz dibin.
Lê hin der û dorên din jî aciz bûn. Ewên ku
bi navê Kurdayetî derketine lê heya roja îro şerê Kurdan
kirine. Naxwazin û razî nabin ku di meydana sîyasetê da ji
wan pêve kesek hebe. Ewên ku behsa demokratîyê dikin, lê tucar
ji yên dervayî xwe ra demokratî nasnakin, heya ji hevalê xwe
ra jî nasnakin. Ji pêvendîyên demokratîk, ji pirrengî aciz
in.
Lê ev tişt ji bo wan jî normal e. Tirsa
wan jî gelek e. Dema Kurd li ser xeteke rast, himçax bikaribin
bên ba hev, nimûneyeke baş derînîn meydanê, hevî bidin
gel, hingê projeyên li ser vir û derewan, wek projeya “komara
demokratîk” pûç dibe.
Tirsa dewleta Tirk jî, ya wan jî li cî ye..
Derdê wan yek e.
|