Dendikên
Hêcîrê, Pelên Hêcîrê..
F.
HASAN
Hin gotin û hin
nivîs dendikên hêcîrê tijî nakin. Wek nimûne, ew gotin, şirove
û nivîsên Medya-TV û rojnama Ozgur Polîtîka, ew teorîya komployê,
di van 15 rojên dawî da. Dibêjin dijî PKK komployeke teze,
ango plan û dezgeyeke mezin heye. Amêrîka
û Elmanya, tevî van herdu dewletên mezin
hin rêxistinên Kurd, ango PDK, YNK û PSK,
her usa jî hin kesên ku di vê dawîyê
da ji PKK cudabûn, di nav vê plan û dezgeyê
da ne…
Tiştê herî
balkêş, nivîskar û şirovekarên PKK, wekî îşaretek
girtine, hemû bi hevra dest pê kirin eynî tiştî dibêjin,
wekî gotin û nivîsên wan bi kaxiza karbonê hatîye zêdekirin..
Min li jorê bi
zaneyî got “komployeke teze”. Ji ber ku ev ne “komploya pêşîn
e dijî PKK”, kî zane ya çendan e! Dibe ku ya hezarî ye, yan
jî hezar û yek!.. Xelk êdî ji gotin û çîrokên han bêzar bûye.
PKK kîngê bikeve tengasîyê hema çîrokeke han çêdike. Li ser
plan û dezgeyên dijmin ên hundur û der şematekî mezin
dike. Çawa sazûmana Tirk a dagirker jî dema dikeve tengasîyê
dike. Helbet, dibêjin kesê ku li cem hespê qir razê yan ji
xûkê wî digre, yan ji tûkê wî.. Evana herdu jî bê dijmin nabin..
Ka jinikê ji zarokê xwe ra digot, “huşş, megîr,
gur bê te bixwe!” Ev herdu jî wek wê jinikê dikin, dixwazin
bi çîrokên han him hevalbendên xwe, him jî xelkê
bixapînin…
Di çîroka
komployê da rola Amêrîkê ne teze ye.
Amêrîka ta ji berê da di vê çîrokê
da aktorê sereke ye. Elmanya jî usa ne, ew jî
di her fîlm yan jî lîstika komployê
da rolên mezin dilîze.. PDK-Îraq jî
usa ne, ew jî, ji deh salan vir da tim dijmin e! Lê
YNK rolan diguhure, carina dost e, carina dijmin e! Di komploya
dawî da YNK jî di enîya dijminan da cîyê
xwe girt.. Yek jî PSK heye di lîstika han da.
PSK ji roja ku PKK avabûye heya sala 1993 di lîsta
dijminan da bû. Piştî protokola sala 1993 –na,
dîsa nebû dost- lê bû tiştek di navbera dost û dijmin
da! Ev rewşa hanê heya Sibata sala 1999, ango heya roja
Ocalan kete destê Tirkan, dom kir û piştî wê rojê, PSK
careke din kete nava dijminan di lîsteya PKK da!.
Em berî
hemûyan li ser rewşa YNK bisekinin. Kîngê hukumeta Kurd
li Kurdistana Başûr di sala 1992 da federasyon îlan kir,
PKK nişkêva aciz bû, dijî federasyonê derket (eynî wek
Tirkîyê, Îraq, İran û Surîye), ew gav wek kevneperesî
bi nav kir û êrişî ser Kurdên başûr kir, şer
derxist. PKK di vî şerî da, li himber herdu hêzên başûr
(PDK û YNK) şikesteke mezin xwar. Fermandarê PKK Osman
Ocalan, herçiqas birê wî Avdilla Ocalan dijî sekinandina şer
be jî, teslîm bû, peymanek mor kir û soz da ku PKK hukumeta
başûr nas dike û jê ra hurmet dike, êdî hêzên çekdar
li başûr bi cî nake û ji wan ra tu serêşîyekê çênake.
Lê serok û berpirsîyarên
PKK careke din gotina xwe bi cî ne anîn. Xûy û adetên wan
e, çawa firsend dîtin vegerîn sîyaseta xwe ya berê. Lê meriv
dikare bêje, ev tişt her usa jî ji bêçaretî bû. Ji ber
ku Şamê, Tehranê û Bexdayê rasterast, Enqerê jî bi rê
olaxên sergirtî ev sîyaset ji wan ra rast dikir. Yek ji karên
PKK ew bû ku li Kurdistana Başûr serêşîyan çêke
û nehêle hukma Kurd li vî parçeyî cî û bingeh bigre, xurt
be.
Ew dijayetî,
şer û pevçûnên nav PDK û YNK jî bi kêrî PKK hatin. YNK
kampa Zelê da PKK û xwest wê dijî PDK bi kar bîne. Bi vî awayî
di navbera YNK û PKK da îttîfaqek çêbû. Herçiqas bawerîya
herdu alîyan bi hevdu tunebe jî, ew êttifaq heya van salên
dawî dom kir. Di vê demê da PKK carina bi gotinên tûj û tahl
YNK rexne kir, lê dîsa jî ew nêzî xwe dît, wek dijmin bi nav
ne kir. Lê di van du-sê salên dawî da Amêrîka kete nava PDK
û YNK û meriv dikare bêje bi şiklekî metazorî, ew li
hev anîn. Herçiqas hemû şertên hevhatinê heya îro
bi cî ne hatibin jî, qe nebe ev herdu partî gelek waxt e ku
şerê hevdu nakin. Ev yek jî kêfa PKK direvîne. Ji ber
ku PKK dijî aşitîyê ye li Kurdistana Başûr. Eynî
wek Tirkîyê, Îraq, İran û Surîyê… Eynî wek Ecevît û Perînçek…
Bona vê yekê jî ji navbervanîya Amêrîkê gelek aciz e. Sebebek
mezin ev e ku PKK ewqas dijî Amêrîkê ye. Wekî din, PKK dikare
bi Amêrîkê ra li hev bê, di şevekê da bîr û bawerîya
xwe, dînê xwe biguhure! Ocalan û Partîya wî hosteyê van tiştan
in..
Ger di dema dawî
da pêvendîyên PKK û YNK xirab bûn, sebebek ev e. Digel vê,
Mam Celal dixwaze pêvendîyên xwe bi DYA (Amêrîka) û Tirkîyê
ra xweştir bike. Bona vê yekê jî, bo wî êdî zehmet e
cî bide hêzên PKK yên çekdar. Serda jî PKK êdî li mintiqa
Yekitî jî xwe wek mêvan nabîne, lê wek xwedîyê malê dibîne.
Ev yek, duh çawa PDK aciz dikir, îro jî YNK aciz dike. Digel
vê Ocalan, ku êdî xizmeta dewleta Tirk bi şiklekî eşkere
dike, dijayetîya xwe li himber Kurdên başûr û sazîyên
wan ên netewî venaşêre û rêxistina xwe dijî wan kiş
dike. Ji ber van sebeban e ku, êdî Mam Celal jî pêwîst dît
ku ji PKK ra hin sînoran dayne, tesîra wan li heremê kêm bike.
Ev yek jî, bibê nebê, pêvendîyên herdu rêxistinan xirab dike
û dibe sebebê hin rexneyên tûj û tahl.
Bona vê
yekê ye ku PKK nuha YNK jî di nav komployê da nîşan
dide..
Baş e, PKK
ji PSK çima aciz e? Ev jî parek ji stratejîya PKK ye. PKK
ji roja çêbûnê vir da, hemû rêxistinên Kurd ên Bakûr ji xwe
ra wek dijmin hesibandîye û belavkirin û nehiştina wan
ji xwe ra wek hedef nîşan daye. Ev sebeba bingehîn e
ji bo çêbûn û hebûna PKK. Ger PKK, gor rewşa heyî û ji
bo taktîk, dem bi dem êrişên xwe bide sekinandin û bi
şiklekî eşkere dijminahî neke jî, ew tucar ji hebûna
rêxistineke Kurd ra razî nabe û nikare pêvendîyên demokratîk
bi wan ra çêke; ev yek ji bo PKK tucar ne bûye! Ji xwe, piştî
ku Ocalan kete destê Tirkan rewşeke teze çêbû. Ew, wek
berî sala 1980 ket xizmeta dewleta Tirk û PKK jî bi dû wî
çû. Bi vî awayî rîya PKK û ya tevgera Kurd a welatparêz careke
din ji hev cuda bû.
Ger PSK piştgirîya
sîyaseta PKK ya teze bikira, yan jî li himber vê sîyaseta
şaş bêdeng bimana, hingê him Ocalan û partîya wî,
him jî dewleta Tirk gelek kêfxweş dibûn û PSK jî îro
bi komplokarî ne dihate gunekarkirin. Lê vêcar jî ji bo hebûna
PSK tu sebep ne dima. PSK wek rêxistineke welatparêz li himber
bûyerên teze kar û wezîfeya xwe bi cî anî û raya xwe bi gelek
daxuyanî û nivîsan, bi civîn û konferansan eşkere kir,
sîyaseta şaş û xeterbar ya Ocalan û PKK bi xurtî
rexne kir, nîşan da ku ev sîyaset êdî bi temamî gor dil
û daxwaza dewleta Tirk tê meşandin. PSK bi vî awayî li
hundur û der welat gel hişyar kir, bala hêzên welatparêz
kişand, da ku pêşî li lîstik û planên dewleta Tirk
bê girtin û hêzên welatparêz bikaribin ji xwe ra rêyeke rast
bigrin. Ev kar û xebat di avê da ne çû, tesîra xwe li ser
raya giştî ya Kurdan û heya li ser hevalbendên PKK nîşan
da. Ew civîn û daxuyanîyên Stokholm û Kolnê di vî warî da
nimûneyên baş in.
Belê ev kar û
xebata PSK ye ku lîstika dewleta Tirk eşkere kir û tevî
wê PKK jî gelek aciz kir. Berpirsîyar û piştgirên PKK
ku bi çavekî girtî bi dû Ocalan diçin, himber van rexneyan,
li cîyê ku şaşîyên xwe bibînin û xwe ji herî hezazê
xilas bikin, lê di rîya şaş da israr dikin û bi
van çîrokên komployê, bi êrişên dijî PSK û Burkay, bi
qîre qîr û şemate, dixwazin hevalbendên xwe bixapînin.
Piştî belavoka PSK ya 20’ê Tebaxê, ku plan û dezgeyên
wan ên teze eşkere kir, êdî xwe ne girtin, bêdengîya
xwe şikandin û dest bi êrişê kirin.
Merivên
PKK him bi rîya Medya-TV him jî bi rojnama Ozgur
Polîtîka, ku li dervayî welat derdikeve, kampanyayekê
bi rê va dibin, ku serî heya binî bi derew, îlawe û îftîra
dagirtîye. Ew bi vî şiklî dixwazin PSK û Kemal Burkay,
tevî wan jî rêxistin û kesên dinê yên welatperwer bitirsînin
û poşman bikin. Di nav van derewên bê sînor da dibêjin
ku Burkay çûye Enqerê, gazî dewleta Tirk kirîye ku Ocalan
darda bike û gazî pêşmergên PKK kirîye ku bên teslîmî
dewleta Tirk bin!
Rojnama Şark
el Avsad ku li Londrê derdikeve, bi van derewan xapîyaye û
di hejmara xwe ya 30’ê Tîrmehê da nivîsandîye
ku Burkay li Enqerê civîneke çapemenîyê
çêkirîye, di vê civînê
da 60 rojnamevan hazir bûye!
Rojnama Ozgur
Polîtîka jî di hejmara xwe ya yekê Tebaxê da resimekî nîşan
dide ku Celal Talabanî û Mesût Barzanî destê xwe dane hevdu
û Kemal Burkay jî li cem wan e. Lê resim fotomontaj e û kî
bala xwe baş bidîye vî tiştî dibîne. Kemal Burkay
gelek caran Celal Talabanî û Mesût Barzanî dîtîye û eva tiştekî
normal e; lê herdu bi hevra tucar ne dîtîye û resimeke usa
tune. Resim bi xwe di dema hevdîtina berpirsîyarên herdu rêxistinan,
yan li Enqerê yan jî li Waşîngtonê hatîye kişandin.
Ozgur Polîtîkayê resmê Kemal Burkay tê da pîne kirîye. Apocî
bi vê sextekarîyê ji xelkê ra dibêjin ku, “keremkin, va ye
Kemal Burkay jî li Enqerê ye (yan jî li Waşîngtonê ye),
di nav komployê da ye!..."
Lê bi vê
yekê jî careke din xuya ye ku komplo û sextekarî
karê Apocîyan e. Berpirsîyar û berdevikên
PKK xwe ewqasî piçûk dikin. Di dest wan
da têlevîzyon heye, rojnamên rojane hene,
dîsa jî ew têr nakin, xwe dispêrine
derewan, dek û dolavan bi kar tînin. Ji ber ku
sermîyana wan êdî tenê derew in. Wekî
din nikarin rastîyê veşêrin û xelkê bixapînin.
Li ba wan şerm û fedî ne maye. Ji dost û hevalbendên
xwe ra jî bê hurmet in, xelkê dikin cîyê bodeleyan. Eva rebenî,
perîşanî û tirsa wan nîşan dide.
Lê ew tenê bi
gotina derewan namînin, heya tiştê ku Ocalan li ber kamerayên
têlevîzyonan gotine, dixwazin wan jî veşêrin. Yek ji
van kesan “Bay S” ye. S. Efendî, dibêje “ka ji min ra ispat
bikin, Ocalan kîngê û çawa ketîye xizmeta dewleta Tirk?..”
Heyloo, heylo!..
Gelo, dema Ocalan
kete destê Tirkan û derkete têlevîzyonan,
dema mehkemên İmralîyê dest pê kir, S. Efendî li ku bû?
Di xewê da bû, yan tucar li têlevîzyonan sêr ne kir? Ocalan
roja ku hate girtin, gotina wî ya pêşîn li pêş kamerayan
ne ev bû:
"Ku hûn
firsendê bidin min, ezê xizmet bikim. Ji xwe dîya
min jî Tirk e!.."
Dîsa, roja ku
mehkemeya İmralî dest pê kir, gotina Ocalan a pêşîn
ev bû:
"We hurmeta
min girt, bona vê yekê, ez jî dixwazim bi
dil û can xizmeta Komara Tirkîyê bikim."
Dîsa eynî
rojê usa got:
"Hûn
çi dixwazin ezê bikim! Firsendê bidin min,
ezê gerîllayên serê çîyê
di sê mehan da bînim jêrê…"
Di mehkemê
da careke din jî usa got:
"Wek neferekî
di xizmeta dewleta Tirk da me û ji vê yekê
gelek serbilind im!"
Bo ispatkirina
"xizmetê" gelo ev gotinên Ocalan bi
xwe têr nakin?.. Lê ji wê rojê vir
da jî, gotin û nameyên Ocalan û kiryarên
PKK li ber çavan in. Gelo hûn çi vedişêrin?!.
Xelk bi çav û guhê xwe bawer bike, yan bi we?.
Lê xuya ye, karê
parastinê dane van kesan û wan jî şûr û mertal girtine
dest û bi hella hella eriş dikin. Lê mertalên wan ji
derewan, şûrên wan ji îlawe û îftirayan çêbûne. Şerm
û fedî jî li ba wan ne maye. Hîn ji dixwazin bi navê
Kurdayetî, bi navê welat û millet qise bikin..
Tiştekî
balkêş û ecêb jî ev e ku, piranîya van kesan ji rêxistinên
dinê û ji PSK cuda bûne û çûne cem PKK. Hinên wan di têlevîzyonê
da bernameyan çêdikin, hinên wan di weşanan da dinivîsin,
bi vî awayî hedûra xwe tînin û jîyana xwe dimeşînin.
Ji bo bedêl jî van karên xirab dikin. Digel vê jî, di van
kesan da kîn û rikeke xerîb heye dijî rêxistinên wan ên berê
û ew bi van gotin û nivîsên xirab dijî Burkay û PSK, dilê
xwe rehet dikin. Ew, her usa jî, ji “Sultanê tazî” ra kirasên
xeyalî didûrin! Li ser laşê tazî bûne pelên hêcîrê, hin
pêşî, hin jî paşî digrin…
Dîrokê çi rol
daye Ocalan, va ye li ber çavan e. Lê ev kesên han jî pelên
hêcîrê ne li ser laşê tazî, rola wan jî ev e..
Dibêjin:
"Mirov ji xwe ra hukum dibînin, ku layîqî
wan e.." Eva herhal gotineke rast e, lê kêm
e: "Mirov her ûsa jî, ji xwe ra cî
dibînin ku layîqî wan e..."
Ew kesê ku dibin
pelê hêcîrê li ser laşê tazî, vî cî û vî karî layîqî
xwe dibînin, êdî ji bo wan gotina zêde ne hewce ye...
|