Helepçe ji bîr nabe
Îro, 15 salîya qetlîama Helepçê ye. 15 Sal berê di vê rojê
da Sazûmana Bexdayê ya har û hov li bajarê helepçê çekên kîyewî,
bombeyên xerdal û sîyanûrê barand. Danê sibê saet 11.00 bû.
Ewren qirêj di ser Helepçê da girt û 5000 can, piranîya wan
jin, zarok û kalemêr wek pelên payîzê bê can ketin erdê. Bi
hezaran jî qeset bûn, gelekê wan kor bûn.
Yên mayî bi çîyan ketin berê xwe dan sînorên Îranê, di rê
û dirban da perîşan bûn.
Erd û avê heremê jahrî bû. Îro jî hîn li heremê zarokên seqet
çêdibin.
Mirinjî êzmîn hat, wek ba û baran, xem û xeyal
Li Helepçê bihar bû, çilmisîn gul û zarokên delal
Hişk û hol bû dil, cemidî av û çav, sekinî
zeman
Weşîn teyr û tûr, pel û însan, li erdê
bûn xezal
Eva piştî Hiroşîma û Nagazakî qetlîama herî komkuj
bû di dîroka mirovetîyê da.
Berî Helepçê jî Saddamê zalim li Kurdistana Başûr, wek
Dola Balîsan li hin cîyên dinê jî çekên kîmyewî bi kar anîbû
û bi sedan kes pê kuştibû. Lê mixabin dinya li himber
vî curmî bêdeng mabû. Heya piştî Helepçê jî dengekî xurt
derneket.
Tiştê ku hatibû kirin curmê jenosîdê bû. Ango curmekî
ku ne tenê dijî millatê Kurd, dijî mirovetîyê bû. Divîya bû
raya giştî ya dinyayê û sazîyên navnetewî dijî vê hovîyê
rabûna ser pîyan. Divîya bû Rêxistina Milletên Yekbûyî berpirsîyarîya
xwe bi cî banîya. Saddam û şirîkên xwe bihatana mehkeme
kirin. Lê mixabin ev tiş ne bûn. Ev çarîna jêrê wê demê
hatibû nivîsandin:
Mirîtêr in, natirsin, naêşîn, wekhev in mirî
Bêderd û bêheq, ne nan dixwazin, ne azadî
Mirî wek Kurd in, pirsa wan serê kesî naêşîne
Ne li Waşîngton, ne li Cenewr û Helsînkî
Îro, ne ji bo xatirê Kurdan, lê ji ber sedemên dinê, ewrên
reş li ser Bexdayê kombûne. Amêrîka û hin hevalbendên
xwe hazirî dikin êrîşekê bibin ser vê sazûmana hov û
zdawîya Saddam bînin. Bona vê yekê li dinyayê bi navê aşitîxwazî
dengekî xurt heye. Mîlyonan kes dimeşin û dibêjin em
şer naxwazin..
Baş e, aşitîxwazên delal, lê gelo hûn Adara 1988
li ku bûn? Çima li himber qira Kurdan, qira ewqas însanên
masûm ji we deng derneket?.
Îro dewletên wek Frensî, Elman, Ûris û Çîn jî dijî êrîşa
ser Îraqê ne, ango şer naxwazin. Baş e, hûn Adara
1988 li ku bûn, çima ji we deng dernediket?.
Welatên Ereban û Misilmanên dinê jî dijî şerê İraqê
ne. Misilmanîya wan hatîye bîra wan.. Baş e, lê Misilmanên
delal, hûn Adara 1988 li ku bûn?.
Him jî piştî Helepçê civîna Rêxistina Welatên Misilman
kom bû, tê da qet behsa Helepçê ne bû.. Misilmanên me paç
kirin guhê xwe.. Gelo Misilmanî usa ye? Gelo Xelkê Helepçê
ne Misilman bûn?.
Li himber vê zulma mezin jî milletê me serê xwe danenî. Pir
ne borî Saddamê hov bela xwe dît, di sala 1991 da di şerê
Kendavê da şikestek mezin xwar, rezîl û ruswa bû. Hukma
wî li ser beşekî mezin yê Kurdistana Başûr ne ma.
Azadî hate beşekî welatê me.
Nuha jî rewşa vê sazûmana zordest hîn xirabtir e. Dibe
ku heya mehkî du mehan biruxe, nemîne.
Lê milletê Kurd li himber ewqas zor û zulm jî dîsa li ser
pîyan e, jîndar e, bi hêvî ye.
Di rîya azadîyê da hezaran hatin, hezaran çûn
Ka roja me, ewqas sal û zeman hatin çûn?
Hêvîdar be hevalo, di avê da neçe xuh û xwîn
Gel man, lê gelek Sezar û Xulagû Xan hatin çûn
Me Helepçe ji bîr nekir û nakin.
|