PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Baştirîn bîranîna şehîdên Helebçeyê, yekitîya hêzên netewîye!

Î sal 17 sal li ser karesata Helebçê derbas bû. 17 sal berê, xelkê Helebçeyê di destpêka meha adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikirin. Berfa hêdî hêdî dihelîya, erd reş dibû çîçek û kulîlk ajdidan, sala nû û jiyana nû destpêdikir. Lê rûniştîvanên bajarê Helebçeyê hizira wî nedikirn ku 2 roj berê êvara Newrozê, wê rejîma faşîst ya Saddam, li ser Helebçeyê, bi balefiran jahrên kîmyawî bibarîne.

Belê, rejîma Baas ya Iraqê, di Newroza rengîn de li ser rûnîştîvanên Helbçeyê di 16ê meha adarê berî nîvro, gazên kimyawî barand. Ewirên reş û tarî li ser bajarê Helebçeyê girtibû. 5000 kal û pîr jin û zarok mirin, eqas jî birîndar bûn. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan jî mirin, zad û zewî jî şewitîn. Bi kurtî jiyan li Helbçeyê bi tevayî hate kuştin. Yên sax mayî jî, bi çîyan ketin û berê xwe dan sînorên bakur û rojhilata Kurdistanê.

Piştî Hiroşîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herî komkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car bû ku rejîma faşîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi karanîbû û sedan Kurd pê kuştibû. Lê Helebçe bû dilopa dawî…

Qesasên karesata Helebçeyê heta niha jî nehatinin mehkemekirin. Divê li hember qesasên Helebçeyê; Saddam û şirîkên wî, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve mehkeme bê vekirin û bên cezakirin. Her çend îro, Saddam û Elî Kîmyawî, li Iraqê di zîndanê de  bin jî, divê di mehkemeyek taybetî û navnetewî de, ewana û hevalbendên wan  yên navnetewî jî bên mehkûmkirin.

Divê em, ji bîr nekin ku destkeftîyên netewî li Kurdistana Başûr, xwîna şehîdên Kurdistanê ye û bi taybetî jî şehîdên Helebçeyê ye. Loma jî li hemû beşên Kurdistanê, bi taybetî li Kurdistana Başûr, ji bo parastina destkeftîyan û ji bo bidsetxistina hemû mafên netewî, siyasî û cografî ya Kurdistana Başûr, pêvîstîya partî û rêxistinên Kurdistanê, bi yektîyek yek dengî û yek rengî heye. Divê ev yektîya di hemû qadên jiyanê de jî xwe bide xuyakirin. Netîceya hilbijartinên Iraqê û Kurdistana Başûr, nimûnetekî başe û divê her berdewam be. Baştirîn bîranîna şehîdên Helebçeyê,yekitîya hêzên netewîye!

Helebçe birînekî kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Li gor raya me, ew birîn û êşa mezin, tenê dikarê di rîya azadîya Kurdistanê de, bi xebatek yekgirtî bê pêçandin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, di 17 mîn salvegera bîranîna şehîdên Helebçeyê de, rêz li wan digrê û ji hemû dinyê re û bi taybetî jî ji Kurdan re dibêje, rê nedin Helebçeyên nû!

PSK- Komîteya Derveyê Welat

 
 
PSK Bulten © 2005