Apo lego dilîze, lê bi destê
kê?..
Hesen Şîrîn
Nivîsa Kek Cemalî, ya bi navê „Dewleta Tirk, Rêxistinên
Kurd, Apo û lego“ bi rastî xweş bû. Rêxistinên Kurd
di dest dewleta Tirk û Apo da bûne „yaz-boz tahtasî“...
Bi rastî jî Apo lego dilîze…
Lê bi raya min, Kek Cemalî tiştek kêm hiştîye.
Ewana vê lîstikê bi tenê nalîzin, mixabin bi destê me Kurdan
didine lîstin. Bi sedan, bi hezaran însanê Kurd, bi navê „welatparêzîyê“,
bi navê „aşitî û demokratîyê“ di van lîstikan da xwedî
rol in.
Apo dibêje çêkin, çêdikin; dibêje xirabkin, xirab dikin...
Em bêjin gelek însanê nezan tên xapandin. Mixabin di welatê
me da nezan gelek in. Ev welat welatê şêx û dewrêşan
e ku her yek bi sedan, bi hezaran, bi dehhezaran mirîdên xwe
hene... Apo jî bi ewqas pere, leşker, rojname û TV ger
bibe xwedîyê çend hezar mirîd, ne tiştekî xerîb e...
Lê ew kesên xwendî, ew kesên nivîskar, sîyasetmedar, dinyadîtî,
gelo ew jî nizanin ev çi lîstik e?
Ma çawa dibe, Apoyê ku di mehkema dewleta Tirk da bi navê
„serokê rêxistina terorê“ bi îdamê hatîye mehkûmkirin û ji
ber ku îdam rabûye, ceza xwe bûye miebed û di cizîreke nava
behrê da zindanî ye, çawa dikare ewqas bi serbestî PKKê, yan
KADEKê, yan jî Kongra Gel îdare bike?
Ev dewleta Tirk ku ewqas dizirîne, xwe diçirîne, dibêje
„Kongra Gel terorîst e“ û heya bi Amêrîkê û Ewrûpê jî dide
qebûlkirin, çima bi xwe hemû rê û îmkanan dide „rêxistina
terorîst“ û serokê wê?..
Çawa dibe ku ew awûqatên Apo her hefte diçin Apo dibînin
û bi saetan pê ra qise dikin, rapora sîyasî di derheqa kar
û barên rêxistinên sîyasî (yê PKKê, KADEKê, Kongra Gel, ango
yê „rêxistinên terorîst“) didinê û fermanên teze jê distînin,
dibin digihînin mesûlên rêxistinan û raya gel?..
Ma ji bo awûqatan bi xwe jî ev kar, awûqatî ye, parêzgerî
ye, yan rêvebirana karê „rêxistinên terorîst“ e?
Awûqatên Apo, hûn bi xwe bêjin, ev tişt çawa dibe?
Hemû awûqat û huqûqnasên vî welatî, yên Kurd û Tirk, bo xatirê
xudê, hûn bêjin, ev tişt çawa dibe?.. Di qanûna cezayê
da bedêla xwe çend sal in? Bedêla vî curmî, ger mehkûmîyeta
miebed nebe jî, ji 15-20 salan kêmtir e, yan na?..
Çawa dibe Genelqurmaya Tirk îzna vî tiştî dide? Çawa
dibe ku kes napirse, ne mideymomî, ne polêz, ne hukumet, ne
mixalefet, ne jî çapemenîya Tirk?..
Fermandarên ordîya Tirk bi xwe jî çend roj berê ji vê yekê,
goya gazinên xwe kirin; lê ew henekê xwe bi me dikin. Ma gelo,
ku ew nexwezin ev tişt caran dibe?
Çawa dibe ku „Serokê Rêxistina Terorê“, ango Mehkûmê Îmralî,
heya duh, ji Leyla Zana û hevalên wê ra, ango ji mehkûmên
Ulucanlar ra, bi rîya mapisxanê name dişîne, dîrektîfên
sîyasî dide, hûr hûr rê nîşan dide û ew jî bersîvê didin
û ev yek ji dinyayê ra eyan e, heya di „notên hevdîtinê“ yên
Apo da hene?..
Ne tenê duh, îro jî Apo dîsa fermanan dide û Leyla Zana
û hevalên xwe bersîva wî didin û fermanên wî bi cî tînin?
Çawa bû ku nişkêva Leyla û hevalên xwe berdan, meydan,
heya sînor jê ra vekirin (digel ku mehkema xwe hîn berdewam
e), derket Ewrûpa û li wir qisekir û bê xem û qisawet dîsa
vegerî hat...
Gelo dewleta Tirk bi rastî hatîye rehmê, pir demokrat bûye,
pir guharîye, yan ev Kurdê me, „qeremanên me“ pir guharîne?
Xuyaye guhartin di wan da ye.
Dema tu dev ji doz û dewayê berdî, dema tu bikevî xizmeta
vê dewleta zalim, ew çima te serbest neke? Rê, derî, kolan
û meydanan li ber te heya dawî veneke?..
Hingê awûqat jî bi serbestî fermanên Apo dibin û tînin..
Dewlet wan gunekar nake, lê „eferim!“ dide wan...
Leyla Zana jî derdikeve meydanan serbest qise dike, bi pasaportên
kesk ji sînoran bi rehetî tê û diçe.
Leyla û hevalên xwe piştî ku ji hepsê derketin çi gotin:
„Em hurmeta hemû qîmetên (degerên) dewleta Tirk dikin“ Leylayê
li Parlamena Ewrûpa jî eynî tişt got.
Ev „qîmetên dewleta Tirk“ malûm in: Yek dewlet (unîterî),
yek millet (milletê Tirk) yek zman (Tirkî), yek al, yek hukumet,
yek parlamen, yek adalet (al, hukumet, parlamen û edaleta
Tirk) e. Li ser hîmê nijadperestî û şovinîya Tirk, li
ser înkara Kurd û xelkê dinê ava bûye...
Leylayê got: „Li Tirkîyê îşkenceya (eza û tedaya) sîstematîk
tune“. Lê herkes zane ku îro jî li Tirkîyê, bi taybetî dijî
Kurdan îşkenceya sîstematîk berdewam e û leşker
û polêzê ku vî karî dikin, nayên cezakirin.
Di axaftina Leylayê di Parlamena Ewrûpa da hin tiştên
baş jî hebûn. Behsa çil mîlyon Kurd kir û ji „dinyayê“
û ji Tirkîyê xwest ku vê pirsê çareser bikin. Got, rê olaxên
zor û zulmê, ango şîddet vê pirsê çareser nake. (Ev rexne,
herhal him ji bo PKK, him ji bo dewleta Tirk e). Got „divê
Yekitîya Ewrpa vê pirsê bi nav bike û çareserîyê ji Tirkiyê
bixwaze.“ Evana gotinên baş bûn.
Lê Leylayê bi xwe ji bo vî 40 mîlyonî ji dewleta Tirk û
yên din çi xwest? Heqê çareseri, federali, yan otonomî?..
Mektebên Kurdî, yan naskirina zmanê Kurdî wek zmanekî fermî?..
Na, tu tiştek… Tenê di mekteban da zmanê Kurdî wek derseke
hilbijartî (seçmelî ders)... Ango wek zmanekî biyanî, İngilizî
û Frensî, di heftekî da 40 deqqe…
Gelo, ger mesele ev e, di cîyê Tirkan da bim îro didim û
jê xilas dibim!
Ma ne şerm e, Leyla Xanim, ne şerm e?!
Dema tu bı navê Kurdan qise bikî û tiştekî nexwezî,
xelkê biyanî çima xwe biêşîne?..
Li alîyê din jî, tu di Parlamena Ewrûpa da dibêjî ku „ez
di rîya milletê xwe da canfida me...“
Ma canfidayî ev e?..
Belê, Dewleta Tirk û Apo bi hevra lego dilîzin, lê ne bi
serê xwe, bi destê bi sedan, bi hezaran Kurdan. Him jî ne
tenê Kurdên nezan, şivan û gavanên serê çîyan; lê bi
destê Kurdên xwendî, nivîskar, hunermend, sîyasetmedar, yên
bi nav û deng...
Şerm e Kurdino, şerm e!..
|