PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Hevdîtinên Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan, li Başûrê Kurdistanê berdewam e

B. Seyran
Dema Nû/ Hewlêr

Bi serokatîya sekreterê giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek û endamên heyetê Kovan Amedî, Nuretîn Agirî û Serhat Mihemed Yûsif, hevdîtinên PSKê, li Kurdistana Başûr berdewame. 

Di roja 31.8.2005an de Mekteba siyasî ya PDKê ziyaret kirin. Heyeta PSKê ji alîyê endamên mekteba siyasî ya PDKê Fazil Mîran, Azad Berwarî, Mihemed Melle Qadir, Mihemed Mehmûd û berpirsê Mekteba Navendî ya Peyvendî Niştimanî Kurdistan ya PDKê Mamoste Goran ve hatin ezimandin. Sekreterê PSKê Mesûd Tek, ji bo xebat û destkeftîyên dawî û germbûna pêyvendîyên navbera rêxistinên siyasî yên Kurdistana Başûr, PDKê pîroz kir û xweş halîya xwe nîşan da. Her usa di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Kurdistana Bakur jî dîtinên PSKê anî ziman. KDP jî menûnîyet û xweşhalîya xwe ji bo peyvendîyên navbeyna PSKê û KDPê anî ziman û piştgirîya xwe nîşan da.

Di roja 8.9.2005 an de serokê Parlamena Kurdistanê birêz Ednan Muftî ziyaret kir. Ji bo serokatîya  Palamena Kurdistanê, pîrozbayî li rêzdar Ednan Muftî kir. Ednan Muftî jî bi xêrhatinê li heyeta PSKê kir û memnûnîyeta xwe bi hatina heyeta PSKê nîşan da.Hevdîtin di atmosferek şêrîn de bi sohbetek siyasî derbas bû.

Di roja 13.9.2005 an de heyata PSKê, deftera siyasî ya Partîya Demokrata Kurdistana Îranê ziyaret kir. Heyet ji alîyê rêzdaran sekreterê PDK Îranê Mistefa Hîcirî, endamê deftera siyasî Mihemed Nezîf, endamê Komîteya Navendî Têmûr Mistefa, Komîteya Navendî Omer Balekî û berpirsê peyvendîyan li Hewlêrê Kemal Kerîm ve hat ezimandin. Di hevdîtina PSK û PDK-Î de rewşa rojhilata navîn û bi taybetî jî reşwşa Kurdistanê bi giştî hat qisekirin. Di heman rojê de PWDê jî ziyaret kir. Di ziyareta PWDê de  rewşa nû û bi taybetî jî nameya Erdogan û helwesta Kurdan hate nirxandin.

Di roja 14.9.2005 de heyet PSKê, Partîya Demokrata Pêşverûyên Kurdên Sûrîyê li bajarê Suleymanîyê ziyaret kir. Heyet ji alîyê Dr. Salih û bavê Şêrvan ve hate azimandin. Di hevdîtinê de sohbetek germ û dan û standina fira siyasî hat kirin.

Di roja 14.9.2005 an de Mekteba siyasî ya YNKê ziyaret kir. Endamê deftera siyasî Kemal Fuat û endamê Palamentoyê Îsmaîl Mehmûd, pêşiwazî li heyeta PSKê kir. Di hevdîdinê de bi giştî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û bi taybetî jî li ser destûra Iraqê qise hat kirin. Her du alî jî dilxweşîyên xwe ji bo têkilîyên bratî û dostayetîya navbeyna PSK û YNKê de nîşan dan.

Di roja 15.9.2005 an de Heyeta PSKê, malbenda 3 ya Yekitîya Niştîmanê Kurdistan li Hewlêrê ziyaret kir. Emdamê Deftera Siyasî û berpirsê malbenda 3 ya YNKê Sadî Ahmed Pîre, cîgirê wî Melle Mihemedê Beherke û endamê komîteya peyvendîyan Pirşeng Huseyîn, pêşiwazî li heyeta PSKê kir. Sadî Ahmed Pîre, li ser gera xwe ya derveyê welat, li ser destûra Iraqê, maddeya 58 û pirsa Kerkûkê qise kir. Her usa axaftina Erdogan ya li Diyarbekirê û helweta Kurdan ji alîyên her du rêzdaran, sekreterê PSKê Mesut Tek û Sadî Ahmed Pîre ve hat nirxandin.

 
 
PSK Bulten © 2005