PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Hevdîtina Delegasyona PSK, bi serokê PDK Mesud Barzanî ra

Delegasyona PSK, ya ku di bin serokatîya Sekreterê Giştî Mesut Tek, Kemal Burkay, Sîdar Bîngol û Unal Yardimcî pêk hatiye, di roja 4 Sibat 2004an da, seroke PDK birêz Mesud Barzanî ra hevdîtinek çêkirin.

Hevdîtin di qesra Serokwezareta Heremê Kurdistanê uu atmosfereke germ da pêk hat.

Serokê PDK birêz Mesud Barzanî, di derheqa bûyerên dawî agahdarî da delegasyona PSK. Her usa di rewşa başûrê Kurdistanê jî.

Bi navê delegasyona PSK, birêz Kemal Burkay axaft. Burkay, di axaftina xwe da serxweşîya xwe ji bo hemu şehîdan pêşkêşî Barzanî kir. Paşê li ser rewşa dawî ya Tirkîyê û bakûrê Kurdistanê agahdarî da.

Nêçîrvan Barzanî jî firavîna ku Mesud Barzanî ji bo delegasyonê amada kiribû, beşdar bû.

Di eynî rojê da, di Parlamena Kurdistanê da jî merasîmek ji bo şehîdan pêk hat. Delegasyona PSK jî beşdarê vê merasîmê bû.

Di merasîmê da, serokê Parlamenê, Roj Nurî axaftinek kir. Nurî di axaftina xwe da got, ku teror nikare pêşî li tevgera azadîxwaza gelê Kurd bigre. Xebata gelê me heta serketinê wê berdewam bike.

Merasîm, ku Mesud Barzanî, Celal Talabanî, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanê û Ereban tê da beşdar bûn, bi xwendina surudên netewî, Ey Reqîb û gellek sirudên netewî û şoreşgerî bi dawî hat.

 
 
PSK Bulten © 2004