PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Ji ber 30 salîya PSK´ê

Hevpeyvîn bi
Kemal Burkay ra

Pirs: Necla Morsumbul

- Partîya Sosyalîst a Kurdîstanê gihîşte 30 salîya xwe. Cenabê te jî yek ji wan kesên pêşîn e ku PSK damezrandîye. Sedema damezrandina PSK´ê çi bû? Gelo hûn gihîştin armanca xwe?

PSK partîya sosyalîst a pêşîn e li Kurdistana Bakûr. Ango yek ji sedemê avakirina PSK Hewcedarî ji bo partîyeke sosyalîst bû li vî parçeyê Kurdîstanê. PSK mafê karker û cotkaran, yê hemû xebatkaran diparêze û dixwaze civateke sosyalîst ava bike. Li her derê dinyayê roleke esasî ya partîyên sosyalîst ev e.

Lê armanceke PSK‘ê ya dinê jî azadîya welat û millet e ji nîrê bindestîyê. Ango Kurdistan bê rizgarkirin û li wir civateke azad û demokrat bê avakirin. Ev armanca esasî ya nêzîk e. Armanca esasî ya piştî wê, bi gotineke din, armanca dûr jî sosyalîzm e.

Eyan e ku em hîn ne gihîştîne hedefa xwe. Ango ne Kurdistana Bakûr azad bûye, ne jî li vir sosyalîzm ava bûye. Lê ev nayê wê manê ku armanca me şaş bû, yan jî me rêyeke şaş dabû pêşîya xwe. Ez bawer im ku ev herdu armanc jî, ango him azadî, him jî sosyalîzm ji bo hemû gel û xebatkaran pîroz in. Milletekî bindest divê ji bo azadîyê çi ji dest tê bike. Xebatkar jî divê ji bo civateke sosyalîst kar û xebat bikin. Ji ber ku ev daxwaz gor mafê wan e.

Lê daxwaz û armanc çiqas rast û delal be, çiqas li cî be û mirov çiqas xebateke baş bike jî, hin caran, şert û şûrûtên welat û yên dinyayê rê û mecal nadin ku mirov di demeke kurt da bi serkeve. Ev dem carina bi salan, carina deh salan, carina jî sed salan dikişîne... Bi taybetî jî şertên me Kurdan gelek giran in. Welatê me di navbera çar dewletan da parçebûyî ye, dor li me girtî ye; ango dijmin pir in, xurt in û dost kêm in. Kurd va ye du sed sal e ku ji bo azadî û serbestîyê berxwedaneke mezin nîşan didin û bedêleke mezin didin, lê mixabin hîn bend û qeydên bindestîyê ne çirandine.

Bi bîr û bawerîya min, PSK ji roja avabûnê vir da, ev sî sal e ku ji bo armancên xwe, him di warê welatparêzîyê him jî di warê sosyalîzmê da -ji bo hişyarkirina gel, belavkirina bîr û bawerîyên welatparêzî û sosyalîstî, ji bo rêzkirana xebatkaran û gel bi awayekî giştî- kar û xebateke baş kir. Ev kar di avê da neçû û naçe. Ev mêraseke hêja ye ku wê ji neslê teze ra bimîne, ji wan ra rê nîşande.

Me bi hin alîyan bingehek teze danî, bi hin alîyan jî yê heyî xurt kir. Dahatû li ser vê bingehê wê bê avakirin.

- 20 sal berê li Kurdistana jorîn qedera 15 partî ji bo milletê Kurd kar û xebat dikirin. Piranîya wan partîyan dî vê navberê da yan ji holê rabûn yan jî sist û bêdeng bûn. Lê PSK li ser pîyan e û berxwe dide, sedem çi ye?

Çi komele, çi partîyên sîyasî, ji bo her rêxistinekê hin şert hene. Yek ev e ku divê di civatê da ji bo wan hewcedarî hebe. Ango xelk yan jî beşekî xelkê hewcedarî wan be. Çawa me li jorê jî got, partîyeke sosyalîst ji bo Kurdistana Bakûr hewcedarî bû. Dema PSK avabû li dinyayê dema şoreşên sosyalîstî bû û êtîbara sosyalîzmê gelek bilind bû. Îro jî her çiqas pêla şoreşan daketîye û bayê sosyalîzmê sekinîye jî, dîsa tevgera sosyalîstî li dinyayê ne mirîye, her heye. Heya ku xebatkar hebin, dubendîya feqîr û dewlemend, karker û bûrjûwa hebe, neheqî û zêrandin hebe, wekhevî tunebe, tevgera sosyalîstî jî wê her hebe.

Piştî avabûna PSK, li Kurdistana Bakûr gelek partîyên çep ên dinê jî ava bûn. Heya wan sosyalistî û komûnîstî li ser me û li ser hevdu zêde kirin.. Lê ji bo gelekan ev tişt ne ji dil bû, wek mode bû. Çawa bayê sosyalîzmê daket, wan jî berê xwe guhirandin, dev ji sosyalîstî berdan, heya gelek bûn dijminê wê...

PSK ne tenê di warê sosyalîstî da, lê di warê tevgera welatparêzî da jî roleke baş û xurt lîst. Doz û daxwaza milletê Kurd bi cesaret bilind kir û parast. Ji bo parastına çand û zmanê Kurdî gelek kar û xebat kir, ku berhem li meydanê ne. PSK‘ê ji bo yekitîya hêzên welatparêz tim kar û xebat kir. Piştgirîya tevgera parçên dinê yên Kurdistanê kir, tim dijî şerê birakujî derket. Ji bo piştgirî û pere tucar bendê xwe ne da destê hêzeke din yan jî dewletekê û serbestîya xwe wek çavê xwe parast.

Ji bo hebûna partîyan şerteki duwemîn jî bername û destûreke baş e, ku him ji wan ra rê nîşan de, pêşîya wan ronî bike, him jî xelk bibîne ew çi dixwazin bikin. PSK ta ji destpêkê vir da xwedan bername û destûreke han bû. Lê bernama hin partî û grûban hîn jî ne xuyayî ye...

Helbet destûr û bername têr nake, divê armanc û sîyasetên esasî rast bin, ango gor maf û daxwazên gel û gor rastîyên welat û dinyayê bin. Bi gotineke din, divê partî di hedefên xwe yên dûr û nêzik da realîst bin, her usa jî dûrbîn bin. Bi raya min PSK di vî warî dûrbînî û realîstîya xwe baş îsbat kir.

PSK ji herkesî zêdetir li ser rewşa welat û dinyayê sekinî, lêkola û eşkere kir; gor wê jî erkên sîyasî nîşan da. Ev karê îdeolojîk bû ku tesîra xwe li ser civata me û hêzen şoreşger gelekî mezin bû. Her usa jî, sîyaset û pêşnîyarên PSK´ê di zeman da rastîya xwe baş îsbat kirin.

Wek nimûne, me buhaya demokrasîyê ta ji destpêkê, ango ta ji 30 sal berê nîşan da; lê gelekan henekê xwe pê kirin. Ev kes piştî 25-30 salî fêm kirin ku demokrasî ji bo Kurdan jî çiqas mihîm e...

Me ta ji destpêkê nîşan da ku, gor şertên Kurdistanê çareserîyeke federalî, daxwazeke realîst e; lê gelekan henekê xwe bi vê daxwazê jî kirin, ew piçûk dîtin! Dîsa 20-25 derbaz bû û ew kes hatin ser gotina me. Ew jî baş bû, lê mixabin li wir jî ne sekinîn, şemitîn çûn heya binî... Nuha qet tiştekî naxwazin, pesna Kemalîzmê didin û ji dewleta Tirk ra diayan dikin...

Me ta ji destpêkê got, dema jê ra mecal nebe şerê çekdari feyde nade, lê zirarê dide. Lê gelekan guhdarîya me ne kirin. Hinekan jî piştî ku Kurd kirine şerekî bê waxt, Kurdistan ser û bin kirin, Kurd koçber, şerpeze û çavtirsîyayî kirin, nuha dev ji şer berdane û ne ku tenê pesna metodên aşitîxwaz dıdın, lê pesna dewleta Tirk û Kemalîzmê jî didin, hemû şoreşên Kurd yên berê mehkûm dikin…

Rêberîya PSK tim jî li ser gotina xwe bû, bi prensîp bû, dûrbîn bû; ew bû ehlaqeke rêxistinî di nav refên PSK´ê da.

Yek ji şertên xurtî û saxlemîya rêxistinan ev e ku, divê dara rêxistinê demokratîk be. Ango ev rêxistin ne li ser zorê û tirsê, lê li ser dil û daxwaza endamên xwe ava be. Serokatî xwedî selahîyet, lê endam û organ jî xwedî heq bin. Ray û pêşnîyarên xwe bikaribin bêtirs û bi serbestî bêjin, biryar bi dengê pîranîyê bêne girtin û ji biryaran ra hurmet hebe. PSK rêxistineke han e, dikarim bêjim di vî warî da ne tenê li Kurdistanê, li Tirkîyê jî yek ji nîmûneyên herî baş e. Di vî warî da jî serê me bilind e.

Partîyeke zordest dibe ku ji bo middetekî mirovan bixapîne, bitirsîne û bi dû xwe bibe, lê dawîya rêxistinên han tune. Mirovekî zordest jî dikare bi navê „serokî“ yan jî „serokatî“ xwe bike pût û ji bo middetekî kurt yan jî dirêj xelkê bi dû xwe bibe; lê dawîya wê jî tune. Xelk ne pez e, bibê nebê rojekî rastî wê xurt be, yekitîya li ser zor û derewan avabûyî belav be û pût jî bi serê xwe bimîne...

Şertekî din jî rêberatîyeke baş e ku, di her qonaxeke teze da, her guhartina mezin da bikaribe sîyaseta xwe rast bike, teze bike. Ji ber ku şertên welat jî, yê dinyayê jî wek xwe namînin, di zeman da guhartinên mezin çêdibin. Rêxistin jî divê armanca xwe ya dawî winda nekin, ango xwedî prensîp bin; lê her usa jî xwe ne cemidînin, dogmatîk ne bin, gor rewşa teze xwe nuh bikin. Bi raya min, PSK ev tişt jî di zeman da gelek baş kir. Wek nimûne, di salên 1987 û piştî wê da, dema guhartinên mezin di sîstema sosyalîst da çêbûn, PSK‘ê rewşa teze bi firehî di bingeha partîyê da, di civîn û organên xwe da qise kir û sîyaseta xwe li ser sosyalîzmê teze kir, gor wê jî di destûr û bernameya xwe da guhartinên esasî çêkirin.

Eger pîştî ewqas ba û bahoz û tofanan jî PSK li ser pîyan e û ber xwe dide, sebep ev in:

Hewcedarîya gel û xebatkaran;

Destûr û bernameyeke baş;

Xwedî prensîp bûn;

Sîyaseteke rast û dûrbînî;

Demokratî;

Rêberatîyeke baş...

- Rewşa dinyayê ji bo têkoşîna Kurda hê misaîd e. Lê tevgera Kurdên Bakûr gelek paşda ketîye. Gelo çima? Ji bo xurtkirina tevgera vî parçeyî hûnê çi bikin?

Bi rastî jî mirov dikare bêjê ku Kurdistana Bakûr di hin waran da paşda maye. Yek jê karanîna zman e. Her çiqas ev bi nifûs û erd parçeyê herî mezin e jî, asîlamîlasyon, ango helandina Kurdan di warê zman û çand da li vî parçeyî gelek xurt e. Li alî din, tevgera rizgarîxwaz jî baş rêz ne bûye. Bê ser û berî, şaşî û bêzarî hin ji rengên tevgera vî parçeyî ne.

Helbet ev rewşa hanê, sebebên xwe yên taybetî hene. Yek ji wan ev e ku, dewleta Tirk, gor dewletên dinê ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine, zêdetir şovîn û zordest e. Komara Tirk ji roja avabûnê vir da hebûna Kurdan nas nake, zmanê Kurdî qedexe ye û zulmeke giran, koç û qetlîam li ser Kurdan heye. Yek ji sedemê asîmîlasyona xurt û sistîya tevgera me ev e.

Van 20-30 salên dawî jî dewleta Tirk bi destê Avdila Ocalan rêxistineke parawan çêkir û kire bela serê Kurdan. Dewleta Tirk bi rîya Apo û PKK´ê tevgera Kurd kir rêyeke şaş, şerekî derewîn derxist, ew kir mane û Kurdistan cî û cî vala kir, potensîyela heyî bi destê vî mirovê şaş û rêxistina şaş telef kir. Kurd ji vî şerê derewîn çavtirsokî û bêzar bûn. Apo nuha jî di vî karê xwe yê xirab da berdewam e. Dewleta Tirk bi destê Apo berê Kurd terorîze kirin, nuha jî pasîfîze dike...

Himber vê yekê, me wek PSK tim jî gelê Kurd û hêzen welatparêz û şoreşger hişyar kirin, me lîstika dewleta Tirk û rola Apo nîşan da; da ku pêşî lê bigrin, planên wan pûç bikin; lê mixabin yên ku rastî dîtin kêm bûn. Yên ku dîtin û helwesteke rast girtin, ew jî hîn kêmtir bûn. Bona vê yekê me bi tena xwe ne karî pêşî li vê lîstika xirab bigrin. Mixabin, dewleta Tirk di qonaxa çûyî da bi ser ket.

Van salên dawî jî çiqas ji dest me tê, em himber sîyaseta pasîfîkasyonê derdikevin, doz û dewaya milletê Kurd diparêzin, hêzên welatparêz hişyar dikin û ji bo yekitîya wan kar û xebat dikin, da ku alternatîfeke xurt çêkin, gelê Kurd bê hêvî nehêlin û tevgerê cardin bilind kin.

- Di nav rewşa dinyayê ya îroyîn da ji bo destxistina azadî û serfirazîya Kurd û Kurdîstanê, divê sazî, komele û partîyên Kurdan çi bikin?

Milletê Kurd, li Rojhilata Navîn 40 mîlyon e, li Kurdistana Bakûr û Tirkîyê (li rojava) ji 20 mîlyonê zedêtir e. Em milletekî mezin in. Di dinyayeke han da ku azadî û demokratî, mafên mirovan û gelan gelek bi qîmet e, bindestîya me ji bo me şermek e. Eger em ber xwe bidin, rêz bin, yek bin, tu hêz nikare me piştî vê saetê bindest bike. Ango ji bo azadî û rizgarîyê divê berî her tiştî bawerîya me bi me hebe û em çalak bin.

Divê berî hertiştî yekitî hebe. PSK du bo yekitî kar û xebateke bê westan kir, îro jî dike.

Yekitî divê li ser rêyeke rast be. Rîya rast ne her tim rîya piranîyê ye. Di rîya şaş da bi hejmar çiqas zêde dibî bibe, çiqas kar dikî bike, vala ye, nagihîjî armanca xwe û tu jî, xebata te jî telef dibe.

Berê divê armanc, piştra jî rê rast be. Armanc azadîya milletê Kurd e, azadîya Kurdistanê ye. Ango yan dewleta serbixwe ye, yan jî li ser esasê wekhevîyê federasyon e. Îro gor rewşa welat û dinyayê daxwaza federasyonê daxwazeke realîst e. Di rê-olaxên xebatê da jî divê Kurd ne bikevin macerayê (çawa duh hin kes ketinê), ne jî teslîmî dijminê xwe bin (çawa îro hin kes bûne).

Eger di rîya rast da yek kes heye, divê tu jî bibî yê duduyan, here bi dû wî bimeş. Eger tu jêhatîyî dikevî pêşîyê. Rêxistineke rast bi vî awayî çêdibe û rêxistineke piçûk bi vî awayî mezin dibe.

Va ye du sal in ku li welat HAK-PAR ava bû. Herçî Kurdê welatparêz ku dijî lîstika dewleta Tirk û maşikên wê ne, divê di HAKPAR´ê da dest bidin hev. Bi raya me, ne hewce ye serîyên din bêne kişandin. Eger kar dixwazin, kerem kin, eger yekitî dixwazin dîsa kerem kin, ahan ji we ra HAK-PAR.

Mesele ne nav e. HAK-PAR, wek partiyên Başûr, ji bo Kurdistana Bakûr jî, bi cesaret û zelalî, federalîyê dixvaze. Êdi çi lazim e?..

Digel vê, Platforma Partîyên Kurdistana Bakûr (PNK), Koordînasyona Komeleyên Demokratîk (DEMKURD) û înîsîyatîfa rewşenbîran (Înîsîyatîfa Kurdên li Ewrûpa) hene. Hersêyan di nav xwe da Platforma Kurdên Ewrûpa çêkirine.

PLATFORM azadîya Kurd û Kurdistanê dixwaze.

Gotina min ji hemû rêxistin, komele, siyasetmedar û rewşenbîrên welatparêz, dilsoz û dilpak ra ev e:

Ger hûn partîyên Kurd yên Bakûrê Kurdistanê ne, kerem kin, cîyê we di vê PLATFORM´ê da heye.

Ger hûn komeleyên demokratîk in, kerem kin, cîyê we jî heye.

Ger hûn sîyasetmedarên bê partî (!) û rewşenbîrên „serbixwe“ ne, kerem kin, ji bo we jî cî heye...

Yê ku waxtê xwe bi gotinên vala derbaz nake û bi rastî dixwaze ji bo rizgarîya gel û welat kar bike, de bila kerem ke!..

Werin pişt bidine HAK-PAR´ê, pişt bidine PLATFORM´ê, tê da cî bigrin, kar bikin, karê wan xurt bikin.

Wek sêrkarekî li dûr ne sekinin!

Her usa, serî kişandin û avakirina dikanên piçûk nexweşîyek e. Ger hûn azadîya gel û welatê xwe dixwazin, dilsoz û dilpak ın, xwe ji vê nexweşîyê biparêzin. Vê nexweşîyê heya nuha pir zirar da milletê Kurd û hêza bindestan parçe kir.

 
 
PSK Bulten © 2004