PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ziyareta Heyeta Hevbeş a PSK û PDK-Bakur Berdawam e

Dema Nû-Hewlêr

Heyeta hevbeş a PDK-Bakûr û PSK di berdewamiya seredana xwe da, di roja 29’ê  meha Cotmeha sala 2005’ê, li baregeha Yekitiya Şoreşgeren Kurdistana Îranê YŞKİ), ligel heyeta YŞKİ, ku ji Sekreterê Giştî Huseyn Yezdanpena û endamên polît buroyê pêkhatibû, giftugo kirin.

Heyeta hevbeş a PDK û PSK, ku ji Mesud Tek, Rojhat Amedi, Mamosta Said, Mamosta Xalid û serhad Amedi, pêkhatibû, derbareyê rewşa siyasî ya Tirkiyê û Kurdistana Bakûr û Protokol û armanca Protokolê agadarî  dane heyeta YŞKİ.

Sekreterê Giştî ya YŞKİ, dilxweşiya xwe derbareyê Protokola PDK û PSK eşkere kir û hinek pêşniyarên xwe ji bo tekûztir kirina xebata hevbeşa hêzên Kurdistana Bakûrê pêşkêş kir.

***

Heyeta hevbeş di roja 30’ê meha Cotmehê jî serdana Buroya Pêyvendiya Partiya demokrata Kurd li Suriyê (Elparti) ziyaret kirin û ji aliyê berpirsê buroyê Mustafa İbrahimê va hatin pêşwazi kirinê. Heyeta hevbeş, ku ji Rojhat Amedi, Mesud Tek, Mamoste Xalid û Mamoste Said pêkhatibû li ser Protokolê agadarî dane Mustafa İbrahim û guhê dane pêşniyarên wî li ser protokolê.

Di eynî rojê da heyeta hevbeş, ku ji Mesud Tek, Rojhat Amedi. Nureddin Agiri, Mamosta Said û Serhad Amedi pêkhatibû, baregeha Partiya Komunista Kurdistan (KKP) ziyaret kirin û ji aliyê Endama Polît Buroya KKP Mamosta Dîlman, Endamên Komita Navendî Ahmed Şîrvani û Mamoste Revend hatin pêşwazî kirin. Di giftogoyeka germ û samimi da herdu heyet derheqa rûdav û pêşhatiyên Kurdistan û navçe, her weha li ser yekitiya hêzên welatparêz axaftin. Heyeta hevbeş li ser Protokolê agadari daye heyeta KKP. Mamosta Dîlman jî kêfxweşi û piştgiriya partiya xwe li Protokolê eşkere kir.

Heyata hevbeş di eynî rojê da li baregeha Bizava Demokratika Asuri-BDA, li Eynkawa li gel heyeta BDA, ku bi serokatiya Endamê Polît Buroyê Salim Kako pêkhatibû giftugo kirin. Heyeta BDA li ser rêxistin û rewşa Asuri li ser Iraq û Kurdistanê agadarî daye heyeta hevbeş.

Seredana heyata hevbêş wê berdewam be.

***

Heyeta hevbeş a PDK-Bakur û PSK, ku ji Mesud Tek, Rojhat Amedî, Saîd Xoce, Mamosta Xalid û Cemşid Huseyni pêkhatibû, di roja 27’a meha Cotmeha sala 2005’ê, li baregeha Yekitiya Neteweyii Demokratên Kurdistan (YNDK), ligel heyeta YNDK, ku ji Sekreterê YNDK Xefur Maxmurî û Endama Polît Buro Dr. Şaxwan giftugo kirin.

Heyeta hevbeş a PDK û PSK derbareyê rewşa Tirkiyê û Kurdistana Bakur û bizava rizgariyê û Protokol û armanca Protokolê zanyarî dane heyeta YNDK.

Sekreterê Giştî ya YNDK Xefur Maxmurî jî behsa giringiya yekitii û hevkariya hêzên Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe derbareyê Protokola PDK û PSK eşkere kir û hinek pêşniyarên xwe ji bo tekûztir kirina xebata hevbeşa PSK û PDK, pêşkêş kir.

Ziyareta Heyeta hevbeş a PSK û PDK, bona nasandina Protokolê,  di pêşerojê da jî wê berdewam be.

***

Di eyni rojê da heyata PSK, ku ji Mesud Tek, Mamoste Xalid û Cemşid Huseyni pêkhatibû serdanê Malbenda Yekiti Niştimani-YNK Kurdistan li Hewlerê kirin. Endamê Serokatiya YNK û Berpirsê Malbendê Sê ya YNK Sadi Pire û cigirê Berpirsê Malbend Mela Mehemedê Beherkê û endamên Malbendê peşwazi li heyata PSK kirin.

Sekreterê PSK Mesud Tek xemginiya xwe derbareyê êrişa teroristi li Sileymani pêşkeşê berpirsên malbendê kir.

Paşê herdu heyet li ser bûyer û pêşhatiyên Kurdistan, Iraq û Tirkiyê giftugo kirin.

***

Heyeta Hevbeş a PDK û PSK Hizba Demokrata Kurdistana İranê Ziyaret Kir

Heyeta hevbeş a PSK û PDK-Bakur, ku ji Mesud Tek, Rojhat Amedî, Saîd Xoce û Nureddîn Agîrî pêkhatibû, di roja 26’a meha Cotmeha sala 2005’ê, çûne baregeha Hizba demokrata Kurdistanê İranê (HDKÎ)li Koyê û ligel heyata HDKÎ, ku ji Sekreterê Hizb Mistefa Hîcrî, endamên polîtburo Hesen Şerefî, Heme Nazîf û Baba Alî pêkhati bû, giftugo kir.

Heyeta hevbeş a PDK û PSK derbareyê rewşa Tirkiyê û Kurdistana Bakûr zanyarî dane heyeta HDKİ. k Heyeta hevbeş her usa behsa Protokola xwe û armanca protokolê kirin.

Sekreterê Giştî ya HDKİ Mistefa Hîcrî behsa rewşa kurdistana Îranê kir û got, ku “em gelek kêfxweş in ku  PDK û PSK protokol îmza kirine. Em piştgiriya Protokolê dikin”.

Heyeta hevbeş a PSK û PDK, bona nasandina Protokolê,  di pêşerojê da jî serdana partî û rêxistinên Kurdistanê ji herçar perçeyên Kurdistanê bikin.

 
 
PSK Bulten © 2005