PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Heyeta Kurd li Konseya Ewrûpê

Di 5´ê Çirîya Pêþîn da heyeteke Kurd Konseya Ewrûpê zîyaret kir û bi berpirsîyaran ra li ser pirsa Kurd û rewþa dawî qise kir.

Di heyetê da nûnerên Platforma Netewî ya Kurdistana Bakûr (PNK), ku ji heyþt partîyên sîyasî yên Kurdistana Bakûr pêk tê, nûnerên însayîtîfên Kurd, ku di sala dawî da li gelek welatên Ewrûpa sazbûn û yên komeleyên demokrat hebûn.

Heyetê di Komîsyona Ewrûpa da bi Xanim Leoecks´ra rûniþt ku berpirsîyarê karê Tÿrkîyê ye di warê firehbûna Yekitîya Ewrûpa da.

Heyetê li ser rewþa Tÿrkîyê, guhartina ku vê dawîyê di Qanûna Esasî da hat kirin malûmat da, raya û di vê qonaxê da daxwazên Kurdan ji Yekitîya Ewrûpa çiye jê ra got. Her usa jî Deklerasyona Kurd dayê, ku li ser pêvendîyên YA û Tÿrkîyê mehkî berê hatibû derxistin û tê da daxwazên Kurdan hatibû rêzkirin.

Xanim Leoecks jî dilþahîya xwe nîþan da bi dîtina heyeta Kurd  û dŸ derheqa kar û xebata Komîsyonê li ser vê babetê agahdarî da. Got em hez dikin ku Tirkîye him ber bi demokratbûnê, him jî ji bo çareserîya pirsa Kurd gavan bavêje. Ji xwe ev herdu tiþt  bŸ hevra girêdayî ne. Xanim Leoecks, her usa jî.daxwaz kir ku bi terefê Kurd da ev dîyalog berdewam be.

Heyeta Kurd di 9´ê Çirîya Pêþîn da jî li Belçîka Parlamena Flamenan zîyaret kir û bi Serokê Komîsyona Pêvendîyên Derva, Luc van den Brande ra rûniþt. Di vê civînê da jî dîsa li ser pêvendîyên Tÿrkîyê û Yekitîya Ewrûpa hat qisekirin. Heyeta Kurd li ser vê yekê bîr û raya xwe got û daxwazên milletê Kurd anî zman.

Di rojên pêþîyê da jî zîyaretên heyeta Kurd wê berdewam be û ewê hin sazî û rêxistinên dinê jî zîyaret bike. Bi vî awayî sazî û berpirsîyarên YE ji ray û daxwazên Kurdan jî haydar dibin.

Çalakîya Kurdan Li Brukselê

Di 8´ê Çirîya Pêþîn, roja Duþemîyê li Konseya Ewrûpa, di navbera heyeta Yekitîya Ewrûpa û Tirkîyê da hevditîn hebû. Bona vê yekê, PNK biryar dabû ku li Brukselê, li pêþ Konseya Evrûpa çalakîyek bê kirin û dengê kurdan jî bê bihîstin.

Gor vê biryarê welatparêzên Kurd ku ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Hollanda hatibûn, wê rojê li pêþ Konseya Ewrûpê kombûn. Di dest wan da Ala Kurd hebû û slogan avêtin. Deklerasyona Kurd bi çend zmanan hate xwendin û hat belavkirin.

Çalakî ji saet 11 berî sibê heya saet 2´yê piþtî nîvro berdewam kir û bi serfirazî derbaz bû.

 
PSK Bulten © 2001