PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Heyeta PSK Helebçe ziyaret kir

Heyeta PSK, ku demek e li Kurdistana Başûr e, di 20.01.04’an da çûye Helebçe û panoramayek, ku bona bîranîna qurbaniyên Halepçê hatîye çêkirin, zîyaret kir. Berpirsê Panoramayê, Qaymakamê Helebçê û serokê beledîya bajar, li ser panorama û pirsgirekên Helebçeyê yên ku paş bombarankirina kîmyewî rûdane zanyarîyên giranbiha dan. Heyata PSK li wira du goristanên ku têda bi hezaran qurbaniyên kîmyabaranê hene  zîyeret kirin. Heyeta PSK di eynî rojê da çûne Koyê, bona hevdîtin ligel serokatîya Hîzba Demokrata Kurdîstana İranê (PDK-Î).

Heyeta PSK di hevdîtinê da li sr rewş û bûyerên dawî yên Tirkiyê û Kurdistana Bakûr înformasyon dane heyeta PDK-Îran, ku ji Kak Baba Alî (Cîgîrê sekreterê gîştî), Hesen Şerefî, Mustefa  Hîcrî û Mustefa Mevlûdî pêkhatîye. Heyeta PDK-Î jî bîrûbawerîya xwe li ser rûdavên navçê û Îranê peşkeşî mêvanên xwe kirin û paşê herdu heyetan minaqeşeyeka berhemdar li ser bûyêrên Kurdistanê yên cur be cur kirin.

 
PSK Bulten © 2004