PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Heyeta PSKê, Partîya Komunîsta Kurdistanê Ziyaret kir

B. Seyran/ Hewlêr

Di roja 21.9.2005 an de Heyeta PSKê bi serokatîya sekreterê giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Mesud Tek û endamên heyetê Kovan Amedî û Nuretîn Agirî pêk hatibû, deftera siyasî ya Partîya Komunîsta Kurdistanê, li Kurdistana Başûr ziyaret kir.

Heyeta PSKê, Sekreterê gîştî Kemal Şakir, Endamê deftera siyasî Heyder Şêx Elî, endamê komîteya navendî Ehmed Şêrvanî û Mamosta Rewend ve hate ezimandin.

Di hevdîtinê de li ser reşnivîsa destûra Iraqê, destkeftinên Kurdan di destûr de, rola girîng ya serokê Komara Iraqê Birêz Mam Celal Talabanî û serokê herema Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî hat nirxandin. Sekreterê gîştî ya Partîya Komunîsta Kurdistanê Kemal Şakir, rewşa kurdistana başûr bi vê rengê nirxand û got: “Kurd, li ser destûra Iraqê, yekdeng û yekhelwest bûn. Birêzan Mam Celal Talabanî û Mesud Barzanî rolekî baş lîstin." Di pirsa mafên jinan de, mafê çare nivîsê de zehmetî gelek bûn, terefê din ango şîeyan nedixwestin. Di şûna cerenivîsê de,  em li ser yekitîyekî arzûmendane li hev hatin, di pirsa jinan de jî gelek zehmetî derdixistin, berê ji heqê wan tunebûn ku zarokên xwe li ser navên xwe qeyid bikin, me wî jî da qebûlkirin." Kemal Şakir, di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku pêş hilweşandina rejîma Baas, 12 hezar çekdar ji derve ketinin nav axa Iraqê û ewana her li Iraqê manin. Li bajarê Telefer û li gelek şûnên din atolyeyên bombe çêkirinê hatîye dîtin. Her usa xweşxalîya xwe bi nêzîkbûn û hevkarîya PDK û YNKê nîşan da. Di dawîyû da got: " divê berçavika me Kurdistanîyan paqij be ku rewşa Iraqê baş bibîne û siyaseta xwe jî li gor wî bidomîne."

Sekreterê giştî ya PSKê Mesud Tek jî,  li ser rewşa siyasî ya Kurdistana Bakur qise kir û dîtinên xwe anî ziman. Li ser pêyvendîyên PSK û Partîya Komunîsta Kurdistanê sohbetek germ di navbeyna her du heyetan de çê bû.

Heyeta PSKê di roja 23.9.2005 an de jî,  mamosteyê hêja rêzdar Ezîz Mihemed ziyaret kir û pirsa hal û tendurustîya wî kir. Rêzdar Ezîz Mihemed jî dilxweşîya xwe ji hatina Heyeta PSKê re nîşan da. Her usa li ser rewşa nû ya Kurdistana Başûr bi dirêjayî qise kir.

 
 
PSK Bulten © 2005