PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji raya giþtî ra,

Himber êrîþgerîya dewleta Tirk divê hemû Kurd Yekbin!

Bi bûyerên dawî xuya dike ku li Rojhilata Navîn þer nêzîk dibe. Amêrîka û Îngîlîz ji bo êrîþa ser Iraqê xwe hazir dikin, leþkerê xwe li mintiqê kom dikin. Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat nekin, êhtimal e heya mehkî þer dest pê bike.

Dewlet û hukumeta Tirk jî, herçiqas di destpêkê da nîþan da ku dijî vî þerî ye û çareserîyeke aþitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil bû. Nuha hazirî dike him rê bide eskerê amêrîkê ji bo vekirina cepha bakûr, him jî bi xwe êrîþ bike Kurdistana Baþûr dagre.

Derd û tirsa dewleta Tirk Kurd in. Ew ji hukumet û parlamena Kurd ku ev 11 sal e li Baþûr avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz e. Tirsa xwe ya mezin, pêkhatina statûyeke baþtir e ji bo Kurdên baþûr piþtî þer, çi bi þiklê serxwebûnê çi federalî. Dixwaze rê nede guhartineke han, heya di vê firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.

Her usa jî çavê Tirkan li nifta Mûsil û Kerkûkê ye.

Dewlet û hukumeta Tirk, heya muxalefeta li parlamenê hemû bi hevra hazirîya êrîþekê dikin. Leþkerê Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beþek ji zû va ketîye Kurdistana Baþûr.

Eva xetereke mezin e him ji bo Kurdistana Baþûr him jî bo hemû milletê Kurd.

Himber vê yekê divê milletê Kurd, partî û serokên wî gelek hiþyar bin, dest bidin hev pêþî li vê erîþgerîyê bigrin.

Divê himber êrîþgerîya Dewleta Tirk helwesta Kurdên Baþûr yek be, ew rê nedin lîstik û planên dijmin, erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.

Divê Kurdên parçên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûr himber êrîþa dewleta Tirk bin, li hundur welat û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma mîlîtarîst û dagirker, har û hov rûreþ bikin, piþtgirîya Kurdên Baþûr bikin.

Li rojhilata navîn bûyerên mezin diqewimin, kevir ji cîyê xwe dilivin û ewê tesîreke mezin li ser qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê da divê hemû hêz û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest bidin hev, mafên xwe û heqên xwe biparêzin, bo vê yekê çi lazime bikin.

Kemal Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

4 Sibat, 2003

 
PSK Bulten © 2003