Hin bûyerên pîroz li Kurdistana Başûr:
Yekitîya Hukumetê
projeya federalî
û qanûna esasî
F. Cotkar
Van rojên dawî ji Kurdistana Başûr xeberên baş
tên. Yek ji wan kar û xebata bo yekitîya hukumetê ye. Ango
Partî û Yekitî li hev kirin ku du hukumetan
bikin yek.
Lê bi rastî, ev biryar ne teze ye, îşê salan e. Wekî
eyan e, ji xwe di destpêkê da hukumet jî parlamen jî yek
bû, herdu jî di sala 1992´yan da, piştî hilbijartina
giştî ava bûbûn. Lê mixabin vê yekê tenê du salan dom
kir. Di sala 1994´an da ku di navbera PDK û YNK da şer
derket, parlemen jî, hukumet jî parçe bû, du hukumet û du
parlamen derketin holê, yek li Erbîlê, yek li Silêmanîyê.
Ev şer û parçebûn bi salan ajot û zirarake mezin
da tevgera Kurd. Meriv dikare bêje ku gelek salên zêrîn
winda bûn. Li piştra ku Amêrîkanî û Îngîlîz ketin navberê,
herdu alî li hev anin, îcar biryara yekitîya parlamen û
hukumetê û hilbijartina giştî ya teze jî hate girtin.
Mixabin, ev kar jî gelek dereng ket. Piştî hevhatinê
va ye 5-6 sal derbaz bûn, lê heya nuha, herdu alîyan karîn
tenê parlamenê cardin bikin yek. Hilbijartina giştî
çênebû û yekitîya hukumetê jî heya îro pêk ne hat.
Lê vêcar xuya ye rewş baştir e. Ji bo yekitîya
hukumetê jî herdu alîyan gavên teze avêtine. Gor agahdarîyan,
Nêçîrvan Barzanî wê bibe serokwezîr, yek ji Yekitî jî wê
bibe serokê parlamenê. 6 wezîr ji Partîyê, çar wezîr ji
Yekitî bin...
Eva xebereke baş e, pîroz e. Em hêvî dikin ku rojekî
berê ew biryar bikeve jîyanê.
Xebera duwem jî, hazirîya Partîyên Kurd û parlamena Kurd
e, ji bo Federasyona Kurd û Ereb. Partîyên Kurd li ser esasê
federasyonê û Qanûna Esasî li hev kirin, Parlamena Kurd
jî ew qebûl kir û wek pêşnîyar da Konseya Birêvebir
ya Miweqet ya Iraqê.
Kurd dixwazin federasyon bi du beşên esasî be: Beşa
Kurdan û ya Ereb. Mafê hûrgelan wek Aşûrî û Tirkmenan
jî wê bê naskirin.
Beşa Kurdistanê divê hemû erda kurdan bigre nav sînorê
xwe. Ango Dihok, Hewlêr, Silêmanîye, Kerkûk, Dîyala, û hin
navçeyên Musûlê ku piranîya xelkê wan Kurd e.
Karê parastinê bi awayekî giştî û pêvendîyên derva
wê di dest hukumeta Merkezî da be. Lê wekî din, Kurd welatê
xwe bi xwe îdare bikin. Ango parlamen û hukumeta heremî
hilbijêrin û karên aborî, perwerdeyî, xweşî, avadanî
û hwd. bi destê xwe bi rêve bibin. Her usa jî, hêza pêşmerge
wek eskerê Kurdistanê bi rêz be û sînorên kurdistanê biparêze.
Payîtextê Iraqa Federal wê dîsa Bexda be. Di hukumet û
parlamena merkezî da jî Kurd divê gor esasên wekhevîyê bêne
temsîlkirin. Dema ji serokdewlet û serokwezîr yek Ereb be,
yê din divê Kurd be.
Ereb wê ne karibin bi yek alî qanûna esasî biguhurin.
Dema tiştekî usa bibe, Kurd jî qedera xwe bi serbestî
tayîn bikin, ango wê bikaribin dewleta xwe ya serbixwe ava
bikin.
Ev pîşnîyara han ji bo statûya federalî û ya Kurdistanê
bi raya me gelekî baş e, makûl e. Em ji bo vê yekê
jî birayên xwe yên Kurdistana Başûr pîroz dikin.
Helbet hin der û dor ku neyarê Kurdan in ji vî tiştî
aciz bin û çiqas ji dest wqan bê, bixwazin sexte lêxinin.
Berî hemûyan jî dewleta Tirk...
Tirk ji nuhava, him ji bo yekitîya hukumeta Kurd him jî
bo pêşnîyara wan ji bo federalî û qanûna esasî gelek
aciz in, laf û gefan dixwin. Helbet Tirk êdî baş dizanin
ku nikarin pêşî li federalîyê bigrin; lê cehd dikin
qe nebe federalîyeke gor dilê wan be! Ew jî bi şiklê
„eyaletan“ yan jî „wîlayetan“.. Her usa jî cehd dikin ku
Kerkûkê li dervayî Kurdistanê bihêlin.
Belê, Tirk ji bo ku pêşî li vê guhartinê bigrin çi
ji dest wan bê wê bikin. Ji nuha va hewl didin, tesîrê li
ser Amêrîkê bikin. Berekî va jî Tirkmenan, heya Ereban kiş
dikin...
Tirk dikarin xirabîyên dinê jî bikin, tevlihevî derînin.
Ev bûyerên dawî, ango teqandina qamyoneke bi bombe li Hewlêrê,
li pêş derîyê Wezarata Hundur û êrîşa ser Serokpolêzê
Kurd dîsa li Hewlêrê, gelek balkêş in. Ev bûyer piştî
êlankirina yekitîya hukumetê û pêşnîyara qanûna esasî
çêbûn.
Esker û tîmên Tirkan li heremê bi destê xwe û bi destê
casûsên xwe dikarin van xirabîyan bikin. Bona vê yekê hebûna
wan li Kurdistanê xetereke mezin e. Divê rojkî berê ew ji
vir bênê derxistin.