Hukumeta
Ecevît
û guhartineke perakende di qanûna esasî
da
Li vê dema dawîyê
yek ji babetên rojevê guhartina yek-du bendên
Qanûna Esasî ye. Yek ji wan di derheqa partîyan
da ye. Hukumet dixwaze girtina partîyan piçek
zehmettir bike. Bona vê yekê rîya ku dîtîye
ev e: Heya nuha partî bi destê Mehkemeya Qanûna
Esasî bi dengê piranîyê dihatin girtin.
Ango temamîya dengan 11 bû û 6 dengan têr
dikir. Lê nuha hukumet dixwaze vê mîzanê
bike sisêyan da duduyê dengan, ango, hingê
bi kêmayî 8 deng divê ji bo girtina partîyekê.
Lê Mehkema Qanûna
Esasî dijî vê guhartinê derket, got
hûn destê me girê didin û li ser vê
yekê hukumet jî sekinî. Ji xwe esker jî
naxwaze ku ev guhartin bibe..
Derdê hukumetê ne demokrasî
ye ne jî azadîya rêxistinî. Ger mabest
ew bûya, hingê divîya bû di vî
warî da mîzana navnetewî û hemdem
ji xwe ra hilbijarta. Ango ew partîyên ku rîya
terorê, yan jî ya zorê nadine
pêş xwe divê neyêne girtin, ray û bernama wan çi dibe
bila bibe.
Tirkîye goristana partîyan
e. Di van çil salê dawî da 30 partî
hatine girtin, yan bi destê Mehkemeya Qanûna Esasî,
yan jî bi destê derbên eskerî.. Heya
partîyên mezin ku bûne hukumet, partîya
ku Mistefa Kemal avakiribû, ango CHP jî di nav
da..
Sê sal berê Partîya
Refahê hat girtin û serokê wê Erbakan
jî, ku sîyasetvanê salan e, ji sîyasetê
hat dûrxistin. Dewayê ku ji bo girtina Partîya
Fazîletê vebûye, va ye 8 meh e berdewam
e. Dewayê dijî HADEP’ê jî
18 meh e berdewam e.. Ev doz û dewa wek şûrê Demokles
in li ser partîyan.
Lê derdê hukumetê ne ev e ku êdî
rê li ber girtina partîyan bigre û dawîya vê rezîlîyê bîne.
Na, ev tişt ji bo hukumetê ne xem e. Bi guhartina Qanûna
Esasî amanca wê hin feydeyên rojane ne. Dema Fazîlet bê girtin
hingê hilbijartineke giştî yan jî qismî wê bikeve rojeva
Tirkîyê. Lê bedêla hilbijartineke teze giran e. Aborîya Tirkîyê
ji xwe di tengasîyeke mezin da ye û nikare ji bin vî barî
rabe. Him jî partîyên ser hukim ditirsin ku
hukumet ji dest biçe..
Bona vê yekê, hukumet
dixwaze roja xwe xilaske. Bona vê yekê jî
hin guhartinên perakende di Qanûna Esasî
da têra wê dike. Hukumet jî tucar naxwaze
ku girtina partîyan, ango ew çekê di dest
da bi temamî winda bike.
* * *
Tirkîye, ji bo paymalkirina
heqên mirovî, eza û teda kirin, hepiskirina
mirovan ji ber bîr û bawerîyên wan
û hilweşandina
gund û bajarên Kurdan, di Mehkema Heqên Mirovî yê Ewrûpa da
gelekî mehkûm dibe. Xema Tirkîyê ji bona van mehkumîyetan
ne windakirina êtibar e, lê windakirina pere ye.. Ji ber ku
Tirkîye, wek ceza û bedêl gelek pere dide ku ew jî mesrefekî
teze ye û roj bi roj
giran dibe.
Nuha ew mesrefa teze giha wê derecê
ku, Wezareta Derva ji mehkemeyan ra name şand û got dema
di derheqa kesên nivîskar û rewşenbîr da biryarê didin,
vê yekê bigrin ber çavan!.. Lê berî hemûyan serokên mehkemên
bilind, hakim ji vê
yekê gelek aciz bûn. Gotin ger hukumet ji vê
yekê aciz e, çima ji me ra dibêje, bila
dozê ji parlamenê bike, qanûnan biguhure.
Ê me, qanûn çi dibêje em wê
dikin.
Bi rastî jî usa ye.
Ger Tirkîye bi cezakirina bîr û bawerîyan
huqûqa navnetewî pêpes dike û ceza
dixwe, bila qanûnên xwe biguhure, azadîya
ramanî fireh bike wek welatên Ewrûpa. Qanûn
jî bi destê parlamenê têne guhartin.
Lê tiştê
xerîb, hêzên demokrat û rewşenbîr bi salan e ji hukumetê
dixwazin ku astengên li pêş azadîya ramanî rake. Dibêjin
ew rûreşîyek e ji bo Tirkîyê, divê jê xilas be. Her usa
jî, gelek waxt e welatên Ewrûpa jî jê dixwazin. Dibêjin, ger
tu dixwazî bibî endamê
me, şertekî me jî ev e. Lê hukumeta Tirk qet guh nade
van daxwaz û pêşnîyaran. Ew ji vê rûreşîyê ne aciz
e, ji cezayên diravî aciz e! Wek çare jî, qanûnan naguhure,
ji welatîyên xwe ra azadî nasnake, lê ji mehkeman dixwaze
ku “dema ceza didin, vî tiştî
bigrin berçav!.."
Tiştekî ecêb, hukumeta Tirk
şaşo faşo bûye. Destê xwe ji qanûnên kevnare,
ji cezayê, ango ji şûr û şer nabe. Lê naxwaze pere
jî bide.. Çare dîsa tevdîrên perakende ne..
Lê sebebê cezayê ne tenê ev e.
Ger Tirkîye naxwaze bê cezakirin û nekeve mesrefê, divê li
kesî eza û teda jî neke, divê gundên Kurdan jî hilneweşîne,
divê neheqîyê li kesî neke û curmkarî neke.
Lê destê berpirsîyarên Tirk ji
van tiştan nabe. Xûyê van merivan usa ye. Gotinê pêşîyan
e: Heya can dernekeve xûy dernakeve!..
Demokrasî ne xema wan e.
Ew hînî Qanûna Esasî ya 1982, ango
fermana generalan û kirasê dînan bûne.
Bo guhartina wê û çêkirina qanûneke
teze dil nakin û xebat nakin. Herçî ku
navê wan û cilê wan sîvîl e
jî, serê wan eskerî ye, ço ji dest
bernadin..
|