Hûn mereq nekin,
Kurd di rîya rast da ne..
C E M A L İ
Vê dawîyê di çapemenîya Tirk û Ereban da yên ku laf û gefan
li Kurdan dixwin û yên ku şîretan li Kurdan dikin, gelek
in.
Ji bo Tirkan ne zêde ye. Ew „birayên me yên misilman“ ji
xwe, bi dehan sal e, heya bi sedan sal e, çi ji destê wan
tê dikin, da ku Kurd nebin xwedî tiştekî. Heya, ger ji
wan bê Kurdan ji rûyê dinê hiltînin! Lê derdê „birayên me
yên Ereb“ çi ye? Xuya ye derdê wan jî pirsa Iraqê ye. Çima
Kurdan di şerê Amêrîka û Saddam da piştgirîya Saddam
ne kirin, heya dijî wî şer kirin...
Gelek dinivîsînin: „Kurd di rîya şaş da ne!“
Gelek dibêjin: „Kurdan ji dîrokê ders ne standine..“ Ango,
Amêrîkayê çend caran em xapandine...
Hinek dibêjin: „Amêrîka diçe, em û ew dimînin... Kurdan
hemû cîran ji xwe ra kirin dijmin!..“ Ango laf û gefan li
me dixwin.
Yek ji van jî, bi navê Dr. El Barsan di Kuds-ul
Erebî da, ku li Londonê dertê, nivîsandîye û ev hemû yek
bi yek rêz kirîye..
Berî her tiştî, navê rojnama wî şaş e: Çima
„Quds-ul Erebî?“ Ger Quds bo Misilmanan pîroz e, divê ne tenê
yê Ereban be, divê yê hemû Misilmanan be. Ma nayê bîra we
ku Quds bi destê Selahaddînê Mezin ê Kurd ji bandûra xaçparêzan
hate rizgarkirin?. Ne tenê Quds, ewî Misr û Sûrîye jî parast.
Heya ji Îskenderîye bigre heya Antakîya, Filistîn, Libnan
û gelek bajarên Sûrîyê ji destê xaçparêzan xilas kir. Ger
dewleta Eyûbî û Selahaddînê Mezin û leşkerê wî yê Kurd
ne bûya, êhtimaleke mezin bû ku xelkê van welatan îro serbiser
xaçparêz bû...
Hevalo, îro hûn ji Kurdan çi dixwazin, ma cardin bên Qudsê
xilas bikin? Ango vêcar jî ji destê Cuhîyan? Ev kar ji ber
sê tiştan gelek çetin e. Yek, we di Kurdan hal ne hişt.
We, „birayên me yên Misilman“, Tirk, Ecem û Ereb, wek keftaran
avêtin ser Kurdistanê, ew parçe kirin, milletê Kurd di nav
xwînê da bêtab hiştin... Ya duwem, ger ji Kurdan bê,
divê berî her tiştî xwe ji destê cinewirên wek we xilas
bikin û va ye Kurd jî îro bo wê kar dikin... Ya sêwem jî,
em êdî ne ewqas ehmeq in, xilaskirina „Qudsa Erebî“ ne karê
me ye! Ma me ji Cuhîyan çi zirar ditîye? Me çi zirar dîtîye
ji „birayên xwe yên Misilman“ dîtîye!
Dibêjin „Kurd di rîya şaş da ne..“ Çima? Em dijî
Amêrîkayê derneketine... Ma em ehmeq in ku di rojeke hanê
da dijî Amêrîkayê derkevin? Amêrîka û İngîliz va ye 13
sal e Kurdistana Başûr diparêzin. Wan li Saddamê zordest
û xwînxwar xist, textê wî û sazûmana Baas a hov welgerandin.
Sebep çi dibe bila bibe, ew kêfa me tîne. Em jî ji xwe vî
tiştî dixwazin: dijminê me, ew sazûmana xwînxwar biruxe.
Ger ji me bihata me bi destê we biruxanda..
Dibêjin „we ji dîrokê ders ne standîye...“ Ma dîrok tenê
pêvendîyên me û Amêrîkayê ye? Yê ku hezar û çar sed sal berê
Kurdistan zeft kir û xwîna me wek lehîyan rijand, mêrê Kurdan
li ber ava Dîclê, ji Musûlê heya Bexda û Basrê di darên xurmeyan
da dardakir û keç û jinên Kurdan hêsîr kir û bir, ne leşkerê
Ereb bû? Him jî di dema Xelîfe Omer da ku bi „edaleta xwe“
bi nav û deng e. Xuya ye ew edalet jî li himber me Kurdan
bi vî şiklî ye!
Hûn dikarin bêjin ew tişt 1400 sal berê bû.. Rast e,
lê Şîayên Ereb û Ecem û Tirk va ye 1400 sal e derdê Kerbelayê
ji bîr nakin, ma em çima yê bav û kalê xwe ji bîr bikin?..
Me behsa şerê Selahaddînê Mezin kir... Leşkerê
Kurd di bin fermendarîya wî da di rizgarkirina Misr û Surîye
û Filistînê da roleke mezin lîst; lê nuha halê me?. Ma ev
jî dersekî nade mirovan?.
Dema we, di Şerê Pêşîn ê Cîhanê da, tevî Frensî
û İngîlizan, kêra xwe li pişta Osmanî û Tirkan xist,
ango bi gotina Tirkan „we bêbextî li birayên xwe yên Misilman
kir“, me di bin fermandarîya Mistefa Kemal da tevî Tirkan
welat parast, me li heft îqlîm û çar koşeyan şerê
êrîşgeran kir. Li dawî çi bû? We 20 dewlet çêkirin, Tirkan
jî, padîşah û Xelîfe qewirandin, dewleteke Tirk çêkirin;
lê welatê me bû çar parçe, em wek sêwîyan li ber dîwaran man,
bê heq û azadî... Dema me heqê xwe xwast, dewleta Tirk jî
yê Ecem û Ereban jî em qirkirin, mala me şewitandin...
Ma gelo evana hemû ne ders in? Ne lazim e ku em jî dost
û dijminê xwe nas bikin?..
Ev ders bi salan e berdewam in...
Hûn dibêjin „we hemû cîranê xwe kir dijminê xwe.“ Na na,
me ne kir, ew ji xwe di berê da dijmin bûn! Carê binêr, yê
ku welatê me parçe kirine, dor li me girtine û bi salan e
şerê me dikin kî ne, ma ne herçar cîranê me ne?..
Ger em bira ne, ger em jî wek we Misilman in, gelo hûn çima
vê zulmê li me dikin, çima heqê me nas nakin?
Xuya ye hûn Misilmanîyê, dîn û dîyanetê jî, wek haletekê,
wek ticaretê bi kar tînin, xelkê pê dixapînin. Gor Pêxember
Mihemmed û gor Quranê, divê Misilman li Misilman zulmê neke.
Lê hûn dikin, him jî pêperwa û bê sînor dikin... Hûn ne Misilmanên
mûxlîs in, lê sextekar in.
Dibêjin „Amêrîkî biçin û em û we bimînin...“ Ango laf û
gefan li me dixwin.. Bila be! Ma berê jî ne usa bû? Dema we
zulim li me dikir, we ewqas şerê me dikir, xwîna me dirijand,
welatê me ser û bin dikir, Amêrîka li vir bû? Ew hemû di rûbarî
Amêrîkê da bû?.. Ji xwe karê me û we her roj şer û pevçûn
e, em ji çi bitirsin?
Gunekarê vê şer û pevçûnê jî ne em in, zalimên wek
we ne. Ger hûn heqê Kurdan nas bikin, em dikarin wek bira
li cem hev bijîn. Lê ew rewşa me û we ne yê birayan e,
belkî ya mişk û pisîkê, ya kûçik û pisîkê ye...
Barsan efendî jî dibêje ku: „Devleteke piçûk a Kurdan ji
bo mafên Tirkîyê, İranê û Sûrîyê ne baş e! Ji ber
ku di nava sînorên van dewletan da hindikahîyeke (mînorîtet)
Kurd heye...“
Helbet, em derdê we dizanin! „Di nav sînoran da „wek hindikahî“
Kurd heye!..
Pekî, ew „hindikahîya Kurd“ çima xeter e? Dema heqê wan
bê dayîn jî dîsa xeter e?.. Ew dewlet çima heqê Kurdan nas
nakin û Kurdan razî nakin? Çima tu, Barsan Efendî, vî tiştî
ji wan naxwazi?..
Him jî ew tiştê ku tu dibêjî „hindikahî“ (mînorîtet)
rast e? Kurd ku milletekî 40 mîlyon in, ma „hindik“ in? Welatê
wan, Kurdistan ku qasî Fransê ye û di navbera çar dewletan
da parçe bûye, ma piçûk e? Nifûsa Kurdan ji temamîya Erebê
Iraq û Sûrîyê û Libnanê ne zêdetir e, qasî bi dehan emîratên
Xelîcê nin e?..
Ma Kurd û Kurdistan deh Filistînê nakin?..
Ey Barsan Efendî, ey Quds-ûl Erebî, tu û merivên wek te,
hûn çiqas bê îzan, bê mîzan, bê merhemet û bê fedî ne!..
Belê, „dewleteke piçûk“ yan „mezin“ ê Kurd, dibe ku ji bo
zalimên wek we xirab e, lê ji bo me Kurdan gelek baş
e, wek derman e!
Barsan Efendî dibêje „ji bo vê sîyasetê Kurd nuha di mintiqê
da pir jar û lawaz ketine...“ Lê dilê xwe pê sar dike. Kurd
îro jar in, yan xurt in, bila xwe bicêribîne bibîne! Sê mîlyon
Cuhî ev pêncî sal e 200 mîlyon Ereb şerpeze kirin, lê
ger têr nake, 40 mîlyon Kurd jî bikin dijminê xwe! 40 mîlyon
Kurd jî dikarin vê dinyayê bikin agir û şewat ji bo we
herçar şirîkan; vê yekê ji bîr nekin!
Yê ku aqlê xwe heye zêde di ser Kurdan da naçe...
|