PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gaveke pîroz ji bo yekitîya rewşenbîrên Kurd

Kar û xebata ku ji destpêka sala 2000’î vir da ji bo yekitîya rewşenbîrên Kurd li dervayî welat yên ji kurdistana Bakûr hate kirin, nuha berhemên xwe dide.

Wekî tê zanîn, cara pêşîn rewşenbîrên ji Kurdistana Bakûr yên li Swêdê di 11 Adara 2000’î li Stokholmê civîyan û biryar girtin ku ji bo avakirina rêxistineke sîwîl bi kar bîkin, ku rewşenbîrên ji Kurdistana Bakûr yên li Ewrûpa dijîn, di bin banê xwe da bi rêz bike. Bo vî karî komîteyek ava kirin. Piştî wê li Elmanya, bajarê Kolnê du civînê din çêbûn. Piştî wê, tevî Swêd û Elmanya li welatên dinê jî ( Franse, İngilistan, Swîsre, Denmark, Avûsturya, Hoollande ü Belçik) rewşenbîr û welatparêzên Kurd hatin ba hev û komîte avakirin, armancên xwe û usûlê kar û xebatê zelal kirin.

Çend roj berê, di 5 Gulanê da ( 2001) nûnerên van komîteyan li Elmanya, bajarê Bottrob’ê civîyan û di çarçuva Ewrûpa da, bi navê “İnsîyatîfa Kurdên li Ewrûpa” yekitîya xwe sazkirin, komîteyeke miştêrek avakirin û komîteyeke rêvebir hilbijartin.

Eva ji bo Kurdên Ewrûpa berhemeke delal e. Divê bê gotin ku, ev însîyatîfeke sîwîl û serbixwe ye û tenê ji Kurdên Kurdistana Bakûr pêk tê. Sebep jî ev e ku, di rewşa teze da rewşenbîrên vî parçeyî rola xwe bilîzin, da ku tevgera Kurd li bakûr xwe biparêze, yekitîya xwe pêk bîne, dengê xwe li welat û li dinyayê bilind bike.

Di vê însîyatîfê da him Kurdên rewşenbîr cî digrin, him jî Kurdên welatparêz ku di tevgera Kurdî da rolek lîstine, kar û xebateke wan ê berbiçav heye.

Bi vî awayî vê însîyatîfê kar û xebata xwe ji bo avabûnê gihande qonaxeke baş. Karê dinê jî teze dest pê dike. Pêşnîyara vê însîyetîfê ev e ku partîyên sîyasî, komeleyen demokratîk û însîyatîf bi hevra bicivin û di çarçuva Ewrûpa da bernameyeke miştêrek daynin pêşîya xwe, kar û xebata xwe da hemahengî (koordînasyon) çêbikin. Tiştê rast jî ev e.

Ji xwe platformeke partîyên sîyasî yên Kurdistana Bakûr heye (PNK). Di nav komeleyên demokratîk da jî danustandin heye, ku ew jî bo hemaheng kirina (kordînasyona) kar û xebatên xwe û ji bo bernameyeke miştêrek komîteyekê avabikin.

Hêvîya me ew e ku karê komeleyên demokratîk jî rojkî berê temam be û ev hersê (PNK, İnsîyatîf û komeleyên demokratîk) bi hevra rûnin komîteyeke miştêrek ava bikin di çarçuva Ewrûpê da, dest bi kar û xebateke miştêrek bikin. Her roj di vî warî da bi qîmet e, giranbuha ye. Neyarên me nasekinin, dinya di cîyê xwe da nasekine, divê em Kurd jî dereng nemînîn.

Em avabûna İnsîyatîfa Kurd li Ewrûpa pîroz dikin, jê ra kar û xebateke baş û serketin dixwazin.

 
PSK Bulten © 2001