PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji bo kilamekî salek ceza!

Nuha xwendevanên me li vê serenivîsê binêrin û bêjin, herhal yekî kilameke Kurdî gotîye û salek ceza danê.

Rast e, usa bûye.

Helbet, evtişt ne ecêb e. Li vî welatî Kurdan gelek caran cezayên usa girtine. Ji bo Kurdên Bakûr û ji bo dewleteke zalim wek dewleta Tirk evtişt bûyereke adî ye..

Lê vêcar ev “yek” ne meriv e, kanala têlevîzyonê ye!

Belê “Kanal 21” ku weşana xwe li Amedê, ango bi gotina gel “Dîyarbekira Şewitî, Payîtextê Kurdistanê” dikir, ji bona kilamekê salekê hat girtin.

Ew kilameke gelêrî, “memedo” bû ku bi alîyê Şivan Perwer hatibû gotin. Bona vê yekê sazîya dewleta Tirk RTUK’ê (Sazîya Bilind ya Radyo û Têlevîzyonê), biryar da ku ev kilam civakê kiş dike ji bo terorê, zorê û cudaxwazîya etnîkî, di nav gel da kîn û nefretê belav dike” û bona vê yekê weşana Kanal 21 salekê da sekinandin!..

Lê wekî tê zanîn, ew kilameke li ser dilan e û tu pêvendîya xwe bi “zorê û terorê” bi “kîn û nefreta navbera gelan” tune. Awûqatên TV 21’ê dawe vekirin, li dawîyê ev rastî eşkere bû, lê çi feyde! Ji ser ra salekî zêde derbaz bûbû û têlevîzyonê êdî ne dikaribû weşanê bike.

Tirkîye welatekî usa ye. Berpirsîyarên Tirk li himber rexneyên beyanîyan derewan dikin, dibêjin zmanê Kurdî serbest e. Serbestîya zmanê me ev e. Em nirakin bi zmanê xwe heya kilaman bêjin. Kilameke Kurdî jî dikare qenaleke têlevîzyonê salekê bide girtin.

Hovî û zordestîya han li kîderê dinyayê hatîye dîtin?.

 

 
PSK Bulten © 2001