PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ji dinyayê ra dezgeyekî teze (*)

Ferhad CAN

Di van rojana da babet ev êrişên li ser New York û Waşîngtonê ne û xuya ye hîn demeke dirêj jî -belkî bi mehan belkî bi salan- ew bibin babetên esasî. Herkesek behsa wan dike. Raya xwe dibêje û şirove dike.

Nuha em behsa tiştekî din bikin, kêmasî nabe. Heya dibe ku hûn xwendevanên delal ji vê babetê êdî bêzar bûn. Va ye bîst roj e, di têlevîzyonan da ew, di rojnaman da ew. Li mal, li cîyê kar, li qehwê ew… Heya di xewna merivan da jî ew cotê xanên bilind ên New Yorkê, ku nişkêva di nav agir û dixanê da man û di nav çend deqîqen da ruxîyan, bi erdê ra war bûn…

Belê, em behs nekin jî kêmasî nabe, lê dibe ku hin nas û dost jî raya me mereq dikin, gelo em çi dibêjin û çi difikirin?.

Wallehî, xwendevanên delal, ez çi bêjim?.. Yek ev e, bûyerên ecêb bûn ku ne dihatin bîra kesî. Heya ne dihatin bîra fîlmçêkirên Holîvûdê ku bi fantazî û fêl û fendên xwe bi nav û deng in, bê hempa ne. Ew jî li himber van bûyeran şaş û metel man.

Di destpêkê da herkesî ji hevdu pirsî: “Kê evtişt kir?” Tevatûr pir in. Hinekan gotin Leşkerê Sor ê Japon.. Hinekan gotin rêxistineke fanatîk ê Ereb û Misilmanan.. Dibe ku hêzên nav Amêrîka yên kevneperest, yan jî terîqeteke dînî… Lê roja dinê Amêrîkîyan eşkere kirin, gotin evtişt bi destê Usame Bîn Laden hatîye kirin…

Ev kar huner û dîsîplîneke mezin dixwaze. Mirovên Usame dikarin tiştekî usa bikin yan na? Delîl çi ne? Hîn ne zelal e. Lê hukumeta Amêrîkê bi usûlê gurê La Fontaîne, dijmin nîşan da, wek dozger û dadger biryara xwe da, temyîz û testîq jî di nav da!.

Lê kî bike jî, zirara ku vê êrîşê da Amêrîkê pir mezin e. Berî hertiştî bi hezaran, belkî bi deh hezaran mirov jîyana xwe winda kirin. Zirara maddî jî ne hindik e. Borsa li Amêrîkê û her derê dinyayê ketin. Çûn hatina balafiran, bi taybetî li Amêrîka bi rojan sekinî. Şîrketên balafiran zirareke mezin kirin, dora sedhezarî karkerên xwe ji kar derxistin. Tesîra rûhî li ser xelkê Amerîka û xelkê welatên dinê jî gelek mezin e.

Ango bi vê bûyerê dinya hejîya û xuya ye li vir namîne, Amerîka û dostên xwe bersîva vê êrîşê bidin û di roj û mehên pêşî da gelek tiştên mezin wê biqewimin. Ew îro terorîstîyê wek dijminê xwe yê mezin dibînin û dixwazin koka wê bînin. Amerîka û hevalbendên xwe hazirîya şerekî dikin û di van rojana da dibe ku li Afganîstanê xin. Bi wê jî namîne, dibe ku şerê hin dewletên dinê jî bikin, bi taybetî li Rojhilata Navîn. Dibe ku sînor bilivin, hin dewlet parçe bin…

Em, wekî ji xwendevanên me ra jî eyan e, mirovên aşitîxwaz in. Em tim jî dixwazin ku pirs bi rîya danustandinê çareser bin. Em bi mirin û êşa însanên sîwîl û bê gune xemgîn bûn. Lê mixabin ev dinya hîn ji serhişkîyê, ji şer û şewatê xilas ne bûye. Li dinyayê zulm heye, neheqî heye.

Yê ku bi hêz in, pirî caran heqê jaran nas nakin, guh nadin dengê vîcdana xwe û ya xwe dikin, xelkê diêşînin.

Li vê dinyayê hin ji birçîyan dimrin, ji nexweşîyan qir dibin; bê nan, bê mal, bê derman in. Hinek jî têr in, dewlemend in û nizanin perê xwe çawa serf bikin; her usa jî xweperest in (egoîst in) guh nadine dengê jar û belengazan, dengê birçîyan.

Pirsên dinyayê, piranî ji vê bêdadîyê çêdibin. Sebebê şer û pevçûnên dinyayê pirî caran zordestî û zêrandina neheqan e. Ew tovê berxwedanê dirijînin.

Zordest û neheq, pirî caran berxwedanên bindestan, jaran bi darê zorê dişkînin. Ew bê eman û bê vîcdan in. Dîrok bi çîroka zulm û kiryarên wan tije ye. Ewana xelkê gelek welatan qir kirin, koçber kirin, dîl kirin…

Ev zordestî û neheqî îro jî berdewam e. Em Kurd ji herkesî zêdetir zanin zulm û neheqî çi ye, me ji herkesî zêdetir kişandîye.

Ev zulm û neheqî ye ku dibe sebebê berxwedanan, sebebê serhildanan.. Dibe sebebê dijayetî, rik û tolhildanê.

Gor zordestan û neheqan berxwedana bindestan bi tevayî curm e, terorîzm e û divê bê şikandin û ew bi xurtî bêne cezakirin. Lê helbet, berxwedana milletên bindest ne curm e, heq e û ev heq heya di Daxuyanîya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî da hatîye nivîsandin.

Helbet di navbera berxwedanê û terorîstî da ferq heye. Di berxwedan û şoreşê da mirov, çiqas ji destê wî bê, zirarê nade sîwîlan, mirovên bê gune. Her usa jî bi rê olaxên terorîstî tu doz û dewa bi ser nakeve. Mirovê ku dixwaze bigihîje armanca xwe, di doza xwe ya bi heq da bi serkeve, divê xwe ji metodên terorîstî biparêze. Eva rastîyek e.

Lê rastîya din jî ew e ku, terorîstî bi xwe jî berhemê zulm û neheqîyê ye. Yê ku dixwaze aşitîyê bîne dinyayê, divê dijî zulm û neheqîyê derkeve.

Divê pirsên dinyayê bêne çareserkirin. Divê pirsa Kurdan, ya Filîstînê û yên dinê li ser esasên dadîyê bêne çareserkirin. Hemû gelên dinyayê azad bin û derheqa kar û barê welatê xwe da û di derheqa dahatûya xwe da bi serbestî biryar bidin.

Divê ji birçitî, xelayî, xizanî û nezanî ra çare bêne dîtin li çarkoşeyê dinyayê.

Helbet, li Afganîstanê sazûmaneke hov heye. Ger bi alîkarîya dinyaya pêşketî, bi destê dewletên mezin û bi taybetî bi biryara Milletên Yekbûyî ev sazûmana hov bê ruxandin û ew milletê Afganî ji hovîya Talîbanan bê xilaskirin baş dibe.

Lê li vê dinyayê hov ne tenê Talîban e. Ma sazûmana İranê, ya Iraqê ne hov in? Heya, ya Tirkîyê ji hemûyan hovtir e.

Ango ev dezgeyê dinyayê êdî kevn bûye, bi rastî jî divê bê guhartin û dezgeyeke teze avabe. Lê ev dezgeyê teze jî divê li ser esasê dadîyê ava bibe. Xebatên navnetewî ku ber bi guhartineke pêşketî bin, ber bi demokrasî û azadîyê bin, em pê ra ne. Lê ger ji bo parastina sazûmana heyî bin û tenê ji bo parastina menfaata xurtan, zalim û neheqan bin, em ne pê ra ne û bi vî şiklî aşitî û dadî nayê dinyayê, dawîya terorîzmê jî nayê.

Em dixwazin statuko hilweşe, heya sînor jî bilivin; lê li cî tiştê baş çöbin..

---------------------------------------

(*) Ev nivîs ji rojnama Dema nû, hejmar 14 hatîye girtin.

 
PSK Bulten © 2001