Ji þer ra erê yan na?
Ferhad CAN
Pirsa Ýraqê roj bi roj germtir dibe, xuya ye, ger Saddam
dev ji hukma xwe bernede þer nêzîk e.
Li dinyayê hin devlet û kes li gel êrîþa Amêrîkê ne, ango
þer dixwazin. Gelek devlet û kes jî dijî þer in. Hin kes ji
me dipirsin, gelo sîyaseta we çi ye, heya hin kes dibêjin,
“raya we ne zelal e, hûn þer dixwazin yan na?”
Ez dibêm raya me wek sosyalîstên Kurd, her usa jî wek þexs
ya min, di vî warî da zelal e. Lê ew ne bersîveke “erê” yan
“na” ye. Ji ber ku ev pirseke gelek kompleks e, mîna giloka
girêkan e. Gelek alîyên vê pirsgirêkê heye ku divê meriv bide
ber çavan. Erê yan nayek dibe ku hêsan e, lê têrê nake, nabe
bersîva vê pirsê.
Berî hertiþtî, wek sosyalîstên Kurd em ne þerxwaz in, em
dixwazin li hemû dinyayê pirsgirêk bi rîya aþitîyê û gor dadîyê
çareser bin, li kesî neheqî nebe.
Lê di dinyayê da neheqî heye, zulm heye. Dijî neheqî û zulmê
berxwedan heq e.
Ango þerê ku zalim û neheq derdixin em ne pêra ne, li dij
in. Lê em piþtgirîya þerê bindestan dikin. Ango em ne pasîfîst
în.
Her usa jî di dinyayê da her pirsgirêkek taybetîyên xwe heye,
divê meriv wan taybetîyan bide ber çavan. Em bên mesela /raqê:
Amêrîka û Îngiliz çima þerê Saddam, yan jî þerê sazûmana
Bexdayê dikin?
Yek ji tirsa terorê. Teror rastîyek e. Di 11 Îlona sala 2001
da çi bû, herkesî dît. Di dest Saddam da çekên kîmyewî û bîyolojîk
jî hene; di salên çûyî da bi taybetî dijî Kurdan bî kar anî,
sibe jî dikare dijî hinekên dinê bi kar bîne. Amêrîka, bi
taybetî /sraîl ji vê yekê ditirsin. Sebebek ev e.
Helbet sebebên dinê jî hene. Wekî gelek kes dibêjin, sebebek
mezin jî mafên þîrketên sîlahan û yên niftê ne. Ew, ku rola
wan di aborî û sîyaseta Amêrîkê da gelek mezin e û îro hukma
Bush wan temsîl dike, dixwazin dest daynin ser nifta /raqê
û mintiqê bi tevayî bigrin bin qontrola xwe.
Helbet em li dijî þerekî han in ku bi vê armancê çêdibe,
ango bi destê hêzekî mezin wek Amêrîka û bo mafê þêrketên
sîlah û niftê. Teror jî tenê bi rîya þer çareser nabe. Sebebê
terorê çi ye divê meriv li ser bisekine û sebeban (ku neheqî
û zulm û zêrandin e, heya terora dewletan bi xwe ye) ji ortê
hilîne.
Heya Kurdên Ýraqê ku, ewqas ji Saddam zulm û xirabî dîtine,
ne li gel þer in. Þer dikare careke din zirareke mezin bide
Kurdan. Saddam dikare dîsa eskerê xwe bajo Kurdistanê û çekên
kîmyewî bi kar bîne. Tirkîye û Îran dikarin têkil bin û Kurdistan
cardin di bin lingan da here, destkevtîyên heyî, aþitî û aramîya
heyî jî bikeve xeterê.
Lê xuya ye him hêza me têr nake ku pêþî li þer bigrin, him
jî ew ne karê me Kurdan, sosyalîstan û mirovên demokrat e
ku di þerê navbera Amêrîka û Saddam da dijî Amêrîka û Îngiliz
derkevin û piþtgirîya Saddam û sazûmana wî bikin.
Em di vî þerî da ne teref in.
Hin kes dibêjin Amêrîka emperyalîst e, divê em dij derkevin.
Eva dîtineke gelek þematîk e. Evana xirabî û zulma sazûmana
Saddam nagrin ber çavan û bibê nebê piþtgirîya vî dîktatorê
xwînxwar dikin.
Hin kes bi navê aþitîxwazî dijî þer in. Dibêjin zarokên bêgune,
jin, mêr û êxtîyarên masûm wê bimirin, Ýraq ser û bin be.
Eva bi alîyekê rast e. Lê ew jî nadin ber çavan ku þerxwazê
herî mezin li heremê Saddam bi xwe ye. Kesî qasî wî jin û
zarok ne kuþtîye û ne bûye sebebê kuþtina wan û ser û bin
bûna Ýraqê..
Saddam bi salan þerê Kurdan kir, Kurdistan ser û bin kir.
Heya çekên kîmyewî bi kar anî. Sê caran Kurd bi sed hezaran
ajote sînorên Tirkîye û Îranê. Di enfalan da bi deh hezaran
kurd Kuþt.
Þerê Ýraq-Îranê derxist, bû sebebê kuþtina mîlyonek însan
û ser û bin bûna herdu welatan.
Kuweyt dagir kir û bû sebebê þerê Kendavê û esker û milletê
xwe di vî þerî da telef kir, welatê xwe xirab kir.
Ew êþ, feqîrî û belengazîya ku xelkê Ýraqê dikiþîne sebebê
mezin Saddam bi xwe ye.
Mixalefeta Ýraqê jî, çi Kurd çi Ereb, dixwaze ku Saddam û
rejîma wî biruxe, çekên kîmyewî û bîyolojîk nemînin, sazûmaneke
demokrat û federal ava be. Eva daxwazeke baþ e.
Ango em þer naxwazin, lê çûna Saddam û guhartineke han dixwazin.
Ev yek bi rîya þer, bi destê Amêrîkê jî bibe tiþtekî baþ e.
Hin kes dibêjin, ev tiþt ne karê Amêrîkê ye, divê bi destê
Ýraqîyan be. Xwezî usa bibûya, lê nebû. Xuya ye nabe jî. Saddam
ew pelixandin, di wan da teqet ne hiþt.
Hin kes dibêjin, ger dijî Saddam tiþtek bê kirin divê bi
dest û biryara RMY (Rêxistina Milletên Yekbûyî - UNO) be.
Xwezî usa bibûya. Lê RMY li himber kirinên Saddam, bi taybetî
yên dijî Kurdan bêdeng ma. Tiþtê ku Saddam kir curma dijî
mirovetîyê bû, jenosîd bû. Lê RMY li himber van tiþtan wek
kor û ker û lal bû. Çawa ku li himber kirinên Tirkîyê jî usa
ye..
Milletên Yekbûyî (ya rastî dewletên yeknebûyî) çima bi yek
destî bi pêsîra Saddam nagire, nabe mehkeme nake? Milletên
Yekbûyî, mixabin dengê jaran, bindestan nabihîse.
Fransî, Alman û Ûris, ji ber ku pêvendîyên xwe û ticareta
xwe bi Ýraqê ra baþ in, naxwazin Saddam biçe.
Tirsa dewletên heremê, yên wek Tirkîyê, Îran, Suudî û yên
dinê jî malûm e. Hemû, ji hilweþîna statûkoyê ditirsin. Hinekan
wek Ýraqê pirsa wan ê Kurd heye, parçekî Kurdistanê dagir
kirine, naxwazin sînor bilivin, yan federalî çêbe.
Bi dawî raya me ev e. Em þer naxwazin; lê dema Amêrîka û
Îngiliz êrîþî ser Saddam bikin, hukma wî hilweþînin em gelek
kêfxweþ dibin.
Belê emperyalîzm xirab e. Lê Saddam û hukma wî jî xirab e.
Mao gotibû: “Ger yekî xirab li yekî xirab xe, ew ji bo baþan
baþ e!”
Em dixwazin ev dîktatorî hilweþe, li cî Ýraqeke demokrat
û federal ava be.
Ger li Rojhilata Navîn statûko hilweþe û dor bê yên dinê
jî baþtir dibe. Ev ne xema me Sosyalîstên Kurdan e. Divê xema
hemû sosyalîst, demokrat û aþitîxwazên heremê jî nebe..
Dîsa em gelek eþkere dijî têkilbûn û êrîþgerîya Tirkîyê ne.
Ji ber ku þerê Amêrîkê dijî dîktatorîya Ýraqê ye, lê yê Tirkan
dijî Kurdan e, ango dijî gel û milletekî ye.
Ma ev helwest ne zelal e? Divê em îlle bêjin erê yan na?..
|