PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Me Hevalekî delal, Kazim Topal jî winda kir

Van mehên dawî, mixabin, gelek xeberên reş bi dû hev rêz bûn: Windakirina heval hogiran.. Vêcar jî me Kazim Topal (di partîyê da bi navê ku hatibû naskirî "Riza") windakir. Kazim li Parîsê, 26'ê nîsanê, piştî krîza dil, jîyana xwe windakir.

Kazim piştî derba eskerî ku di 12 İlona sala 1980 çêbû, derketibû der welat. Xelkê Erzurumê, ji qeza Aşqelê bû. Berî derba eskerî li İzmîrê zanîngehê da, beşa toxtorîyê, sinifa pêncan da dixwend. Hîn wê demê ketibû refên partîya me û ji bo kar û xebatên xwe çend caran hatibû girtin û eza û teda dîtibû..

Hevrê Kazim, piştî derba eskerî derbazî welatekî Rojhilata Navîn bû, piştî wê jî derbazî Ewrûpa bû û bi biryara partîyê li Parîsê cî bû. Li wir, berekî va di înşaatan da xebitî, debara xwe pê kir, berekî va jî karên partîyê kir, her usa jî di refên KOMKAR'ê da xebitî. Heya roja mirinê di refên me da û di nav kar û bar da bû. Hevalekî nefspiçûk bû û gelek dihate hezkirin. Zewicî bû û sê zarokên xwe hene.

26'ê Nîsanê, di daweta nasekî xwe da krîz derbaz kir, rakirin nexweşxanê, lê mixabin xilas ne bû.

Cinazê wî, piştî merasîmeke ku heval û dostên wî tevlê bûn, şandin welat.

Heval Kazim hîn 50 salî bû. Ew jî mirineke bêwaxt bû. Lê mixabin jîyana mirovan usa ye. Te dît bi qeza, bi nexweşî, yan bi sebebên din, hercarê yekî-duduyan ji nav me barkir çû. Dilê me çiqas pê biêşe jî, tiştek ji dest nayê. Ger em dixwazin hurmeta wan bigrin, divê em karê ku wan nîvçe hiştin hildin ser milê xwe, doz û dewaya wan bimeşînîn.

Bila serê hemû hevalan sax be. Bila serê malbata wî, nas û dostên wî sax be.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2002