PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Bûyerên Tel Afarê û derewên bê mîzan

Kemal Burkay

Berpirsîyarên dewleta Tirk û medyaya wan, eger rojê carê nebe heftê carê, eğer bi çek û sîlah nebe bi devjenî, dijî Kurdan êrîşeke teze saz dikin, kampanyeke teze bi rê va dibin.

Em ji bersîvdanê bêzar bûn, ew ji derew û fortên xwe bêzar ne bûn.

Van rojên dawî mesela Tel Afarê germ kirin.

Malûm e, Tel Afar li rojavayê Mûsûlê ye û giradayî wê ye. Xelkê Tel Afarê bi piranî Tirkmen e, lê Şîa ye. Bîr û bawerîyên mezhebî di civata wan da gelek xurt e. Ji Tirkên Sinnî zêdetir, xwe nêzî Şîayê Ereb û İranê dibînin. Bona vê yekê tesîra yên wek Muqtada el Sadr di nav wan da heye. Dibêjin vê dawîyê hin hêzên terorîst jî ev der ji xwe ra kirine wek bingeh, êrîşî hêzên peymanan û hukumetê dikin, rêyan dibirin, terorê dikin.

Bona vê yekê Amêrîkî û hêzên hukumetê bi hevra, çend roj berê dor li Tel Afarê girtin ku van terorîstan bê tesîr bikin. Ango hedef ne Tirkmen bûn, ne jî xelkê bajêr. Hayê hukumeta Tirk jî, yê rêxistinên Tirkmenan jî jê hebû. Bona vê yekê di destpêkê da deng ne kirin, heya gotin ew ne dijî me ye. Lê piştra, nişkêva helwesta xwe guhartin, sîyasetmedar, rojname û têlevîzyonên Tirkan kirine qîrîn û şemate, gotin:

“Amêrîka Tirkmenan bombebaran dike, qirdike!”

“Yê ku dora bajêr girtîye û êrîş dike pêşmegeyê Kurd e!”

“Kurdan Amêrîka xapandîye, berdaye ser Tirkmenan!”

“Kurd dixwazin Tirkmenan belav bikin, bajar bikin bin destê xwe!”

“50 hezar Tirkmen koç kir” (piştra kirin 250 hezar!..)

Gotin û gotin. Derew kirin û bi derewê xwe, xwedê zane bi xwe jî bawer kirin… Wezîrê Derva Avdila Gul got:

“Eger ev êrîş nesekine, emê pêvendîyên xwe bi Amêrîkîyan ra qut bikin, alîkarîya xwe bisekinînin!”

Amêrîkanî li himber van derewan û vê şematê şaş û metel man. Gotin:

“Eva ecêbeke mezin e!. Hukumeta Tirk bi xwe jî dizane ku ev gotin hemû derew in…”

Rojbaş Amêrîkîno, rojbaş! Ma hûn teze bi Tirkan û metodên wan ên bi vî şiklî dihesin? Ma hûn merivên xwe ji me çêtir nas nakin?..

Karê vê dewletê tim jî li ser vir û derewan dimeşe. Rêvebirên vê dewletê, sîyasetmedarên wan, rojnamevanên wan, “rewşenbîrên” wan xelkê xwe usa dixapînin.

Lê xuya ye îro di mesela Iraqê da Amêrîkî û Tirk li hev nakin. Dewleta Tirk jî di pirsa Iraqê da ne li gel wan e, li gel Saddam e; ne li gel guhartinê ye, li gel statûko ye. Ew jî naxwazin li Iraqê sazîyeke federal û demokrat avabe, Kurd bibin xwemuxtar. Tirk ji vê yekê wek ezraîlê xwe ditirsin.

Dewleta Tirk di vî warî da tenê bi gotin namîne, her usa jî bi xurtî tevdide, alîkarîya terorîstan dike, heya hêzên terorîst bi taybetî di nav Tirkmenan da çêdike. Ji xwe ew hêzên Tirkan ku bi salan e li Kurdistana Başûr’in, bi vî karî mijûl in. Ewana hêzên taybetî ne.

Mixabin, di salên borî da Kurdê me di nav xwe da şer kirin û bi destê xwe leşkerê Tirk birin li wir cî kirin. Nuha jî nikarin jê xilas bin.

Tirk berekî va jî pirsa Kerkûkê germ dikin û dibêjin, êhtimal e li wir şer derkeve. Şik nebe ku Tirk bi xwe hazirî dikin ku li wir bi destê peya û hevkarên xwe şer derînin.

Tirk berekî va jî, ji Amêrîkî û Kurdên Başûr dixwazin ku êrîşî ser hêzên PKK bikin. Bo çi? Yê ku hêzên PKK bi destê Avdila Ocalan derxistin der sînor û li Kurdistana Başûr bi cî kirin Tirk bi xwe bûn. Yê ku naxwazin ew hêz belav be, Tirk bi xwe ne. Ger efeke giştî derxistana li ser çîyê kes ne dima. PKK bi xwe çend caran ev tişt eşkere got: “Efeke giştî derînin emê werin sîlahê xwe teslîm bikin.”

Lê dewleta Tirk vê yekê naxwaze. Jê ra tim mane lazim e li serê çîyê, ku dinya alemê pê bixapîne, bêje “ka binêrin, terorîst ew in li wir in!” Her usa jî naxwaze Kurd ji çîyê dakevin, di warê sîyasî da rêz bin.

Dewleta Tirk her usa jî dixwaze hêzên PKK berde ser Kurdên Başûr, careke din Kurd bi destê Kurd bide qirkirin. Her usa, Amêrîkîyan berde ser PKK, ku ew jî li gel hêzên El Qaîde, Zarqawî û yên Saddam rêz bigrin, terorê bikin.

Tirk, her usa jî, ji Amêrîkîyan dixwazin ku ji ser Tel Afarê ra derîyeke teze û li Mûsûl û Kerkûkê konsolosxane vekin. Bi van daxwazan jî nîyeta wan ne paqij e. Dixwazin Xabûrê bi kar neynin, ango derî li ser Kurdan bigrin. Bi rîya konsolosxana Mûsil û Kerkûkê jî casûsîyê bikin, zêdetir tevdin… 

Helbet, ger Tirk xwe gelek çavvekirî dihesibînin, Kurd û Amêrîkî jî ne ehmeq in. Herkes vê lîstikê dibîne.

Kurd divê gelek hişyar bin; him bi tevdîr bin, him jî rê nedin prowokasyonên dewleta Tirk û peyayên wan. Di derheqa van planên qirêj da him xelkê Iraqê (çi Kurd, çi Ereb û Tirkmen), him jî raya giştî ya dinyayê hişyar bikin.

 
 
PSK Bulten © 2004