Çîroka Rojdayê
Kemal Burkay
Van rojana çîroka keçeke Kurd dîsa li ser zmanan e, li rojname
û têlevîzyonan e.
Çîrokên han carina ji ber zulma dewleta Romê dibin babetê
rojname û têlevîzyonan. Ev dewleta zalim, jin û mêr nabêje
zulmeke ne dîtî li gelê me dike. Tenê bi girtinê, bi eza û
cefa kirinê namîne, gelek caran dest dirêjî namûsa girtîyan
jî dike. Bûyerên bi vî awayî gelek caran bûne û hîn jî dibin.
Lê carina jî keç û jinên Kurd, ne ji ber zulma Roma reş,
lê ji ber zulma mêrên kurd bi xwe dibin babetê medyayê û dikevin
ser zmanan. Ji ber ku hin adet û toreyên me Kurdan yên xirab
jî gelek caran dibin sebebê trajedîyên han.
Çîroka Rojdeyê yek ji wan e.
Rojda hîn 12 salî bû yekî tecawûzê wê kirîye. Li cîyê ku
dozê li wî mutecawîzî bikin, wî bidin mehkemê û bidin cezakirin,
dê û bavên Rojdayê ew bi vî êrîşgerî ra zewicandine…
Ji ber ku fedî kirine, ev tişt wek mesela namûsê dîtine
û namûsa xwe bi vî awayî “pak” kirine. Eger bi vî awayî nebe,
gor adet û usalê kevnare, divîyabû wî êrîşgerî bikijun.
Lê bî vî awayî jî namûs “pak” ne dibû, heya divîya bû belkî
keçikê jî bikujin…
Lê êrîşger dev ji xû û ehlaqê xirab ber na deye, piştî
salekê vêcar tecawuzî lawikekî heft salî kirîye û ketîye hepsê.
Piştî wê belayên nu hatine serê Rojdaya reben. Bav û
birayên mêrê wê, ango xezûranên wê, gotine “tu rehet nasekinî,
li kûçe û kolanan digerî” û pozê Rojdayê bi kêrê jêkirine!
Rojda jî dibêje ku “wana xwestin tecawuzî min bikin, sebep
ev e…”
Rojda hîn 15 salî ye û ji serê wê bûyerên hanê derbaz bûne.
Ango ev kiryarên xwînxwar bi destê dijminekî zalim ne bûye,
bi destê mêrên Kurd bûye, bi destê bav, mêr û xezûranên wê.
Hinek ji ber bîr-bawerî û usûl-adetên kevn, hinek jî raste
rast ji xirabî û hovî.
Ev bûyer bi destê rojname û têlevîzyonan li welat û li dinyayê
belav bû û mirov li himber vê har û hovîyê metel dimînin.
Di derheqa wan curmkaran da dawe hate vekirinê û 15 awûqatên
jin ji baroya Dîyarbekrê parêzgerîya Rojda girtin û doza wê
digerînîn.
Ev bûyer helbet di civata me Kurdan ne nimûneya yekemin e.
Heya nuha bûyerên wek vê gelek caran çêbûne. Dibe ku hinek
eşkere bûne, lê pirê wan jî veşartî mane.
Meriv dikare bêje ku tiştên hanê ne tenê di civata Kurd
da heye, lê di bi taybetî di Rojhilata Navîn da li nav gelên
din da –Tirk, Ereb, Faris, Afgan û yêne din- jî tê dîtin.
Tirk yê kurdan mezin dikin û dixwazin navê Kurdan xarab bikin.
Rojname û têlevîzyonên wan bal dikişînin ser tiştên
hanê, lê zulma dewlata xwe vedişêrîn.
Meriv dikare bêje, ev adetên kevn bi tesîr in û bi hêsanî
ranabin. Divê civat bi alîyê aborî, civakî û çandî biguhure,
jê ra zeman lazim e. Civatên Ewrûpî jî di pêvendîyên jin û
mêran da waxtekî usa hişk bûn…
Evana hemû rast in û mirov dikare gelek tiştên dinê
jî bêje. Lê evana nabin mane û sebep ku em Kurd xirabîyên
hanê li nedîtinê bên, yan veşêrin, yan jî van tiştan
bikin mane, dijî zor û zulma ser jinan dernekevin.
Ji bo guhartina civakê, ji bo rakirina adet û toreyên kevn
û xirab, ji bo pêşîlêgirtina hovîyên hanê divê kar û
xebat bê kirin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Çawa dijî
zulma dewleta Tirk derdikevin, her usa dijî adet û kirinên
usa hovane jî derkevin.
Ne tenê awûqatên jin, divîyabû yên mêr jî bibana parêzgerê
Rojdayê û ev doz bigerandana.
Divê rewşenbîrên Kurd û sazîyên demokrat li himber kirinên
han dengê xwe bilind bikin.
Ev kul û birinîke mezin a civata me ye û divê em bo dermankirina
wê kar û xebat bikin.
|