Dezînformasyon û Prowokasyon
Kemal Burkay
Ev herdu gotin jî ne bi Kurdî ne lê di zmanên Ewrûpî da hene
û ketine zmanên dinê jî.
Meriv dikare ji bo dezînformasyonê, bêje ragihandina malûmatên
sexte. Ango di derheqa tiştekî da agahdarîyên derew,
yan jî belavkirina derewan.
Prowokasyon jî ev e ku, hin kes bi hîle û dafik neyarê xwe,
yan jî xelkê dinê kiş dikin û tiştê şaş
pê didine kirinê. Yan jî raya giştî didine şaşkirinê
û xelkê dî alî xwe da dibin.
Ango di van herdu gotin û kirinan da jî xapandina xelkê heye.
Ev herdu jî cureyên şer in, di dîrokê da gelek bi kar
hatine û di zemanê me da jî bi kar tên.
Wek nimûne, faşîstên Alman, ango Nazîyan dezînformasyon
jî prowokasyon jî gelek bi kar anîn. Bi destê merivên xwe,
ango bi destê ajan-prowokatoran di Rayştagê (Parlamena
Alman) da şewat derxistin û curm avêtên ser komûnîstan,
Dîmîtrof gunekar kirin, girtin û mehkeme kirin…
Propaganda Nazîyan bi gelek alîyan va li ser derewan çê dibû.
Wek bilindahî û serdestîya nijadê Alman…
Dewleta Tirk van herdu metodan jî gelek bi firehî bi kar
tîne. Bi salan e li himber propaganda wan ê li ser derewan
avabûyî, li ser kirinên wan ê prowokatorî, li ser hîle û dafikên
wan me ewqas nivîsand ku em jî, xwedê zane, hûn xwendevanên
delal jî êdî bêzar bûn.
Lê bibexşînin, em mecbûr in dîsa binivîsin. Ji ber ku
ev şer berdewam e. Madem ku berpirsîyarên dewleta Tirk
û peyayên wan bi van kirinên xirab û ji van derewan bêzar
nabin, divê em jî ji eşkerekirina derew û kiryarên wan
û ji rûreşkirina wan bêzar nebin.
Keremkin, van mehên dawî, berî hilbijartina İraqê û
piştî wê, hinek tiştên ku van derewîn û zordestan
gotin û kirin, em lê binêrin:
Digotin piranîya nifûsa Kerkûkê Tirkmen e. Digotin li İraqê
3-4 mîlyon Tirkmen heye. Di vî warî da bi hukumeta xwe, bi
rojname û têlevîzyonên xwe ewqas şemate derxistin, ewqas
derew kirin ku, gelekan bawer kirin. Lê va ye hilbijartin
çêbû û derewê wan derkete meydanê. Li Kurdistanê jî, li temamîya
İraqê jî û bi taybetî li bajarê Kerkûkê nifûsa Kurdan
çiqas e, û yê Tirkmenan çiqas e, eşkere bû.
Dengên Kerkûkê bi temamî 325 hezar bûn. 281 hezarê wê, ango
di sedî da 87 Kurdan girt. Partîyên Tirkmenan jî 25 hezar
girtin., ango di sedîda 7’ê rayan…
Di Mûsilê da jî lîsteya partîyên Kurd di sedî da 65 deng
girtin…
Li temamîya İraqê jî gor malûmatên heyî, lîsteya Kurdan
di sedî da 25 deng girtîye, lê Cepha Tirkmenan di sedî da
yek…
Berpirsîyarên dewleta Tirk û peyayên wê yên derewîn ji bona
vê yekê ne dixwastin ku li İraqê hilbijartin çêbe. Lê
maneyên din didîtin, digotin Kurd ji mintiqeyên dinê xelkê
dikişînin Kerkûkê û demografîya wê, ango rengê nifûsa
Kerkûkê xirab dikin…
Ew jî derew bû. Ji ber ku, însanê ji derva hate kerkûkê Kurdên
Kerkûkê bûn, ku bi destê Saddam û bi darê zorê ji wir hatibûn
derxistin û nuha vedigerîn ser axa xwe.
Ango Saddam û Partîya Beesê demografîya Kerkûkê xirab kiribû,
nuha hêdî hêdî ew dihate rastkirin, ku hîn jî temam ne bûye.
Xuya bû ku dewleta Tirk ji xirabîyên Saddam, ji neheqî û
zulma ku li Kurdan hatîye kirin gelek razîye û naxwaze heq
cîyê xwe bibîne.
Dewleta Tirk berî hilbijartinê gelek qelebelix kir, got Kurd
wê êrişî ser Tirkmenan bikin û wan qetil bikin, Tirkîye
mecbûr e bi eskerê xwe bikeve Mûsil û Kerkûkê û divê Amêrîka
rê bide!..
Hilbijartin çêbû û ew gotinên wan jî ji serî heya binî derew
derketin. Di hilbijartinê da, li himber ewqas derew, dijminahî
û kişkirin jî, Kurdan tu sergermî ne kirin. Hin Tirkmenên
kişkirî berî roja hilbijartinê li Kerkûkê bi sîlehên
xwe daketin kûçe û kolanan, hella hella kirin, sîleh avêtin,
lê Kurd bê deng man. Bona vê yekê jî, ne wê rojê, ne jî roja
hilbijartinê tu hadîse çênebûn; him Kurdan, him Tirkmenan,
him jî Ereban çûn ser sindoqê û bi rehetî dengê xwe dan.
Piştî vê, me digot qey dengê van derewînan wê bê birîn.
Lê na, ne ji derewên xwe, ne ji xirabkarîya xwe dev qerîyan.
Him ew berpirsîyar û berdevikên Cepha Tirkmenî, him jî hukumeta
Tirk, rojname û têlewîzyonên wan bi yek devî, ango wek koro
derewan dikin û derewên xwe li Tirkîyê û li çarkoşeyê
dinyayê, heya bi zmanên İngilizî, Frensî û Elmanî belav
dikin. Gelo kerem kin nuha çi dibêjin:
1- Hilbijartin adil ne bûye. Li
hin cîyan sindoq û kaxiz tunebûye ku xelk dengê xwe bide.
Bona vê yekê li gelek cîyan Tirkmenan, 50 hezar Êzdî û 300
hezar Mesîhîyan nekarîye deng bidin, Kurdan ne hiştîye!..
Belê, li hin cîyan bi rastî jî Sindoq tunebûn. Lê ne li mintiqa
Tirkmenan, bi taybetî li mintiqeyên Kurdên Êzdî û Mesîhîyan
li dora Mûsilê. Wek nehîya Şêxan… Lê berpirsîyarê vî
karî ne Hukumeta Herêma Kurdistanê bû, ne jî wek partî PDK
û YNK bûn. Ji ber ku ev mintiqe, bi şiklekî resmî ne
di bin qontrola wan da ye. Ji bo vê kêmasîyê berî herkesî
Hukumeta Herêma Kurdistan û Partî Demokratî Kurdistan nerazîbûna
xwe nîşan dan.
Di vî warî da berpirsîyarî ya Komîsyona Merkezî ya Bexdayê
bû û wê tevdîrên baş ne stendibû, yan jî, ji ber terora
li Mûsilê û li derdora wê, nekaribû bistîne.
Nuha Dewleta Tirk û peyayên xwe dixwazin vê gunekarîyê bikin
stûyê Kurdan…
2- Gor gelek malûmatan li hêla Kerkûkê,
mintiqeya Hewîcê da di dema hilbijartinê da sextekarî çêbûye
û li vir Ereban zêdetir deng bi kar anîne û Amêrîkîyan jî
çavê xwe li wan girtine.. Mesûd Barzanî jî di hevpeyvîna
xwe ya bi malpera “Kerkûk Kurdistan e” ra vê gotinê teyîd
dike. Ango ev sextekarî, ne bi destê Kurdan û ne ji bo wan,
lê dijî Kurdan hatîye kirin.
Lê tiştê ecêb, medyaya Tirkan ev xeber jî guhart û nîşan
da ku wekî ew sextakarî bi destê Kurdan hatîye kirin… Helbet,
ne ji wergereke şaş û ne ji nezanîyê, lê bi zanetî…
Ü gelek derewên din wek vana… Xuya ye Dewleta Tirk û medyaya
wê dijî Kurdan metodê dezînformasyonê bi xurtî bi kar tîne.
Divê Kurd jî di vî warî da çalak bin, meydana şer ji
neyaran ra nehêlin, ku yek ji wan meydanan jî şerê enformasyonê
ye. Divê bersîva derewên wan di waxtê da bidin û propaganda
wan pûç bikin.
Helbet ne tenê ev, dewleta Tirk û peyayên xwe di warê prowokasyonê
da jî çi ji dest tê dikin.
Du roj piştî hilbijartinê, dema şevê têlewîzyona
Cepha Tirkmenî di weşana xwe ya zindî da behsa êrîşekê
kir, got dor li me girtine û me gulebaran dikin. Her usa jî
ev gulebaran bi zindî nîşan da. Heya dengê mekanîzmayên
tifingan tevî dengê spîkerê têlewîzyonê dibû!.. Ango xuya
bû ku, herçi kesê ev êrîş kirine, her usa jî girtinê
fîlmê û di eynî demê da nîşan didin!..
Eva jî prowokasyonek bû. Cepha Tirkmenî ji Tirmenan ra û
Tirkan ra digot. “Va ye Kurd hatin, wê me bêdeng bikin û qetil
bikin, hûn çima sekinîne! Çima ordîya Tirk nayê?!.”
Belê, di roj û mehên pêş me da prowokasyonên hanê û
yên mezintir dikarin çêbin. Dewleta Tirk û hevalbendên xwe
bi destê peyayên xwe yên xirab, bi destê tîmên taybetî, bi
mensûbên JİTEM û Kontrgerîllayê dikarin li mintiqê gelek
xirabîyan bikin, xwîn birijînin. Dikarin serokên Tirkmenan,
yan Ereban bikujin û bavêjin ser Kurdan, wan dijî hevdu kiş
bikin.
Ew di vî warî da, di hîle û dafikan da, di prowokasyonan
da pispor in.
Divê Kurdên me gelek hişyar bin û xelkê mintiqê (çi
Kurd çi Ereb û Tirkmen; çi İslam çi Êzdî û Mesîhî) û
xelkê dinyayê jî di vî warî da hişyar bikin, rûyê xiraban
eşkere bikin.
Da ku bikaribin vê barana dezînformasyonê pûç bikin û pêşî
li prowokasyonên wan bigrin…
|