BURKAY:
Sîyaseta Dewleta Tirk dijî Kurdan ne Guharîye
Ev hevpeyvîn nîsana çûyî (2005) bi alîyê
Dilşa Yusuf û bi navê Rojnama Aso bi Kemal
Burkay ra hatibû kirin. Aso li Kurdistana Başûr dertê.
Hevpeyvîn di hejmara 84 da çap bû. Piçek derengî be jî em
li vir, ji bo xwendevanên Dengê Kurdistan jî diweşînin.
Bersîva pirsên Dilşa Yusuf ji bo Rojnama ASO
1- Hûn rewşa sîyasî ya Tirkîyê ya ev roj çawa dinirxînin, bi taybet di asta
pirsgirêka Kurdî de?
Ji we ra jî eyan e, Tirk ji sed û pêncî salî
zêdetir e ku berê xwe dane Ewrûpê, bi taybetî piştî avabûna
komara Tirkîyê. Sîyaseta Mistefa Kemal ew bû. Elîfba Erebî
guhart, ya Latînî girt, cilê jin û mêran wek Ewrûpîyan guhart,
şaşik û kum avêt şewqe girt. Ango beşekî
Tirkan dixwazin wek Ewrûpî bin. Lê beşek jî dixwazin
wek xwe, ango wek berê bimînin.
Tirkîye di vê navberê da helbet guharî, lê
ev guhartin bi şikil ma, ne bi esas. Ango Tirkan cilê
Ewrûpîyan girtin, hinekan serê xwe vekirin, yan şaşik
avêtên şewqe dan serê xwe; lê hundurê serî, ango mêjo
ne guharî. Wan ilm û zanîna Ewrûpî ne girtin, demokrasî ne
girtin. Mafê mirovan û mafê gelên ne Tirk, bi taybetî heqê
Kurdan nas ne kirin. Zor, teda û zulm bû metodê esasî li vî
welatî. Hîn jî usa ye.
Lê malûm e, Ewrûpa di eslê xwe da rewşenbîrî
ye, ilm û zanîn e, mafê mirovan e, demokrasî ye. Dema ev nebe,
yê mayî xeyala derewîn e.
Piranîya Tirkan îro jî gelek dixwazin bibin
endamê Yekitîya Ewrûpa. Lê dîsa piranîya wan vî tiştî
ne ji bo azadî û demokrasî, ne ji bo mafê mirovan dixwaze.
Piranîya Tirkan ku endametîya Yekitîya Ewrûpa dixwazin, hêvî
dikin ku Ewrûpa pere birijîne Tirkîyê, bikaribin bi serbestî
herin welatên Ewrûpî, li wir kar bibînin, pere qezenckin…
Lê wekî din dîsa wek xwe bimînin û wek xwe bijîn…
Bona vê yekê bi daxwaza Ewrûpê di qanûnên xwe
de gelek guhartin, ango “reform” çêkirin, lê ne bi dil û ne
bi rastî. Tiştê ku guhartin berê tiştekî nagre.
Û ew jî di jîyanê da bi kar nayên, ango li ser kaxizê dimînin.
Bona vê yekê, îro jî li Tirkîyê azadîya bîr
û bawerî û çapemenî, azadîya rêxistinî derewek e. Partî ne
serbest in. Wek nimûne, kes nikare bi navê Kurdî partî çêke,
heya di bernama partîyê da behsa heq û azadîyên Kurdan bike;
wan digrin, ceza dikin.
Azadîya civîn û meş bi rastî ne serbest
e, gor kêfa polêz û cendirme, gor kêfa karbidestan bi kar
tê, yan nayê.
Li vê dawîyê gelek hate gotin ku Tirkîye li
himber Kurdan nerm bûye, êdî ji bo naskirina heqê wan gavan
davêje. Lê eva ne rast e. Ka ew gav li ku ne?
Îro jî bi zmanê Kurdî mektebek tune. Li du-sê bajaran wek
morîyê nezerê îzna qursa zmanê Kurdî dan û li temamîya Kurdistanê
du-sê qurs vebûn. Lê eva berê çi digre? Zarok nikarin biçin
vê qursê…
Li têlevîzyona dewletê jî di heftê da nîv saet
ji bo Kurdî ye! Ev nîv saet jî kilam û xeberên gor dilê dewleta
Tirk in… Dîsa ew jî di sibê da zû, ku Kurd guhdarî nekin!
Eva berê çi digre?..
Ango li Tirkîyê di derheqa pirsa Kurd da hertişt
wek henekan e. Sîyaseta dewleta Tirk ne guharîye. Tenê dixwaze
bo van tiştan him Kurdan, him jî bi taybetî Ewrûpîyan
bixapîne. Dewleta Tirk îro jî çi ji dest tê dike, da ku zman
û çanda me winda bike, me bi tevayî bike Tirk.
2-
Hûn pêvendîyên Kurd yên navxweyî di Bakûrê Rojavayê Kurdîstan
de çawa dibînin?
Di tevgera Kurd ya Bakûr da îro du xet hene:
Yek ya PKK, ya din jî xeta dervayî wê ye.
Xeta PKK berê tiştek bû, nuha tiştekî
din. Berê li ser şerê çekdarî ava bûbû û ji Kurdistana
serbixwe pêve tiştekî din ra razî ne dibû. Daxwaza otonomî
û federalîyê ji bo Kurdan daxwazeke gelek kêm, heya wek îxanet
nîşan dida. Lê piştî ku Ocalan ji Sûrîyê derket
û ket destê Tirkan, sîyaseta PKK jî bi tevayî guharî. Nuha
ji bo PKK ne daxwaza serxwebûnê ma, ne federasyon, ne jî otonomî.
Dibêjin: “Daxwazên hanê kevneperestî ye, dema wan derbaz bûye,
nuha dema aşitî û demokratîyê ye…” Aşitî û demokratîyeke
pûç û vala…
Avdilla Ocalan îro yekitîya dewleta Tirk diparêze,
pesna Kemalîzmê dide… Heya wek wan, dijî hukma federalî ye
li Kurdistana Başûr. PKK jî, Apo çi dibêje, wek mirîdekî
jê ra dibêje erê. Ger bi dilê wan nebe jî nikarin bêjin na…
Di PKK da tenê tiştek ne guharî, ew jî
dijayetîya rêxistinên Kurd yên dinê ye, çi li Bakûr, çi li
parçên dinê… Bona vê yekê, ta ji berê da pêvendîyên me û PKK
ne baş bû, îro jî ne baş e. Tiştê me û PKK
yê miştêrek tune, rîya me cuda ye.
Li alî dinê, gelek rêxistinên Kurd yên Bakûr,
ku di salên 1970’yî û 1980’yî da hebûn, piştra, piranîya
wan belav bûn, winda bûn çûn; ji hinekan tiştek nema,
ji hinekan jî belkî grûbên gelek piçûk, yan jî navek ma.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan li ser
pîyan man û karê xwe îro jî li nav welat û li der welat dimeşînin.
Kovar û rojnaman derdixin, di komele û partîyên legal (eşkere)
da kar dikin, bi civîn û çalakîyan ber xwe didin, doza gelê
xwe diparêzin. Em îro jî dibêjin: Yan Kurdistaneke serbixwe,
yan jî federalî li ser esasê wekhevîyê.
Em hemû rêxistin û grûbên dinê, hemû kesên
welatparêz ku, ji xeta PKK ya şaş, ya serîdanînê
ne razîne û doza milletê Kurd diparêzin, wan hemûyan ji xwe
ra wek dost û heval dibînin û ji bo yekitîya hêzên welatparêz
kar dikin. Di saya vê kar û xebatê da bi taybetî li Ewrûpa
İnîsîyatîfa Rewşenbîrên Kurd û Yekitîya
Komeleyên Demokratîk (Dem-Kurd) çêbû. Her usa platformeke
partîyên Bakûr jî heye ku jê ra dibêjin PNK. Van hersêyan
hatin ba hev û Platforma Kurdên Ewrûpa (PLATFORM) ava
kirin. Tê da bi dehan partî û komel cî digrin.
Li welat jî di warê legal (eşkere) da HAK-PAR
çêbû, ku têda him Kurdên sosyalîst, him jî yên lîberal, îslamî,
ango kesên welatparêz ji gelek alîyên sîyasî, li ser bernameyeke
demokrat, miştêrek hatin ba hev. Ev jî yekitîya Kurdên
welatparêz temsîl dike ku xeta Apo, ango ya Îmralî qebûl nakin
û heq û azadîya milletê Kurd dixwazin.
Îro li pêş Kurdan ev du xet hene û ev
rastîya me ye. Yan li ber dijminê xwe serê xwe daynin, yan
jî serbilind bin û heqê xwe bixwazin.
Me xeta serbilindîyê, ya heq û azadîyê girtîye û rizgarîya
milletê Kurd jî bê guman di vê xetê da ye. İro dikeve
ser milê her Kurdekî dilpak û dilsoz ku piştgirîya vê
xetê bike û Kurdan ji hîle û dubareyên dewleta Tirk xilas
bike. Ger PKK bi xwe jî, ji xeta xwe ya şaş xilas
be, em dilşa dibin. Hingê em dikarin pê ra bidin û bistînin.
3- Di nêrîna we de, gelo, ew pêşketinên ku ev roj li Iraqê dibin
çend kara xwe li ser rewşa doza kurd bike, li Tirkîyê
di pêşerojê de?
Ev guhartin û pêşketinên ku îro li Iraqê û li Kurdistana Başûr
dibin, tesîreke mezin li ser raya Kurd, li ser parçên dinê
dikin.
Ev guhartin bi xwe nimûneyeke delal e. Berxwedana Kurdan ya dehsalan
li vî parçeyî berhem da. Kurd bi serketin. Dijminê zalim û
xwînxwar têk çû, kepaze bû. Dema kevn nabêjim, ango behsa
dîroka kevn nakim; lê di van sedsalên dawî da Kurd cara pêşîn
e ku beşekî welatê xwe rizgar kirin, hukum girtin destê
xwe û li wir ala Kurdî bilind kirin. Eva dilşahî û serbilindîyeke
mezin e ji bo hemû Kurdan.
Li parçên dinê jî hemû Kurd vê yekê dibînin, Hêvîya wan, bîr û bawerîya
wan ji bo azadîyê xurt dibe. Dema sazîya teze cîyê xwe bigre,
li hemû dinyayê bê naskirin û Kurdistan di warê aborî û çandî
da gavên baştir bavêje, ev hêvî û bawerî wê hin xurttir
be. Dema, tevî Kurdistanê aşitî bê Iraqê û Iraq jî ber
bi pêş gavan bavêje, ewê bibe nimûneyeke delal ji bo
cîranên xwe.
Dewletên cîran jî wê bibînin ku pirsa Kurd bi sîyaseta serhişkîyê
û bi şiklê şer çareser nabe. Ger ew di welatê xwe
da aşitî û pêşveçûnê dixwazin, divê pirsa Kurd li
ser esasê wekhevîyê û bi şiklekî adilane çareser bikin.
Demokratî û federalî şiklekî baş e. Ango divê Tirkîye
û dewletên dinê yên cîran jî, ku di nav sînorên wan da jî
beşekî Kurdistanê û gelê Kurd heye, divê ji vê nimûnê
dersên baş bistînin. Ger usa nebe, halê wan jî dawîya
dawî wek sazîya Saddam be..
Belê, ev guhartin tesîra xwe ji nuha va li ser parçên dinê dike û ev
tesîr wê her biçe xurt bibe. Rindî û alîkarîya herî baş
ku xwîşk û birayên me yên Başûr ji me ra bikin ev
e: Divê yekitîya xwe biparêzin, di Kurdistana Başûr da
sazîyeke demokrat ava bikin, Kurdistanê di warê aborî û çandî
da pêşva bibin. Kurdistan ji xwe wek cennet e, dema di
warê aborî û çandî da pêşva biçe, dibe cenneta herî baş.
Ew jî dibe nimûneya herî delal ji bo Kurdên dinê û hêz dide wan.
Di vî warî da çavê hemû Kurdan li ser Başûr e…
19 Nîsan 2005
|