Ji
bo raya giştî
Heya ku Kurd pê ne hesîyane...
Kemal Burkay
Çend roj berê (10 Adar 2011) di çapemenîya Tirkîyê da xeberek
derket: Gor vê xeberê di derheqê mîn da ji bo dozeke 37 salî
biryara bêtaqîbîyê, ango “biryara devjêberdanê” derketîye
û hat gotin ku êdî ji bo vegera min a welat tu asteng ne maye...
Ji welat çend rojnemavan li min gerîyan, ev “mizgînî” dane
min û gotin “çi dibêjî?”
Min ne xwest tiştekî bêjim, ji ber ku, nizanibûm ev
biryar di derhaqa kîjan dozê da ye, li ku hatîye girtin û
tê da çi heye? Hîn jî nizanim. Qasî ku zanibûm, di van 30
salên dawî da, di derheqê min da gelek doz û dewa hatibûn
vekirin.
Him jî xeber ecêb bû, behsa doza 37 sal berê dikir.. Gelo
tiştekî usa çawa dibe? Tiştekî usa heya li welatekî
wek Tirkîyê jî nabe. Ger min meriv kuştiba dîsa doza
wê 37 sal dom ne dikir. Dozek di heqê partîyeke illegal wek
yê me jî, ji ser 10 sal, pir pir 15 sal derbaz be dikeve,
ango bê hukum dibe...
Her usa jî, 37 sal berê sala 1973-74 e. Hingê ez dîsa li
der welat bûm. Efa giştî a sala 1974 derket û wê havînê
vegerîm welat. Hin dozên di heqê min da hebûn (ya TİP
û DDKO’yê) bi ber efa giştî ketin. Piştî wê jî heya
sala 1980 di derheqê min da tu doz û dewa venebûn. Wê wextê
li welat bûm, li Enqerê bûm û bi parêzgerî (awûqatî) û sîyasetê
mijûl bûm.
Lê mîn, bêyî ku hayê min ji biryareke han hebe, hîn çend
meh berê biryara xwe dabû û eşkere kiribû ku, xeterên
wê jî bigrim ber çavê xwe û vegerim welat.
Ez baş zanim ku hîn jî xeter pir in. Min ji wan rojnamevanan
ra jî got: Hîn teze 16 meh ceza dane Beşîkçî, ji ber
nivîseke wî ku tê da navê Kurdistanê û tîpa Q derbaz dibe.
Lê ez rojê çend caran navê Kurdîstanê di axaftin û nivîsên
xwe da bi kar tînim.
Lê hin dorhêlên ku di van demên dawî da ji ber nîyeta vegera
min spekulasyonan dikin û dibêjin ku hukumeta AKP dixwaze
vegera me ji bo berjewendîya xwe bi kar bîne û pirsa Kurd
“qels” bike, dîsa ev tişt di devê xwe da kirin benîşt
û dixwazin bo vegerê min gunekar bikin. Yek ji wan jî Ocalan
e.
Min hîn di heqê vê nûçeya 10 Adarê da tiştek ne gotibû
ku, Ocalan ji Îmralî wek brûske qise kir, mesaja xwe di 11
Adarê da gihande ajansan û belav kir. Ocalan dibêje, “çima
hukumet bi hezaran KCK’yîyan digre û cezaya Kemal Burkay ya
37 salan di şevekê da radike?..” Ango Ocalan ji bo
vê min gunekar dike.
Lê ez kîdera vê gotinê rast bikim? Jî hestirê pirsîne: “Ew
stûyê te çima xwar e?” Hestirê gotîye: “Ma kîdera min rast
e?..”
Gotina Ocalan jî usa ye. Carê dozeke 37 salî nabe. Ango eger
dozgerê Tirk biryarek usa girtîye ne ecêb e, lê dereng maye.
Li alîyê din, ne doz ne jî “cezayeke” min a 37 salî tune.
Ya sêwemîn ger biryarek usa hatîye girtin ne sûcê mîn e, ne
jî yê hukumetê; ji ber ku dozger û dadger ne di bin emr û
fermana min da ne, ne jî di bin emr û fermana hukumeta AKPê
da...
Ocalan her usa jî, di mesaja xwe da behsa gelek tiştan
dike, li ser pirsa “muhatabî”yê û “dîyalog”ê bi hukumetê ra
û filan fişmekan... Xuya ye dîsa Ocalan û partîya xwe
ketine tirs û panîkê, wekî tiştek ji dest wan direve...
Na na, bila netirsin, ez bi kesî ra neketime bazarîyê li
ser pirsa Kurd. Ez dixwazim piştî 30 salî vegerim welatê
xwe, ewqas. Ew gotinên ku ez û Şivan û hin rewşenbîrên
dinê “peyayên hukumetê” ne, hukumet dê me “bi kar bîne”, evana
îlawe, îftira û buxtan in. Ewên ku van tiştan dibêjin
bêbextî li me dikin. Jîyana min û berhemên min li meydanê
ne. Serbilind im. Min tucar li gelê xwe û bîr û bawerîyên
xwe bêbextî ne kirîye û nah şunda jî nakim. Tenê kesên
bê vîcdan dikarin me bi tiştên han gunekar bikin û tenê
kesên bom û bodele guh didin derewên han.
Lê kesên ku bi salan e hevkarê dewleta Tirk in û di xizmeta
wan da ne eşkere ye, yên ku ne durû û ehmeq bin vê yekê
gelek baş dibînin.
Helbet, dema vegerim welat, çawa li der welat bîr û rayên
xwe dibêjim, li wir jî wê bêjim, piştgirîya pêvajoya
çareserîya pirsa Kurd û demokratbûna civakê bi awayekî giştî
bikim. Di vî warî da çi Kurd çi Tirk, çi sîyasî çi civaka
sîwîl, ji dîyalogê ra wê vekirî bim. Û kes bila mereq neke,
ew “xebata min a bi dehan salan” di avê da naçe...
Ocalan, her usa jî dibêje ku tu projeya min ji bo çareserîya
pirsa Kurd tune, lê ez bi gotinên xwe projeyên wî xirab dikim...
Ev gotinên han gelek komîk in. Ocalan jî zane ku ne usa ye.
Projeya min û partîya min di derheqê çareserîya pirsa Kurd
da hîn berî ku Ocalan û partîya wî derkeve meydanê, di destpêka
sala 1975 da hebû, di bernama PSKê da nivîsandi bû. Ji wê
vir da, ango 37 sal e ku bi sedan car ji raya giştî ra
hatîye eşkerekirin. Beşek ji vê projeyê protokola
min û Ocalan bû, tê da heqê çarenûsi ji bo milletê Kurd û
daxwaza federasyonê hebû, ku di sala 1993 da li Şamê
hate îmzakirin û eşkerekirin. Ez hîn xwedîyê wê protokolê
me. Lê Ocalan?
Gelo projeya Ocalan û PKK çi ye? 30 sal berê çi bû, 15 sal
berê çi bû û nuha çi ye. Bi taybetî van salên dawî, hema hema
di 6 mehan da carê projeyeke Ocalan derdikeve û piştra
yeke din cîyê wê digre û yê berê ji bîr dibe... Ma ew projeyên
curbecur tên bîra kê?
Û nuha Ocalan û hevalên wî ji bo Kurdan çi dixwazin: “Yek
dewlet, yek millet, yek al, yek zmane resmî ji bo Tirkîyê!”
Gelo ev daxwaz ne daxwazê berpirsên dewlata Tirk e? Ne yê
Demirel, Ecevît, Baykal, Bahçelî û yên din e?..
Belê, projeya Ocalan ev e û Ocalan baş dizane ku ew
nexşa çareserîyê bi rastî yê kê ye... Û ocalan dixwaze
ku vê bazarîya bi dewleta Tirk ra, bi bêdengî, heya ku Kurd
pê ne hesîyane bibe sêrî...
Bona vê ye ku Ocalan ji gotinên min aciz dibe, ango ez projeya
wî, danustandina wî bi dewletê ra xirab dikim...” Bona vê
dixwaze ez û yên wek min bêdeng bin...
Ocalano, heyran, usa neke! Ji bo te jî, ji bo kesên ku bawerîya
xwe bi te anîne bo wan jî şerm e. Ez zanim, can şîrîn
e û tu hîn jî ji bo canê xwe yê şîrîn di xem û qisawetê
da yî. Lê li gel vê, qedera milletekî di rojevê da ye. Ew
kesên ku ji bo pêşengîya rizgarîya gel û welatekî derketine
rê –ku tu bi xwe jî dibêjî- divê “şerefa wî gelî binpê
nekin”, her usa, bi xwe jî xwedî şeref û heysîyet bin.
Wek keça Kurd Leyla Qasimê...
14 Adar, 2011
|