Li ser konferansan û tevgera Kurdên Bakûr
Kemal Burkay
Hevbendî li vê dawîyê (29’ê Çirîya Paşîn) li
Parîsê, li ser babeta “Pirsa Demokrasîyê li Rojhilata
Navîn û Pirsa Kurd” konferanseke navnetewî çêkir. Ji bo vê
konferansê ji min ra jî dawetname hatibû, berê min hazirî
kir ku biçim, lê piştra ji ber hin sebeban nebû. Bi vê
wesîlê dixwazim li ser babeta konferansan û li ser hin pirsên
tevgera Kurd çend tiştan bêjim.
Di warê navnetewî da konferansên li ser pirsa Kurd, qasî
ku ez dizanim, bi Konferansa Bremenê ya sala 1989 dest
pê dike. Ango konferansa pêşîn ev e.
Sala 1988 çil salîya “Beyana mafên Mirovî ya Milletên Yekbûyî”
bû. Ji ber vê wesîlê, ji bo ku rewşa gelê Kurd û mafên
Kurdan bê rojevê, bi pêşengîya Partîya Sosyalîst a
Kurdistanê Konferansek hat amadekirin û di nîsana sala
1989 da li Elmanîya Federal, Bajarê Bremenê pêk hat.
Ev konferanseke mezin û tarîxî ye. Di bin sîya Serokê Parlamena
Bremenê Dr. Dieter Klînk da çêbû. Ji 16 welatan qasî
200 sîyasetmedar, zana, huqûqnas, rojnamevan û nivîskar di
vê konferansê da beşdar bûn. Her usa jî di warê navnetewî
da qasî bi dehan rêxistinên navnetewî û dora hezarî bepirsîyarên
dewletan, kesên huqûqnas, zana, rojnamevan û nivîskar jî piştgirîya
xwe nîşan dan ji bo vê konferansê.
Şeş meh piştî vê Konferansê, dîsa di sala
1989 meha dehan da, li Parisê, bi pêşengîya Enstîtûya
Kurd li ser pirsa “Mafên Kurdan û Nasnameya van ê Çandî”
konferansek navnetewî çêbû.
Salek piştî wê, di İlona 1991 da, li payîtextê
Elmanya Federal a berê, ango li Bonn’ê, dîsa bi pêşengîya
PSK konferanseke mezin çêbû di bin sîya serokwezîrê Saksonya
Jêrîn Gerhard Schröder (ku piştra bû Şansolyeyê
Elmanya).
Piştî van konferansan li Ewrûpa û Amerîka gelek konferansên
dinê jî çêbûn li ser pirsa Kurd. Van konferansan ji bo nasandina
pirsa Kurd di warê navnetewî da roleke baş lîstin. Rewşa
Kurdan çi ye, zulma li ser wan û Kurd çi dixwazin… Di peydabûna
nas û dostên teze da, di piştgirîya sazîyên navnetewî,
rêxistin û kesên demokrat da para van konferansan jî gelek
heye.
Ji konferansa pêşîn vir da va ye 27 sal derbaz bûn.
Hîn jî Kurd li welatên Ewrûpa û Amêrîka konferansan çêdikin.
Ger hewce be, pirsên teze bikevin rojevê, helbet evtişt
dibe û feyde jî heye. Lê hişyarkirina raya giştî
yê derva û piştgirîya sazî û hêzên demokrat yên navnetewî
tenê faktorek e di tevgera Kurdî da. Tenê bi wê nabe. Faktorên
dınê jî hene û ya esasî hêza gelê Kurd, berxwedana gel
bi xwe ye. Ango gel çiqas hişyar e, çiqas organîze ye,
çi dixwaze û çiqas ber xwe dide?..
Di vî warî da rewşa me çi ye? Bi raya min li Kurdistana
Bakûr rewşa tevgera Kurd ne baş e.
Di Bakûr da Kurd di van bîst salên dawî da bi giranî bi dû
rêxistin û rêberatîyeke şaş ketin, bi dû Avdilla
Ocalan û rêxistina wî, PKK. Avdilla û partîya wî di bin
sîya Sûrîyê, Iraq û Îranê da goya Kurdistaneke serbixwe dixwast
û bo wê şerê çekdarî dikir. Lê piştî ku Kurdistan
ser û bin bû, cî û cî vala bû, bi mîlyonan Kurd koçber û derbeder
bûn, Avdilla ji Sûrîyê hat derxistin, hat girtin û –careke
din- ket xizmeta dewleta Tirk. (Cara pêşîn berî 12 İlona
sala 1980, ango berî çûna Sûrîyê di xizmetê da bû…)
Piştî wê, Apo dev ji Kurdistana serbixwe jî, ya federal
û xwemuxtar jî berda. Bû parêzgerê yekitîya dewlet û welatê
Tirk û îdeolojîya wê Kemalîzmê… PKK jî wek berxika ber kêrê
bi dû wî çû.
Di vê bîst salê dawî da PKK li Kurdistana Bakûr bûbû hêza
esasî. Dema PKK usa bike tevger ji hev dikeve. Ji ber gelek
sebeban PKK, hêza xwe gelek winda bike jî, ji hev neket.
Lê rêxistina bi vî rengî ji Kurdan ra feyde ye yan zirar e?
Dema Kurd bi dû Apo û PKK biçin, wê çi bi destxinin?
Apo û partîya wî duh bi daxwaza serxwebûnê û bi rîya şer
Kurd xapandin, lê îro çi dixwazin, bo çi şer dikin? Ev
şerê vê dawîyê şerekî rastî ye yan derewîn e, feyde
xwe bi kê ra ye?..
Hingê eşkere ye ku Kurd divê li dervayî PKK’ê xeteke
teze, welatparêz bigrin. Xeteke ku heq û daxwazên Kurdan yên
bingehîn diparêze. Divê di xeteke han da kom bin. Ev jî bi
rêxistin û yekitî dibe.
İro wezîfeya herî mezin ev e. Min li ser vê babetê bi
dehan caran nivîsandîye û di gelek civînan da qise kirîye.
Piştî ku Ocalan hat girtin û teslîm bû, PKK jî bi dû
wî çû, êdî ji bo hemû Kurdan ferz bû ku destê xwe ji Ocalan
û PKK bişon. Qe nebe Kurdên hişyar, welatparêz,
dilsoz…
Di van 5-6 salên dawî da ji bona vê yekê Li Ewrûpa gelek
civîn û konferans çêbûn. Nûnerên rêxistinan û kêsên serbixwe
yên welatparêz, rewşenbîr ku di van civînan da beşdar
bûn û li ser rojewê qisekirin, bo yekitî û berxwedanê hedef
danîn pêşîyê. Li Ewrûpa li gelek welatan İnîsîyatîfa
Rewşenbîrên Kurd çêbûn. Komeleyên demokratîk hatin
ba hev, Dem-Kurd çêkirin. Ji xwe komîteyeke partî û
rêxistinên sîyasî yên Bakûr (PNK-Bakûr) hebû. Ev hersê
di Hezirana sala 2002 da hatin ba hev û Platformek avakirin.
Platforma Kurdên Ewrûpa…
Eva kar û xebateke gelek baş bû. Lê dawî çi ye? Ev platform
divîyabû demekî berê xwe organîze bike, bernameyekê bide pêş
xwe û kar û xebat bike. Lê ka?.. Ji avabûna Platformê vir
da va ye sê sal û niv derbaz bûn, tiştek li meydanê tune.
Di vê navberê da Platformê li Hollandê konferansek çêkir,
nuha jî zîyareteke Kurdistana Başûr û yek-du beyan…
Konferans ji bo çi? Ma ne bes bûn ewqas konferansên ji bo
avakirina Platformê? Ev civînên berê hemû konferans bûn… Nuha
jî dema kar û xebatê ye. Divê tu xwe rêz bikî, li vir û wê
komîteyan çêbikî, bernameyekî daynî pêşîya xwe, kar û
xebat bikî. Da ku xelk hêvîdar be, li dora te kom bibe…
Di vê navberê da PSK û PDK-Bakûr bi navê Hevbendî dest
bi kar û xebateke bi hevra kirin. Ev jî baş e. Divê meriv
Platformê û Hevbendî dijî hev nebîne. Lê tiştek tê bîra
merivan. PSK ji xwe di PNK-Bakûr û Platformê da ye. PDK-Bûkûr
çima tevlê nabe? (Ji xwe berê di PNK da bû.. Çima jê derket
û cardin venagere?.. Rêxistinên heyî, piçûk-mezin, pê qayîl
bî nebî, ev in; divê em bi hevra kar bikin…)
Rast e, Platform di kar û xebatê da giran e. Gelek kêmasî
û şaşîyên xwe jî hene. Lê divê jê ra rê-olax bê
dîtin, ji kêmasî û şaşîyan bê xilaskirin û çalak
be; ne ku di halê xwe da bê berdan…
Hevbendîyê di warê dîplomasî da çend kar û xebatên baş
kirin. Nuha jî bo yekitîyê civînan çêdike. Vê dawîyê jî li
Parîsê Konferanseke navnetewî çêkir (Di 29’ê Çirîya Paşîn
da). Ji Fransê û Tirkîyê Kurdan û Frensîyan li ser pirsa Rojhilata
navîn ya Kurdan qisekirin. Helbet eva jî karekî başe
.
Lê divê em Kurd giranîya xwe bidin karê rêxistnî û tevgera
Kurd di xeteke rast da bilind bikin. Heya ev nebe, heya Kurd
îro jî hîn di xeteka şaş da bi dû Apo û merivên
wî biçin û rêxistineke xurt ku daxwazên Kurdan yên bingehîn
bi dil û can diparêze li meydanê nebe, giranîya Kurdan li
warê navnetewî jî nabe. Hingê ji konferansên hanê jî feydeyek
mezin çênabe. Her usa jî, karê dîplomasîyê him sist dimîne,
him jî giranîya xwe nabe.
Divê em bala xwe bi xurtî bidine karê rêxistinî. Beşekî
vî karî li der welat e. Ango divê Platform bibe çalak, xebata
xwe jî gor navê xwe be.
Lê ya herî girîng xebata nav welat e. Ew jî di vê qonaxa
teze da karê legal e. Divê Kurdên welatparêz (çi sosyaldemokrat,
çi sosyalîst, çi lîberal û İslamî) di xeteke rast da,
di partîyeke demokratîk da bên ba hev.
Partîyeke ku daxwazên Kurdan li ser esasê wekhevîyê diparêze.
Wek çareserîyeke federal… Ne bi şiklê “nasnameya binî”
yan jî “himwelatîyeke Qanûna Esasî”…
Partîyeke ku bi şiklekî demokratîk kardike. Ne partîya
filan kesî û bêvan kesî…
HAK-PAR di vî warî da nimûneyeke delal e. Vê dawîyê daxwaz
û bernameya xwe jî zelal kir û bi rêk û pêktir kir. Yê ku
bi rastî yekitî dixwaze ne hewce ye bi salan li benda partîyeke
teze bimîne, yan kozikên teze çêbike.
Kurdên Bakûr divê berî hertiştî ji sîya Apo û PKK xilas
bin, lîstikên dewleta Tirk pûç bikin. Tevî wê jî di partîyeke
legal û demokrat da bên ba hev.
Herçî kesê ku xwe li ber dîrokê berpirsîyar dibîne û dixwaze
gel û welat rojkî berê rizgar be, divê li cîyê xwe rûnene
û bi laqirdîyên vik û vala waxta xwe derbaz neke.
|