Li ser rastî, başî û mirinê…
Kemal Burkay
Gotinek hebû: Rastî tahl e, derew şîrîn e…
Bi taybetî, dema rastî di derheqa wan da be û kêmasîyeke
wan nîşan bide, mirov aciz dibin, rûyê xwe tirş
dikin. Pirî caran bi wê jî namînin, êrîşî xwedîyê wê
gotina rast dikin, dibin dijminê wî…
Dema tu nezanîya wan bêjî…
Dema tu sistîya wan bêjî…
Dema tu şaşîya wan bêjî…
Helbet, mirov dikare li himber nezanî, sistî û şaşîyên
mirovan bêdeng jî bimîne. Bêje “gelo ji min ra çi!” Heya pesnê
wan bide, ji bo ku gelek kêfa wan bê û ji te hez bikin, bibin
dostê te…
Gelek kes usa dikin…
Lê ev durûtî ye. Him jî di karê civakî da, di sîyasetê da,
di doz û dewayekê da ew kêmasî û şaşî zirarê didine
civakê, zirarê didine doz û dewayê. Divê ew bêne gotin û eşkerekirin,
da ku civak, yan jî tevger xwe ji wan kêmasîyan biparêze.
Bona vê yekê, divê mirov dîsa jî rastîyê bêje, dost kêm,
dijmin zêdebîn jî…
Norm û prensîp
Di pêvendîyên mirovan da, di kar û xebata civakî da prensîp
jî xwedî roleke mezin in.
Mirovên bê prensîp tiştan tevlihev dikin û xirab dikin.
Bawerî bi kesên han nabe. Wek nimûne: Hemû ol û pêxember dibêjin
ku “derew û dizîyê ne kin.” Dema kesek him xwe oldar û bawermend
nîşan bide, him jî derewan bike, yan jî malê xelkê bidize,
ew kes dikare bibe oldar û bawermendekî rastî? Na, ew derewînek
e. Ew ji xwedê natirse û xuya ye, bawer jî nake.
Karên rêxistin û sazîyan jî li ser prensîban dimeşin.
Bi taybetî rêxistinên şoreşger, welatparêz…
Hin kes him gelek behsa şoreşgerî û welatparêzîyê
dikin, dibin endamê rêxistinên han, him jî guh nadine normên
wan, di gelek tiştan da gor kêfa xwe dikin. Ew kesên
bê prensîp in û gotina wan û kirina wan ne wek hev e.
Kesayetî û sînorên şaşî
û başîyê
Kesayetî (şexsîyet) ne tenê reng û rû, goşt û hestîyê
mirovan e; tevî wê û belkî ji wê zêdetir, bîr û bawerî ye,
raman e, huner û zanîn e, ehlaq e. Mirovê xwedî şexsîyetekî
xurt, carina serê xwe dide, lê ji bîr û bawerîyên xwe danakeve.
Yek ji pîvana mezinahîya mirovan ev e, di bîr û bawerîyên
xwe da dilsozî ye. Helwesteke baş e, di navbera rastî
û şaşîyê da, heqî û neheqîyê da.
Ev yek, her usa jî pîvana mezinahî û piçûkîya, nizmî û serbilindîya
milletan û civakan e.
Li rojhilata Navîn, mirov gelek caran dibîne ku di navbera
rastî û şaşîyê, heqî û neheqîyê, dilsozî û dirûtîyê
da sînor winda dibin…
Tu dibînî yekî derewîn ji yekî rastgo zêdetir xwedî êtibar
e…
Tu dibînî, durûtî û cambazî li bal gelek kesan wek marifet
e…
Tu dibînî, sînorê zanîn û nezanîyê, jîrî û sistîyê, îxanet
û berxwedanê winda ye…
Li civatên hanê danîna bingehekî saxlem zor û zehmet e. Tu
kevirekî datînî yê din radike, davêje. Tu prensîbekê datînî,
yê din wê xar û xûz dike…
Li civak û welatên han hejmarê sistan, durûyan, gufireyan
û nezanan ji yên jîrek, dirist, berpirsîyar û zanayan gelek
zêdetir e…
Mirin gunehan dişo?
Li van welatên Rojhilata Navîn ger ferqek ku di navbera şaşî
û başîyê da bimîne, wê jî mirin dişo û dibe…
Dibêjin: “gurî dimre, dibe porzêrîn; kor dimre, dibe çavfîncan!..”
Dibêjin: “Masîyê ku revî mezin dibe…”
Dibêjin: “Bi dû mirîyan nayê axaftin…”
Ev gotina dawî, ne bi wê manê ye ku pesnê wan nayê dayîn.
Na, ev yek serbest e û çawa di herdu gotinên jorê da jî heye,
di civaka me da mode ye; lê dijî wan nayê qisekirin...
Lê ev gotina dawî, her çiqas “gotineke pêşîyan” be jî,
bi raya min ne li cîye. Bi taybetî ji bo mirovên sîyasî, ji
bo berpirsîyarên partî û dewletan, ji bo wan kesên ku di jîyana
civakî û rêxistinî da roleke wan ê berbipêş heye.
Ger bi dû mirîyan nehata qisekirin, dîrok tenê bi mirovên
baş û delal tijî dibû..
Lê mirovên sîyasî divê, tevî kirinên wan ên baş, kirinên
wan ên şaş jî bê gotin. Da ku mîzanek hebe ji bo
guneh û sewabên wan.. Ger piştî mirî, wî ji hemû xirabîyan
bişoyî û bikî ezîz û ewlîyayek, ev ne helwesteke rast
e û ne objektîfî ye.
Gotineke pêşîyan ya dinê jî heye ku bi raya min gelek
giranbuha ye: “Divê Xwedê dawîya mirovan baş bîne!”
Di sîyasetê da bi taybetî divê mirov li vê yekê binêre. Yekî
ku dawîya xwe xirab dike, pirî caran, tiştên baş
ku berê kiribû wan jî dide ber avê…
Hurmeta min ji kesên han ra tune; çi sax çi mirî…
Durustî heya dawîyê divê.
Şeref û serbilindî jî usa ye. Serê ku carê nizm bû,
wek dara ku bi erdê war bibe; tu nikarî wê darê cardin bilind
bikî û can bidîyê.
Dijminê başan jî hene..
Carina xelk piştî mirinê bo hin kesan dibêjin: “Dilê
kesî ne êşandibû…”
Gelo ev mimkîn e? Bi raya min, na.
Çi xirab çi baş bî, bibê nebê dilê hin kesan ji te dimîne.
Ji xwe, ger xirab bî tuyê gelek mirovan biêşînî û dilê
wan ji te bimîne. Ger mirovekî baş bî, xirab wê ji te
aciz bin! Û li vê dinyayê hejmara xiraban, ne hindik e…
Eger tu rastgo bî, derewîn ji de aciz bin…
Eger tu dirist bî, durû ji te aciz bin…
Eger tu dilpak bî, fêsat ji te aciz bin…
Eger tu jîrek û jêhatî bî, sist û hesûd ji te aciz bin…
Eger tu xwedî soz û qirar bî, serbilind bî, qels û bê şeref
ji te aciz bin…
Bi taybetî di sîyasetê da. Sîyaset bi şûr û tifing nebe
jî, şer e. Tu çi li enîya bindestan bî çi li enîya zordestan,
çi kolidar bî çi azadîxwaz, hinek ji te razî bin û hinek dijî
te bin. Nazim Hîkmet digot:
“Li çarkoşeyê vê dinyayê dostê min hene, dijminê min
hene,
Dostên ku min rûyê wan ne dîtîye,
Dijminên ku xwîna min vexwin têr nabin,
û ez xwîna wan vexwim, têr nabim!..”
Nazim ji wan dostan û ji wan dijminan kêm kes nas dikir.
Lê usa ne. Dema tu xwedî doz û dewayekê bî, xwedî nav û deng
bî, ne tenê li welatê te, li dûr jî dost û dijmin pêyda dibin.
Ma Gandî xirabîya kê kiribû? Belkî xirabîya Îngilizên Kolonyalîst…
Ango dijî wan kar û xebat kir û milletê xwe bi rê-olaxeke
aşitîxwaz rakire ser pîyan. Şik tune Îngiliz gelek
jê aciz bûn; lê dîsa jî ne kuştin, heya jê ra hurmet
kirin.
Bila Gandî şukur bike ku rastî milletekî wek Îngiliz
hatibû. Ger wek me rastî hinên dinê, wek faşîst û Kemalîstên
Tirk, Beesîyên Ereb û Meleyên Faris bihatana ew sed carî kuştibûn!
Lê dîsa bi destê Hîndûyekî serhişk hat kuştin.
Mirov çiqas baş be, dijmin dîsa jî hene…
|