PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Li ser zîyareta Caferî

Kemal Burkay

Serokwezîrê Iraqê İbrahîm El Caferî çend roj berê hat Tirkîyê û bi berpirsîyarên Tirkîyê ra rûnişt. Ev her usa jî zîyareta wî ya pêşîn e ji bo welatên derva.

Berpirsîyarên dewleta Tirk ji xwe dixwestin ku Caferî rojkî berê were Tirkîyê. Ne ji bo ku ji Caferî pir hez dikirin, lê ji bo ku xirabî û fen û fûtên dilê xwe rojkî berê bigihînin wî..

Malûm e, dilê Tirkan bi Saddam û hevalbendên wî ra bû. Gelek waxt e ku bi şiklekî eşkere piştgirîya hêzên sazûmana kevn û hêzên xwînxwar ên terorîst dikin, ew hêzên ku dijî guhartinê ne, dijî Iraqeke federal û demokrat in. Berpirsîyarên Tirk dijî hilbijartina dawî jî derketin û pê qayîl ne bûn. Serokên hemû welatan çi Ewrûpî, çi yê dinê, piştgirîya xwe ji bo hilbijartinê nîşan dan, lê Serokwezîrê Tirk Erdoxan yek ji wan kesan bû ku, got: “ev hilbijartin ne demokratîk e!”

Ji ber vê bû ku pêvendiyên Tirkan û Amêrîkê van du salên dawî gelek xirab bû.

Her usa jî Caferî Şîa ye û berpirsîyarên dewleta Tirk, çi Kemalîst, çi Îslamîyên Sunnî, ji “Şîayan”, ji “Caferîyan” wek gunehên xwe hez nakin..

Lê ev sîyaset e û evana jî Tirk in!. Dikarin zû pîncikan bavêjin û xeta xwe biguhurin. Gotineke Tirkî heye, dibêje: "dest û bazûyê ku pê nikarî, maç bike…”

Derdê Tirkan berî hertiştî Kurd in. Berê hewl dan Amerîkayê qane bikin û leşkerê xwe bikin Kurdistana Bakûr, wir dagrin. Bextê me hebû ku ev tişt nebû. Piştî wê xwestin dîsa tesîrê li Amêrîkê û Erebên Iraqê bikin, Tirkmenan bi kar bînin, pêşî li sazîyeke federal bigrin, da ku Kurd tiştekî bi dest nexin. Lê ev jî heya îro nebû…

Dîsa jî Tirkan dev jî vê sewdayê bernedane. Nuha li pêşîya Kurd û Erebên Iraqê pirsa çêkirina qanûna esasî ya daîmî û pirsa Kerkûkê heye. Ango hîn hertişt çareser ne bûye. Tirk dixwazin di qonaxeke han da tesîrê li Ereban, her usa jî li Amêrîkê bikin ku pêşî li Kurdan bigrin…

Dawetkirina caferî ji bo vê bû û xuya bû ku ev mesele hatine qisekirin. Bê guman, li pişt derîyan Tirkan ji Caferî ra got: “Federalîyeke rêk û pêk qebûl nekin. Kerkûkê nedin Kurdan, em li pişt we ne!”

Caferî çi got? Bê guman, dilê Caferî jî wek wan lêdixe, ew jî wek wan difikire. Lê nikare nuha eşkere bêje.. Dema sondxwarinê wî helwesta xwe eşkere kir, federalî ji sondê derxist. Lê piştra ku serokên Kurdan bi xurtî li ser meselê sekinîn, mecbûr ma paş va bikişe.

Bi raya min, Caferî li pişt derîyan ji Tirkan ra got ku, “ji min ra zeman lazim e û hûn jî bo vê yekê piştgirîya me bikin û zorê bidine ser Amêrîkayê, da ku zextê li Kurdan bike…”

Dibe ku hinkes bêjin “mirovê Misilman e, usa nake!” Lî di sîyasetê da ne Misilmanî pere dike, ne jî tiştekî din. Li himberî Kurdan sîyaseta Şah û ya Xumeynî ferq ne kir. Sîyaseta Kemalîstên Tirk û İslamîyên wan jî ferq nake.. Yê Beesîyan û Şîayên Iraqö jî ferq nake…

Divê Kurdê me hişyar bin û bi hêza xwe bawer bin. İro hêza wan ne hindik e û firsendeke baş ketîye destê Kurdan. Bes divê yekitîya xwe baş biparêzin û cardin bi hev nekevin…

 
 
PSK Bulten © 2005