PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Lîstika dewleta Tirk û vekirina girêkê

Kemal Burkay

Van rojana Tirk dîsa, hin kirinên PKK dikin mane û zorê didine ser Amêrîkê û Kurdên Başûr ku êrîşî ser PKK bikin.

Berpirsîyarên dewleta Tirk ewqas waxt e gilî gazinan ji Amêrîkê dikin, dibêjin “PKK li ‘Bakûrê Iraqê’ ye û hûn deng nakin, hûn çavê xwe jê ra digrin, heya hûn alîkarîya PKK dikin!” Her usa jî, Kurdên me yên başûr gunekar dikin, dibêjin “ew piştgirîya PKK dikin…”

Gelek kes li Tirkîyê dibêjin ku, “Amêrîka dixwaze PKK dijî Tirkîyê bi kar bîne.”

Eva hemû sîyaset e, tu eleqê van gotinan bi rastîyê tune. Tirk dixwazin Bi vî awayî Amêrîkê û Kurdên Başûr berdin ser PKK. Hingê gelek kêfa wan bê, ji ber ku bibê nebê, hingê PKK jî şerê wan bike, li vir û wê terorê bike. Û di rewşeke han da Tirk di bin dest da alîkarîya PKK bikin, çek û sîleh bidinê, jê ra rê vekin!..

Himber ewqas şaşîyên xwe jî PKK, qe nebe ji sala 1998 vir da şerê Kurdên Başûr ne kir. Tirkîyê jê dixwast ku bike; Murat Karayilan carê ev yek eşkere kir. Ji xwe bo vê yekê Tirkîyê çend sal berê rê da ku PKK hêza xwe ya esasî bikişîne Başûr… Lê xuya ye PKK van salên dawî xwe girt û li başûr nebû haletê dewleta Tirk. Ev helwesteke baş bû. Ewên serê çîyê, bi vî awayî him cîyê xwe teng nekirin, him jî careke din ne ketin şerê birakujîyê û zirar ne dane xwe û Kurdên Başûr. Ango ew bêdengî ji bo herdu alîyan jî baş bû.

Lê Tirkan dîtin ku hêzên serê çîyê, digel fermanên Apo jî êrîşî ser Kurdên Başûr û êrîşî Amêrîkanîyan nakin, vêcar şantajê li Amêrîkîyan û Kurdên Başûr dikin, zorê didine wan ku ew êrîşî ser PKK bikin; ango bi vî awayî di navbera herdu alîyan da şer derkeve û ew jî cejnê bikin…

Ez bawer im ku Amêrîkanî û Kurdên Başûr jî nîyet û planên Tirkan dizanin û nakevine vê dafikê. Hêza PKK pir e yan hindik e, mesele ne ev e. Lê ew jî dikare xirabî bike. Ma alay û tûmenên El Qaîdê hene? Lê dikare li vir û wê bombeyan biteqîne û gelek zirarê bide…

Him jî bona êrîşa ser PKK, bo şer û xwin rijandinê sebep tune. Ger dewleta Tirk bixwaze efeke giştî derdixe û li serê çîyan kes namîne, ew însanana jî dadikevine deşt û bajaran.

Yên ku dixwazin sîyasetê bikin bila bikin, ma çima nekin?.

Lê xuya ye nîyeta Tirkan ne xwarina tirî ye, lêdana baxwan e. Ew ji şerê çekdarî zêdetir ditirsin ku Kurd bikevine sîyasetê.

Ev şer û xirabî hemû di rûbarî sîyaseta dewleta Tirk ya hişk, ya har û hov da ye. PKKê çend sal e dev ji şerê çekdarî berda bû, tenê behsa aşitî û demokratîyê dikir û ji bo Kurdan jî tiştekî zêde ne dixwast. Pesna kemalîzmê û dewlata ûnîter dida. Heya PKKê xwe fesih jî kiri bû. Digot: “Efekî giştî derînin emê bi temamî dev ji çek berdin bên.” Lê dewleta Tirk ev firsend ne da wan û îro jî nade.

Eger vê dawîyê PKK cardin vegerî navê berê û cardin kete nav şer, ew jî dîsa gor plana vê dewleta zalim û hîlekar bû.

Di rewşeke han da ji bo Kurdan tiştê baş çi ye? Divê plana dewleta Tirk bibînin û pê nexapin. Berî hertiştî divê şerê hevdu nekin.

Di vî warî da kar û barekî mihîm dikeve ser milê kadrên PKK, bi taybetî ewên berpirsîyar li serê çîyê û yên deştê, herçî eskerî û sîwîl. Ma gelo, ev hêza serê çîyan ji bona çi ye? Ev bombe û guleyên ku diteqinîn ji bo çi ye? Madem Kurdistaneke serbixwe naxwazin, heya federasyon û otonomî jî naxwazin, hingê hêza çekdar ji bo çi ye? Madem şer naxwazin, lê dibêjin, “dewleta Tirk li ser me ferz dike” hingê, tiştê herî baş ev e ku sîlehên xwe teslîmî hukumeta Kurd ya Başûr bikin û dakevin gund û bajaran, li Başûr sutar bin. Bi vî awayî bihaneya şer û terorê ji dest dewleta Tirk bigrin.

Berpirsîyarên PKK ger di bîr û rayên xwe da azad in û dixwazin plana dijmin pûç bikin rê ev e. Lê eger ne azad in, xwe mecbûr dibînin, yan jî vîcdana wan razî dibe ku bibin haletê vê plana qirêj, hingê gotin namîne…

Himber ewqas şaşîyên wan ên berê û yê vê dawîyê jî, ez ji wan hêvî û daxwaz dikim ku gaveke gor aqil û gor berjewendîya milletê Kurd bavêjin.

Li alîyekê, girêka vê pirsê di destê dewleta Tirk da ye, ger efa giştî derîne, herçî çekdar ji çîyê dadikevin, rîya sîyasetê vedibe û ew şer û şewat disekine. Lê Tirk vî tiştî nakin. Alîyekî girêkê jî di dest berpirsîyarên PKKê yên serê çîyê û deştê da ye. Ew jî dikarin sîlehên xwe teslîmî Hukumeta Başûr bikin û li çîyê kesî nehêlin. Hingê dewleta Tirk lîstikê winda dike, jê ra bihane namîne.

Lê nabêjim çareseri di dest Ocalan da ye. Ji ber ku Ocalan ne mirovekî azad e, ew bi xwe di dest Tirkan da hêsîr e û sistî kirîye, bendê xwe daye destê wan.

Divê herkes vê rastîyê jî bibîne û kes xwe nexapîne.

 
 
PSK Bulten © 2005