Di dîroka Kurdistanê û Iraqê da Büyereke
mezin
Mam Celal bû Serokdewletê
Iraqê
Kemal Burkay
Li iraqê ji hilbijartinê vir da piçek derengî be jî, va ye
serokê parlamanê û serokê dewletê hate hilbijartin. Hukumet
jî xuya ye di van rojên pêşîya me da avabe.
Gor li hevhatina terefan serokê parlamenê bû yekî Sunnî,
serokê dewletê jî bû birêz Celal Talabanî.
Eva bi her awayî bûyereke giranbuha ye û di dîroka Kurdistanê
û Iraqê da guhartineke mezin nîşan dide.
Mam Celal bi nav û nasnama xwe yê Kurd bû serokdewlet, di
Iraqeke federal da ku Kurd jî beşekî wê ne, zmanê Kurdî
jî tevî Erebî zmanê resmî ye li Iraqê û li Kurdistanê hukumet
û parlamena taybetî heye.
Tiştekî han di van herçar dewletên ku Kurdistan di nav
xwe da parçe kirine, cara yekem dibe.
Her usa jî, ev guhartin berhema şoreşa Kurd e ku
di vî parçeyî da ji çil salî zêdetir e berdewam e. Mam Celal
di nav refên vê şoreşê da mezin bû û yek ji serokên
Kurdên Başûr bû. Kurdan bi dehsalan şerê vê dewleta
dagirker û zulimkar kirin, bi sedhezaran şehîd dan, Kurdistan
ser û bin bû, lê li dawî ew sazîya zalim ruxîya û Kurdistan
azad bû. Tevê wê jî Iraq guharî, ber bi dewleteke demokrat
û federal gavên mezin avêtin.
Mirov dikare bêje ku êdî Iraq ne tenê ya Ereban e, her usa
jî ya Kurdan e. Ger van mehên pêşîya me, hemû teref li
ser Qanûna esasî ya teze û li ser pirsa Kerkûkê li hev bikin,
teror jî hêdî hêdî wê sist be û vemire, li Iraqê sazîya demokrat
û federal cîyê xwe bigre û aşitî bê Iraqê. Welat di warê
aborî û çandî da bi gavên mezin ber bi pêş biçe.
Ev yek her usa jî nimûneyeke baş e ji bo çareserkirina
pirsa Kurd li welatên cîran, li Tirkîye Iraq û İranê.
Li himber vê bûyera dawî, ango serokatîya birêz Celal Talabanî,
helwesta Tirkan gelek balkêş e. Berpirsîyarên wan ên
sîyasî dibêjin “em memnûn bûn!”
Bi rastî memnûn bûn? Na, bê guman dilê wan pir diêşe
û xwîn vedirişin, lê çibkin?. Gotineke Tirkî heye, dibêje:
“Bazûyê ku tu nikarî badî, maç bike…” Dîtin ku êdî karwan
bi rê ket, êdî nikarin pêşî lê bigrin, zmanê xwe guhartin.
Di sîyasetê da usa ye...
Tirk bi sîyasetmedar û çapemenîya xwe nuha pesna Mam Celal
didin ku mirov ecêb dimîne. Wî wek dostê Tirkan nîşan
didin. Dibêjin mirovekî jêhatî û rewşenbîr e, sîyaseta
dinyayê dizane û ewê “yekitîya Iraqê” biparêze! (Derd û kulla
Tirkan “yekitî” ye, ne tenê ya Tirkîyê, ya Iraqê jî… Heya
ya İran û sûrîyê jî…)
Ma ew Tirk nebûn ku heya duh, wek birêz Mesût Barzanî, birêz
Mam Celal ra jî digotin “serokeşîr”, ew herdu jî piçûk
didîtin, bê edebî dikirin… Ew nebûn ku carê li Enqerê, di
ber derê Serokwezîrî da, ne gotin mêvan e, lê êrîşî wî
kirin?..
Nuha jî di rojekî da sîyaseta xwe guhartin. Ger bi rastî
dev ji dijminahîya Kurdan berdin, êdî, wek camêran helwesteke
baş bigrin, helbet mirov dibêje ev guhartin tiştekî
baş e. Lê Tirk dîsa taktîkê dikin. Vêcar jî pesna Mam
Celal didin û êrîşî Mesûd Barzanî dikin. Dibêjin Mesûd
Barzanî yekî eşîr e, dijî Tirkîyê ye, di pirsa Kerkûkê
da hişke, dewleteke Kurdî serbixwe difwaze, filan fişmekan…
Ango Tirk careke din hewl didin ku dubendî bikin nava Kurdan,
wan berdin hevdu.
Helbet birayên me yên Kurdistana Başûr jî êdî qasî me
Tirkan baş nasdikin û ewê guh nedine fêsadîyên han. Çi
federalîya Kurdistanê, çi serokdewletîya Iraqê, hemû destketîyên
wan ên mezin heya îro di saya yekitîya wan da bû. Zirara wan
ê mezin jî tim dema ku dubendî kete nava wan û bi hevketin
çêbû.
Divê ew yekitîya xwe wek çavê xwe biparêzin.
Hemû Kurdên dilsoz, dilpak û welatparêz îro Mam Celal pîroz
dikin, bi vê bûyera mezin serbilind dibin. Dîsa hemû Kurdên
dolsoz, dilpak û welatparêz, van rojên pêş me ku hukumeta
Kurdistanê bê nîşankirin û birêz Mesûd Barzanî bibe serokê
Kurdistana Başûr, wê dîsa dilşa bin û wî pîroz bikin
û ji vê yekê jî serbilind bin…
Tirk jî û yên dinê jî divê êdî rastîyên dinyayê qebûl bikin
û sîyaseta xwe ya kevnare û hovane biguhurin. Divê ji guhartinên
Iraqê û Kurdistana Başûr netirsin, lê jê dersê bistînin.
Tirk îro jî di derheqa Kurdên Bakûr da di tirs û xofeke mezin
da ne. Dewlata Tirk dîsa, dijî Kurdan fêl û fûtan digerîne,
êrîşger e. Heya rewşenbîrên wan ên ku navê lîbaralîyê
û demokratîyê li xwe dikin, ew jî ji daxwazên Kurdan gelek
aciz in. Dibêjin federalî û otonomî nexwazin, mafên çandî
têra we dike!
Lê tiştê xerîb, Kurdên Bakûr ne xwedîyê mafên çandîne
jî…
Tirk dibêjin: “tiştekî nexwazin! Azadî nexwazin! Hingê
hûnê mirov û welatîyê baş bin!..”
Ew berpirsîyar û “rewşenbîr”ên Tirk me dikin cîyê bodeleyan,
lê bi xwe mîna bodeleyan qise dikin. Divê ew dev ji vî aqilê
şaş berdin. Hevra jîyan divê li ser wekhevî be.
Pirsa Kurd li ser esasên dadî çareser be. Ev jî, eger dewleteke
cuda nebe, federalî ye.
Iraq di vî warî da nimûneyeke baş e. Bila çavê xwe negrin,
rastîyê bibînin.
|