Oxir
be, Karapêtê Xaço!
Kemal Burkay
Baş nayê bîra min kîjan sal bû, sala 1955 yan piştî
wê?. Min mekteba mamostetîyê teze xilas kiribû û havînan li
gund bûm. Radyo teze ketibûne gundan û me guhdarîya radyoyên
Kurdî dikir.
Yek ji wan radyoya Bexdayê bû. Spîkerekî xwe hebû bi dengekî
gelek qalin, bas-barîton, ku di emrê xwe da tucar rastî dengekî
usa qalin ne hatim di nav spîkerên radyoyan da. Navê wî çi
bû, nayê bîra min. Radyoya Bexdayê kilamên Kurdî jî digotin.
Bavê min, ku ji behskirina pirsa Kurdî gelek ditirsîya, carê
dema guhdarîya van kilamin dikir, kelogîrî bû û got:
“Hêywax hêy, Kurd bêxwedî ne!..”
Yek ji wan Radyoya Kîrmanşahê bû ku, straneki Kaos Axa
ji bîra min naçe, ya li ser Şêx Mehmûd…
Lê bi taybetî Radyoya Erîvanê, bi dengê şîrîn yên spîkerên
xwe yên jin, bi dengê meşka Kurdan û bi dengê Karapêtê
Xaço… Wan salan dema gundîyan radyoyek dikirîn, ji xwedîyê
dikanê dipirsîn, digotin: “gelo ev radyoya Erîvanê dikişîne?.”
Em ji guhdarîya “Bêrîvanê” û “Kilama Dayîkê” têr ne dibûn.
“Dayikê” her çiqas kilameke li ser dil bû, lê te digot hemû
derd û şewata dilê Kurdan tê da heye. Serborîyên Kurdan,
jana wan, mêranîya wan û şikestinên wan… Ev deng bi salan
di guhê min da ma.
Çend roj berê me li komelê guhdarîya CD’ya Karapêt, “Edulê”
dikir û behsa wî bû. Ji nav du roj derbaz ne bûn ku me mirina
wî bihîst..
Belê, “Mîrê Kilamên Kurdan” ji nav me çû. Di 105 salîya xwe
da, li Ermenîstanê.
Karapêt di zarotîya xwe da şadê trajedîya Ermenîyan
bû, bav û birayên wî li ber çavê wî kuştin. Ne dûr e
ku ev trajedî bû çavkanîyek ji deng û kilamên wî yên dilşewat
ra.. Di nav Kurdan da mezin bû. Bi zman û çanda Kurdî xemilî
û kilamên Kurdî gotin. Koka wî Ermenî be jî dara wî li baxçê
me mezin bû…
Ji nav Ermenîyan du hunermendên mezin, Karapêtê Xaço û Aramê
Tîgran ji muzîka Kurdî ra xizmetên mezin kirin. Ew çiqas Ermenî
ne ewqas jî Kurd in, malê herdu milletan in û sembola birayetîya,
dostayetîya herdu gelan in.
Belê, xwendevanên delal, Karapêt jî ji nav me bar kir û çû.
Oxir be ji te ra Karapêt, ser seran ser çavan!
Lê dengê te dîsa bi me ra ye. Kilama dayikê û Edulê, “wek
avên belekîyan in, dixulxulin, bi şirrîn in…”
21 Çileyê Paşîn 2005
|