PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Piştî hilbijartina teze
Çi rê û çi xeter li pêş  in?

Kemal Burkay

Hilbijartina Iraqê û Kurdistana Başûr îro (15ê Çileyê Pêşîn 2005) çêdibe. Di nava demeke kurt wek salekê da, ev cara sisêyan e ku xelkê Iraqê û Kurdîstana Başûr diçe ser sindoqan. Du caran ji bo parlamenê û cerek jî bo referandûmê.

Him jî di rewşeke ewqas aloz da ku rojê li vir û wê bi dehan bombe diteqin û bi dehan kes dimrin, yan birîndar dibin. Kurdistan gelek aram be jî rewşa navçe û başûrê Iraqê li ber çavan e…

Di rewşeke han da ev her sê dengdana giştî, helbet ji bo gelên Iraqê, bo Ereb û Kurdan serketinek e, dijî hêzên kevneperest û hov, ku dijî sazûmaneke demokrat û federal in.

Meclîs yan jî Parlamena sala dawî yeke avaker bû û ji bo salekê kar kir, Destûra Iraqê ya teze hazir kir ji bo referandûmê. Ev meclîsa teze ku îro tê hilbijartin, ewê ji bo çar salan kar bike.

Piştî vê hilbijartinê rewşa Iraqê û Kurdistana Başûr wê çawa be? Ber bi başîyê biçe, yan her biçe xirabtir be? Li ser vê yekê ray cuda ne.

Hin kes dibêjin vêcar helwesta Sunnîyên Ereb baştir bû, ew di hilbijartinên berê da bi xurtî bexşdar ne bûbûn, dij derketibûn; lê vêcar wan jî giranîya xwe dan dengdanê û çûn ser sindoqan. Ango meclîsa teze wê bikaribe gor yê berê zêdetir Iraqîyan temsîl bike. Ev jî tesîra xwe li ser rewşa Iraqê nîşande û alozî û teror her biçe kêmtir be..

Hin jî dibêjin, teror bi vê jî nasekine, Sunnî û Şîayên Ereb di nav xwe da û ew û Kurd li hev nayên. Pirsa Kerkûkê yek ji pirsên germ e. Her usa jî Erebên sunnî dixwazin di destûrê da guhartinan çêkin. Çareserkirina van pirsan zehmet e. Bona vê yekê, êhtimala mezin ev e ku di navbera van grûban da şer derkeve û Iraq ji hev bikeve. Kurd li bakûr, Şîa li başûr dewleta xwe ya serbixwe çêbikin û Erebên Sunnî jî bi serê xwe…

Gelo, ji van herdu texmînan kîjan derkeve, mirov ji nuha va nikare sedî sed bêje. Bi raya min herdu êhtimal jî hene. Ango dibe ku bi beşdarbûna Sunnîyên Ereb di vê pêvajoyê da rewş her biçe baştir be; terefên esasî, Kurd û Erebên Sunnî û Şîa li hev bikin û ev Iraqa federal zora terorê bibe, qe nebe roj bi roj tesîra wê kêm bike û di rîya demokratîyê da bimeşe. Pirsa Kerkûkê û bajarên dinê yên Kurd jî, gor şiklê ku di destûra teze da hatîye nivîsandin, ango bi raya xelkê Kerkûkê û wan bajaran çareser be. Kurdên Başûr bi parlamen, hukumet, partî û serokên xwe îro ji vê yekê ra dibêjin erê.

Bi raya min eva ji bo hemû gelên Iraqê jî, bo Kurdistana Başûr jî alternatîfa herî baştir e. Bi vî awayî aşitî û demokratî tê Iraqê û Kurdistana Başûr; di rewşeke aram da Iraq, bi taybetî Kurdistan di warê aborî, civakî û çandî da pêşva diçe û ji bo cîranên xwe û Kurdên parçên dinê jî dibe nimûneyeke delal.

Lê êhtimala din jî ne kêm e, ku ev terefên esasî li hev nekin, teror her biçe germ bibe û Erebên Şîa û Sunnî û ew û Kurd bi hevkevin, şer çêbe û Iraq ji hev bikeve. Hingê Kurd jî, bibê nebê dewleta xwe ya serbixwe êlan bikin û heqê wan e. Her usa jî heqê wan e ku hemû bajarên Kurdistanê yên dinê, Kerkûk jî di nav da, bigrin nav sînorê Kurdistanê.

Di rewşeke han da îmkanên ve dêwleta serbixwe, xeter û astengên pêşî çi ne?

Di warê aborî da îmkanên dewleteke han têrê dikin, Kurdistan ne tenê di warê niftê da, bi her awayî dewlemend e. Kurd jî êdî xwedî tecrûbe ne, xwedan kadroyên baş in û dikarin dewleta xwe îdare bikin. Ji xwe ji nuha va parlamena wan, hukumetên wan, partîyên wan, dibistan, zanîngeh û medyaya wan, ango dezgeyên wan ên netewî hene. Lê di rewşa Kurdistanê da, ku bi hêzên neyar dorlêgirtî ye, ev hemû dîsa jî têrê nakin.

Jîyana Kurdistaneke serbixwe bi helwesta cîranan (Erebên Iraqê-çi Sunnî çi Şîa, Tirkîye, İran û Surî) û bi helwesta hevpeymanan, bi taybetî ya Amêrîkê girêdayî ye. 

Helwesta cîranan malûm e: Ger ew di rewşa îro da û ji bêçaretîyê, li Kurdistana Başûr ji dewleteke federe ra bêjin erê jî, ji wana qet yek jî dewleteke Kurd ya serbixwe ra razî nabe. Ger mecal bibînin dest didin hev û bi hevra vê dewletê ji ortê hilînin, mîna Komara Kurdistan a Mahabadê.

Dewleteke han, tenê bi alîkarîya hevpeymanan, bi taybetî jî bi piştgirîya Amêrîkê dikare li ser pîyan bimîne. Hingê gelo, helwesta İngîlîz û Amêrîkanan çi be?

Di rewşeke usa aloz da, ku Sunnî, Şîa û Kurd bi hevkevin û Iraq parçe be, Amêrîka û İngîlîz nikarin hêza xwe li Iraqê bidine sekinandin, bi taybetî di beşa Ereban da, çi Sunnî, çi Şîa.. Hingê du rê li ber wan heye, yan beşek ji hêza xwe dikişînin Kurdistana Başûr, li wir him bingehên xwe yên eskerî û aborî saz dikin, him jî rê nadin êrîşên derva, qe nebe piştgirî û alîkarîya Kurdan dikin ji bo parastina Kurdistana serbixe. Hingê cîranên neyar jî cesaret nakin êrîşî ser Kurdistanê bikin. Eva ku bibe, ji bo Kurdan tiştê herî baştir e.

Ji bo vêya êhtimalek xurt heye. Dema Amêrîkanî û İngîlîz, Kurdistana Başûr jî di nav da, temamîya Iraqê berdin û biçin, eva dibe rev û xezîmetek ji bon wan û ev rev li vir namîne. Di dinyayê da êtibara wan dişkê û ruswa dibin. Lê bi Kurdistana sarbixwe, qe nebe ji bo wan li heremê dost û hevpeymanek li ser pîyan dimîne. Bi raya min ji bo wan jî helwesta herî baş ev e. Ji xwe ger ew li Kurdistanê bi cî bin û wê biparêzîn ne ji bo xatirê Kurdan e, ji bo maf û berjewendîyên wan bi xwe ye.

Hingê Kurdistana serbixwe, dor bi neyaran girtî be jî, li pêş asteng û problem gelek zêdebin jî, dikare li ser pîyan bimîne, xwe biparêze û bijî.

Lê rîya din jî ku li ber wan e ev e: Iraqê di halê xwe da bihêlin û birevin… Ev êhtimal ne xurt e, ji ber ku ne gor maf û berjewendiya wan e. Em Kurd hêvî bikin ku ev yek nebe! Ji ber ku çavê Tirk, Faris û Erebên şovîn li vê yekê ye, çavê wan li rê ye ku Amêrîkanî kîngê Iraqê berdin biçin…

Divê helwesta Kurdan çi be, ew çi bikin û hazîrîya wan li himber van hemû êhtimalan çi ye?

Min li jorê jî got: Di rewşa îro da ji bo Kurdan ya herî baş Iraqeke federal û demokrat e. Lê ger ew ne meşîya, li himber xeterên gelek mezin jî, ji Kurdistaneke serbixwe pê ve rê namîne. Divê Kurd ji nuha va xwe gor vê êhtimalê jî –Amêrîkanî bimînin yan nemînin- xwe hazir bikin.

Kurd divê berî hertiştî bawerîya xwe bi xwe bînin. Dost çiqas hewce bin û piştgirîya wan çiqas mihîm be jî, avakirina welatekî û parastina wê li ser pişta dostan nabe. Divê milletek berî hertiştî bi hêza xwe bawer be û ji bo avakirin û parastina welatê xwe amade be.

Di nav tevgera Kurd da gelek caran bûme şadê hêvîyên şaş. Yek ji wan hêvîyan ev e ku tu rizgarîya xwe bi destê dewletên mezin hêvî bikî, bi destê wan dewletan ku, ji bo wan hewce be dewletan çêdikin û hildiweşînin… Kurdê me gelek caran Yekitîya Sovyêt rexne kirin, gotin, çima alîkarîya me nake. Nuha jî gelek kes hêvîya xwe bi Amêrîkê û Îngiliz girêdane, wekî ew kurê bavê me ne, em bibin hêvalê wan têrê dike…

Lê dewletên mezin jî yên piçûk jî gor maf û berjewendîyên xwe hereket dikin, bextê wan tune.. İro di Iraqê da mafê Kurdan û Amêrîkî û Îngilizan gihîştîye hev û ew dijî sazûmaneke hov û zalim bûn dostê hev. Kurdan ji 1991 vir da ji vê yekê gelek feyde dîtin, beşekî welatê xwe rizgar kirin. Helbet eva tiştekî gelek baş e. Em ji dostayetîyeke han, ku ji me ra azadî bîne kêfxweş in.

Lê sibe çi dibe mirov nizane. Dibe ku rewş guharî û gor wê helwest jî guharîn… Kurd ger hemû hêvîya xwe bi Amêrîkê girêdin û parastina xwe ji bihêlin ser milê vî dostê xurt, eva dibe şaşîyeke mezin. Dost bila dîsa dost be, lê divê Kurd bi xurtî hazirîya parastina welatê xwe bikin, bawerîya xwe berî hertiştî bi berxwedana gelê xwe bînin. Di alî moral û maddî da xwe usa hazir bikin ku dema dijmin êrîş kir welatê xwe bi dil û can biparêzin, Kurdistanê ji dijminan ra bikin gor. Di vî warî da dudilî nekin. Nebêjin, “dema Tirk hatin emê çi bikin?..”

Dema pênc mîlyon Kurdên Başûr ji bo parastina welatê xwe bi dil û can hazir bin, tu dijmin cesaret nake êrîş bibe ser wan. Û ew tenê jî nin in; di rewşeke han da çil mîlyon Kurdê her çar parçeyan wê li gel wan be.

Hazirkirina gel ji bo parastina azadîya gel û welat jî, tenê bi gotinên xweşik nabe. Divê gel azadîyê di jîyana xwe da bijî, xwedî heq û nan be, da ku qîmeta wê bizane. Bawerîya xwe bi hukumet û parlamena xwe bîne.

Divê hukumeta Kurdan bo avakirina welat di warê aborî, civakî û çandî da bi dil û can kar bike. Kurd ne tenê bi perê niftê, yan nanê hazir, bi kar û xebata xwe îdara xwe bikin. Di warê kişt û kal (zireet), senayî û warên din da hunermend û berhemdar bin. Ev jî şoreşeke teze ye.

Divê hukumeta Kurd ji bo dadî (edaletê) çi ji dest tê bike, rê nede bertîlê, belaşîyê, teralîyê, dizî û neheqîyê. Da ku gel bi hukumet û dewleta xwe ra be, ji hukma netewî sar nebe.

Em hewcedarî Kurdistaneke azad, demokrat, pêşkevtî û têr in. Hingê him gelê kurd jê ra bi dil û can xwedî derdikeve, him jî li dinyayê piştgirîya hêzên aşitîxwaz û demokrat distîne.

Ji bo Kurdistana Başûr hêvî û daxwaza me ev e.  

 
 
PSK Bulten © 2005